Eniyeke berxwedanê; Hunergeha Welat

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Cotmeh 2025 - 01:45

  • Li Kurdistanê, li dijî serdestî û dorpêça çandî û siyasî ya li ser bedena jinan huner bûye eniyek a berxwedanê. Pêşandana Hunergeha Welat ya bi navê Vejîn jî yek ji mînakên berçav ya vê yekê ye. Her wiha êrişa Îslama siyasî ya li ser hatî pêkanîn jî, carek din zihniyeta ku ji bo jinan tenê koletiyê rewa dibîne, raxist ber çavan.

FEYRÛZ MIHEMED / ROJNEWS

Şoreşa bi pêşengiya jinan li Rojava bi zimanê hunerê tê jiyanîkirin. Kolektîfên hunera civakî yên wekî Hunergeha Welat û Kevana Zêrîn bi xebatên xwe nîşan didin ku jin ne tenê fîgurên li ser dikê ne, ew azadî bi xwe ne. Li dijî serdestî û dorpêçkirina çandî û siyasî ya li ser bedena jinan, huner li van axan dibe eniyek ya berxwedanê. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di her melodiyê de, di her fîgurê de deng vedide; ji ber ku li vir, huner ne estetîka jiyanê ye, ew azadî bi xwe ye.

Guherîna şoreşî ya ku zêdetirî 13 salane li Rojava bi pêşengiya jinan, diqewime ne tenê ji nû ve avakirinek siyasî ye; di heman demê de şoreşeke çandî û estetîke jî. Berovajî dagirkerî û asîmîlasyona dewlet-netewê ku civakê homojen dike, takekesan dike objektîf û potansiyela hilberîn û afirandinê kêm dike, pergala Konfederalîzma Demokratîk modelek jiyanê li ser bingeha komunalîteyê, pirrengiyê û serxwebûna civakî ava dike.

Di navenda vê civakîbûna nû de huner heye. Li Rojava, huner ne tenê şêweyekî îfadeya estetîkî ye; ew amûrek rêxistinkirinê ya ji bo berxwedan, nasname û jiyana azade. Sazî û avaniyên wekî Akademiya Şehîd Yekta Herekol, Hunergeha Welat, Kevana Zêrîn, Komuna Sînemayê, Komuna Şanoyê û Komuna Govendên Gelêrî yên ku di dibin sêwana TEV-ÇAND’ê de hatine damezrandin, temsîla vê berxwedanê dikin.

Di hunerê de îfadeya civakîbûnê: Hunergeha Welat

Hunergeha Welat, yek ji saziyên ku vê veguherîna çandî dimeşîneye. Di sala 2014’an de ji bo belgekirina dîroka hunerê, parastina muzîka Kurdî û parastina stranên şoreşger û folklorîk hate damezrandin. Ji wê demê ve, di vejîna civakî ya çand û hunera Kurdî de roleke diyarker dilîze.

Hunergeha Welat bi perspektîfa ‘Huner civakbûn, berxwedan û azadî ye’ ezeztî, populîzm û feraseta derewîn a azadiya pîşesaziya çanda kapîtalîst red dike û hunerê bi bîra kolektîf a gelan û dînamîkên berxwedanê ve girê dide. Hunergeha Welat heta niha bi dehan stranên Serêkaniyê û Avaşîn, Hey Zapê, Xurfanî, Serhildan, Şervano, Nazê Nêrgiza Hewşê, Keziyên Tolê, Zeriyên Şeşdaran, Serok, Şêladizê, Li herî jorê û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dehan klîb çêkirine û zêdetirî 300 stran tomar kirine.

Xebatên Hunergeha Welat sînorên Rojava jî derbas kiriye û bi beşên cûda yên çanda neteweyî ya Kurd re civiyaye. Konsera ‘Jiyan’ ya ku li Silêmaniyê hate lidarxistin, îfadeyek bihêz a vê hevkariyê bû.

Kêliya rakirina burkayê û gihiştina azadiyê: Vejîn

Di 27’ê Îlona 2025’an de, koma Hunergeha Welat ji Rojavayê Kurdistanê di Dîdara Kurdistan ya li Zanîngeha Amerîkî ya li Silêmaniyê, konsertek hunerî bi navê ‘Jiyan’ pêşkêş kir. Armanca vê serdanê ew bû ku bi gelê Başûr re têkiliyek çandî ava bike û şoreşa ku jinan li Rojava bi rêya hunerê pêk aniye rave bike, her wiha ti destkeftiyek aborî bi dest ne dixist.

