Kurdên Holandayê ji kenan ‘zikopişto’ bûn!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Cotmeh 2025 - 00:19

Komedyen û stand-uper Erdal Kaya li bajarê Den Haagê yê Holandayê performanseke serkeftî pêşkêş kir.

Lîstika Erdal Kaya ya bi navê "Zikopişto" ku doh hat nîşandan, ji aliyê temaşevanan ve gelek hat ecibandin. Organîzasyona nîşandanê ji aliyê Bêje Productionê ve hat kirin.

Temaşevanên ku salon dagirtibû, performansa Erdal Kaya li ser pêyan bi çepikan pêşwazî kir.

Di şiroveyên ku di dawiya şevê de hatin kirin de, hat destnîşankirin ku "Zikopişto" xwedî pêkhateyeke hem kêfxweşî û hem jî hizirandinê ye.

Nîşandana ku rastî eleqeyeke mezin hat, di çarçoveya turneya Ewrûpayê de dê di rojên pêş de li bajarên Munîh, Zurîh û Baselê jî derkeve ser dikê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.