Helwesta dewleta Tirk baweriyê nade

În 12 Kanûn 2025 - 03:52

Dîplomatê Îtalyayî Franco Danieli diyar kir ku li gel gav û hewldanên Rêber Apo jî helwesta aliyê Tirk ne cihê baweriyê ye.

Alîkarê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Franco Danieli yê hiqûqnas ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji nêz ve dişopîne, Rêber Apo weke aktorê esasî yê çareseriya pirsgirêkê pênase kir û ji bo serketina pêvajoyê işaret bi girîngiya azadiya wî kir.

Dîplomat Franco Danieli Rêber Apo şiband qehremanên neteweyî yên dema Risorgimento ya Îtalyayê û got, "Giuseppe Garibaldi û Giuseppe Mazzini yên ji bo rizgariya Îtalyayê têkoşiyan çi be, Ocalan jî bi gelê Kurd ew e. Lîderî dîrokî yê gelê Kurd e, divê bê berdan."

Dîplomatê Îtalî ragihand ku pêvajoya bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin ji bo gelên Tirkiyeyê hêviyeke mezin e û destnîşan kir ku helwesta dewletê bi taybetî ya Erdogan ne cihê baweriyê ye.

Franco Danieli diyar kir ku pêvajoya diyalogê ya dewam dike di serî de ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê tê wateya hêviyeke mezin. Franco Danieli işaret bi gavên dîrokî kir ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hatin avêtin û helwesta dewleta Tirk rexne kir ku ji bo serketina pêvajoyê gavên şênber neavêtiye. Franco Danieli got, nêzîkatiya dewletê ne cihê baweriyê ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Berê jî pêvajoyên bi heman rengî qewimîn û ji ber helwesta dewletê bi ser neket. Em di demeke nû de ne. Komîsyonek heye ku di bin sîwana parlamentê de hatiye avakirin û hevdîtin bi Ocalan re kir. Ocalan nexşerêyek pêşniyar kir, lê belê aliyê dewletê hîn helwesteke şênber nîşan nedaye. Divê neyê jibîrkirin ku Tirkiyeyek heye ku muxatabê Erdogan, partiya wî û dadgerên wî ye. Nepêkan e ku mirov Tirkiyeyê weke welatekî demokratîk pênase bikin. Cudahiya navbera hêzan nîne, dadgerî serbixwe nîne."

Dîplomatê Îtalyayî Franco Danieli işaret bi modelên xweseriyê yên berfireh ên li Ewropayê kir û mînaka Alto Adige (Tirol a Başûr) a li Îtalyayê da: "Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn me Alto Adige ji Awûstûryayê stand. Me ziman û çanda wê parast. Mirovên li wê derê ne niha di nava aramiyê de ne. Ev yek modeleke xweseriyê ya cidî ye. Fikrên ku Ocalan pêşniyar dikin jî gelekî erênî ne û dikarin bi cih bêne anîn. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wezîfe û berpirsyarî dikeve ser milê civaka navneteweyî jî. Mixabin Neteweyên Yekbûyî niha bêkêr e. Yekîtiya Ewropa jî ji ber polîtîkayên Trump û Putin lawaz bûye. Li gel vê yekê jî Ewropa dikare zexta demokratîk li ser Tirkiyeyê zêde bike. Ewropa ne di wê hêzê de ye ku piştgiriya vê pêvajoyê bike, lê belê ji bo ev firsend ji aliyê hikumeta Tirk ve bê nirxandin dikare zorê bide hikumeta Tirk."

ANF / CENEVRE / SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.