Li Romayê festîvala çanda Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 21 Cotmeh 2025 - 00:17

Festîval ji aliyê Buroya Enformasyonê ya Kurdistan, WezaretA Şaredariya Bajarê Mezin a Romayê, komîteyên dostaniyê ya Rete Kurdistan, komîteya Abdullah Ocalan re Azadî û Komeleya Çanda Kurd a Ararat ve hate orgazînekirin.

Di bernameyên festîvalê de bi rêya wêje, sînema, muzîk, panle û çanda xwarinê îşaret bi berxwedan û têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd hate kirin.

Roja ewil a festîvalê bi nasandina pirtûka “Ewrên Baranê” ya Denise Bilgin destpê kir. Nasandin bi moderatoriya wergervana pirtûkê Nayera El Gamal, berpirsyara dîplomasiya Yekîtiya Şaredariyên Rojava Saadiya Koutî û Francesca Patrizi pêk hat. Pirtûk ji çîrokên kesên ku tevlî berxwedana Kobanê bûne, pêk tê.

Di bernameyê de îşaret bi ronahiya ku huner û wêje dide dîroka gelan hat kirin û berxwedana Kobanê  û şehîdên wê hatin bibîranîn. Di dawiya şevê de belgesela li ser Şehîd Dr. Legerîn (Alîna Sanchez) hate temaşekirin.

Roja duyem; helbest, belgefilm û govenda Kurd

Roja duyemîn a festîvalê bi atolyeya li ser reqsên gelê Kurd destpê kir. Piştre pirtûka “Payîz” ku ji helbestên gerîlayên li çiya pêk tê, hat nasandin.

Di saetên êvarê de xwarinên kevneşop ên Kurdan ji mêvanan re hate dayîn. Roja duyemîn a festîhvalê bi pêşandana belgesela bi navê “Naharîna” ku ji aliyê derhênerekî Katalan ve hatiye kişandin, bi dawî bû. Belgesel jiyana komunal a li Rojava û çawaniya pêkanîna konfederalîzma demokratîk vedibêje.

Roja sêyem: nîqaşa li ser pêvajoya azadiyê û Rêber Apo

Roja dawî ya festîvalê bi performansa saksafon a hunermendê navdar Nicola Alessini destpê kir. Piştre li ser pêvajoya nû ya li Tirkiye û azadiya Rêber Apo panelek bi tevlîbûna zêde hate lidarxistin.

Wezîrê Çandê ya Şaredariya Romayê Massimiliano Smeriglio, Hevseroka CRED’ê Michele Arricaler, parêzerê Rêber Apo Arturo Salernî, karîkaturê navdar Zerocalcare, senatorê berê û berdevka Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî Giovanni Russo, berdevkê sendîkaya gel COBAS’ê Piero bernocchi û nivîskarê rojnameya manîfestoya bajêr Chiara Cruciati, tevlî panelê bûn.

Axaftvanan îşaret bi bandorên erênî ya projeya demokrasî û aştiyê li ser gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê kirin. Beşdarvanan diyarkirin ku divê pêvajoyên bi pevçûn bi diyalogê werin çareserkirin û banga demildest azadiya Rêber Apo kirin.

Gelek beşdarvan berê li Ewropa, Îtalya û Tirkiyeyê tevlî bernamyên di çarçoveta azadiya Rêber Apo de bibûn.

Di dawiya şevê de xwarinên Kurdan hatin pêşkêşkirin û festîval bi konsera koma muzîkê ya Karkum Project bi dawî bû.

ANF/ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.