Di konsertê de dansa bi navê Vejîn a ku êş, azar û rizgariya jinên Êzidî, hemû jinên Kurdistan û cîhanê derdixe pêş, hate pêşkêşkirin. Ev dansa ku tê de reqasvanên jin burkayên xwe li ser dikê derxistin, sembola kêliya ku di dema rizgarkirina Reqayê ji aliyê şervanên YPJ-YPG’ê de jinên Ereb burkayên xwe derdixistin û şewitandin bû.

Ev dîmen wekî yek ji sembolên herî berbiçav ên rizgariyê ya li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê ya ku jinan dike kole, hatî xuliqandin bû. Lê dansa Hunergeha Welat, ji aliyên çend kesên Îslama siyasî ve rastî êrişek rêxistinkirî hat. Van koman, pêşandanê wekî ‘heqareta li nirxên îslamî’ bi nav kirin û hewl dan sembolîzma hunerî veguherînin provokasyoneke siyasî. Aliyek din ê êrişan hewldana propagandaya hilbijartinê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên pêşerojê bû. Lê gelê Başûr li dijî hewldanên provokasyonê yên alîgirên Îslama siyasî, helwestek neteweyî nîşan da û armancên wan têk bir.

Hîcab, Burka û pêçana di çanda Kurdî de

Ev nîqaş careke din mijara ku çawa Îslama siyasî ‘serpoşkirinê’ ji bo berjewendiyên xwe vegerandiye pergalekê anî rojevê. Di seranserê dîrokê de, serpoşkirin/pêçan li ser jinan li erdnîgariyên cûr be cûr, bi taybet li welatên Misilman, wekî fermanek îlahî ji bo nixumandina por û laşê xwe li ser wan hatiye ferzkirin.

Burka, Hîcap û Nîqab li welatên wekî Efganistan, Iraq (bi taybetî li herêmên ku Şîe lê serdestin), Îran û Erebistana Siûdî bûne nîşaneyên nasnameyê yên neçarî û bûne sembolên kontrola li ser bedena jinan.

Lê di çanda Kurdî de, şêwazên sergirtinê wateyek dîrokî û civakî ya pir cuda hildigirin. Serpoşên ku jinên Kurd li xwe dikin, wek tûlbent, laçik, yemenî û puşî, ji neçariyek olî zêdetir îfadeya aîdiyeta civakî, zerafet û nirxên sembolîk dikin. Wek mînak, laçika spî temsîla paqijî û aştiyê dike. Di çanda Kurdî de, dema ku jin di dema şer de laçika xwe diavêje, şer bi dawî dibe. Bi vê wateyê, laçika spî sembola tevgera ‘Dayikên Aştiyê’ ye jî.

Li aliyê din, berovajî hîcab û burqaya reş ku sembola DAIŞ, Îslama siyasî û mirinê ne, cilên kiras û fîstanên rengîn ên çanda Kurdî sembola reng, cihêrengî, pirrengî, xweza û azadiyê ne. Ji ber vê sedemê, çarşefa reş an burkaya reş a ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye ferzkirin an jî hicaba ku ji aliyê derdorên Îslama siyasî ve hatiye pîrozkirin, şêweyên biyanî yên pêçandinê ne ku di çanda Kurdî de ti wekheviya wan tune ye.

Ji nakokî û pevçûna çandan wêdetir

Êrîşa li ser Hunergeha Welat ne êrişek li ser performansek hunerî ye; ew êrişek li ser têkoşîna azadiya jinan û xweseriya çandî ya civaka Kurde. Di demekê de ku alîgirên Îslama siyasî hewl didin ku sînorên xwe yên îdeolojîk bi rêya bikaranîna hicabê ferz bikin, felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ji Rojava derdikeve holê van ferzkirinan ji bingeh de red dike.

Li vir pevçûna du têgihîştina heye: Ji aliyekî ve, zîhniyeteke desthilatdar-navendî ku jinan bi rêya îtaet û pêçandinê pênase dike, li aliyê din ve, îradeya jinan ku bûne mijarên civakê û azadiyê tînin her aliyê jiyanê.

Berxwedana hunerê

Rakirina hîcabê ya li ser dîkê ne tenê rakirina perçeyek cile; ew şewitandina sembolîk a zihniyeta DAIŞ’ê û Îslama siyasî ye. Ev çalakî gihandinek berbiçav a xeta berxwedana çandî ya ku ji Rojava heta Silêmaniyê dirêj dibe ye.

Bi vî awayî, huner ne tenê qadeke estetîke, bîranîneke têkoşîna gel a ji bo azadiyê ye. Hunergeha Welat vê bîranînê tîne ser dikê û temsîla ji nû ve zayîna gelekî bi çanda xwe dike. Çîroka jiyaneke ku ji aliyê jinan ve hatiye azadkirin û bi nirxên komunal ji nû ve hatiye hunandin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.