
- Di qurana pîroz û tewrata Mûsa de tê gotin ku, mirovahiya heyî 2 caran destpê kiriye. Ya yekemîn bi Adem û Hewa û ya duyemîn jî, bi hz. Nûh û qewmê wî dest pê kiriye.
ARYEN MENDÎ
Lê ya herî dêhndar, di Tewrata Mûsa de dibêje; Adem û Hewa, li parzemîna ku di navberaherdû çeman de dimîne de hatine rû dinyayê.
Daneyeke din jî, ji ola Ezdayî heye. Li gorî baweriya Ezdayî jî, Adem û Hewa, li Nînova, ango li Şêxan, li warê Laleşa Nûranî daketine rû erdê.
Vêca li gorî van daneyan, herdû destpêk jî di nava erdnîgariya Kurdistanê de pêk hatine. Ya din jî, secere, ango darnîjada ku di pirtûkên pîroz de tê zanîn, kurê Adem û Hewa yê herîbiçûk hz. Şît e û ji Şît û bişûnde jî, darnîjad ango sulale, bi vî awayî didome ; Hz Şît > Enoş(kenan) > maxalalet (yeret) > Enox (hz.îdrîs) lemek (metûşellah) > Hz. Nûh...
Nexwe gava ku em vê rêze darnîjadê dişopînin, bi hêsanî tê dîtin ku Hz. Nûh, teqez neviyêAdem û Hewa ye. Ger ku wiha be, ewçax em hinekî din jî li ser rewşa Hz. Nûh rawestin! Dîsadi Tewrata Mûsa de hatiye gotin ku, keştîya Hz. Nûh xwe li navsera Çiyayê Agirîyê daniye. Belê li gorî Qurana Hz. Mihemed jî, piştî boran û tofanê, keştiya Hz. Nûh li navsera ÇiyayêCûdî daniye. Belê ya dêhndar, giring û watedar, herdû çiya jî di navbera sînorên Kurdistanêde, ango li ser parzemîna welatê kurdan in. Dîsa di heman mijarê de, daneyeke balkêş jipismamê Hz. Mihemed, Abdullah ibnî Ebbas heye. Li gorî şirove û nirxandinên Abdullah Îbnî Ebbas, ji ew keştiya ku xwe li navsera Cûdiya miraza daniye, 80 kes daketine û van heştêkesan, li pesarên navsera Cûdî gundekî bi navê Heştêyan ava kirine. Belê tişta teqez, di rojame yî îroyîn de jî hîna jî ew gundê mijara gotinê heye.
Jixwe heta vê dawiyê jî, Şirnex weke Şehrê-nûh dihate gotin û pênasekirin. Vêca gava em vegerin ser babeta xwe, li gorî van têgeh û daneyan, Çiyayê Agirî bi Kurdî ye. Çiyayê Cûdî(cih dît, an çû dît) bi Kurdî ne. Nûh (nûh-nû ) bi Kurdî ye. Heştêyan bi Kurdî ye. Erdnîgarîparzemîna ku kurd lê dijîn e. Welatê hemû ravekirinan û daneyan, welatê kurdan Kurdistan e. Nexwe ! Ya din dîsa di Qurana pîroz, di ayetên, 172 û 173. û di Tewrata hz. Mûsa de jî têragihandin ku; Xweda di serî de peyvên zimanî fêrî Adem û Hewa kiriye û bi vî awayî ewşandine cîhanê. Û li gorî ola Zerduşt jî, ev zimanê ku xweda fêrî Adem û Hewa kiriye, ji%100 teqez zimanê Kurdî ye. Da ku ev têgeh werin destekkirin, Ewliya Çelebiyê gerok ku binav û deng e û bi eslê xwe jî, ji peravên Deryaya Spî ye wiha gotiye; zimanê qewmê Hz. Nûh, ji sedî sed ( %100 ) Kurdî bûye. Dîsa di hemû pirtûkên pîroz de tê gotin ku, beriya tofana Nûhrabe, hemû mirovahiya hebû, bi yek zimanî dipeyivîn. Ev yek jî dikare weke erêkirina vandaneyan were dîtin. Daneyeke giring jî, ji BAHAULLAH, ku bixwe him avakarê baweriyaBahaî ye û him jî, li Îranê zimanzanekî zimanê Farisî ye. Wî jî ev aniye ser ziman û gotiye; Xweda ji pêxemberan re 7 raz şandiye û yek ji wan razan jî, Adem û Hewa ferî zimanê Kurdîkiriye û werê ew şendine rû erdê. Bi kurt û kurmancî, em dibînin di hemû olan de behsa kurd- Kurdî heye.
Daneyeke din jî ew e; qewmê li dû cihûyan di rêza 2'yem de bawerî bi mûsa aniye, kurd bûne. Qewmê li dû xiristiyanan di rêza 2'yem de bawerî bi Îsa aniye kurd bûne. Û dîsa qewmê li dûereban di rêza 2'yem de bawerî bi Mihemed aniye dîsa kurd bûne. Gava em bala xwe bidin ser oldar û feylzofê Faris Elî Şerîetî, wî jî tiştên nuwaze anîne ser ziman û wiha gotiye; Jêderkazanist, agahî, amûr, hizr û felsefê, Rojhilat e û bi destên Grekan derbasî Ewrupa bûne. Ya din, heman têgeh û ravekirin, ji hêla Feylezofê serdemê Abdullah Ocalan ve jî bi dehan caranhatiye
gotin. Ocelan di gelek nirxandin û şiroveyên xwe de gotiye Beriya Sokratesan, Eflatûnan, Arîstoyan û Hegelan, li Rojhilat, feylesofên bi nav û deng yên wekî, Farabî, El Kindî, EbûMuslim, Omer Heyyam, Manî, Zerduşt û hwd. hebûn.
Weke din jî, Elî Şerîetî gotiye, ku zimanê Farisî bihele, min qet ne xem e, jiber ku dikare ji nûve xwe li ser rehên Kurdî zindî bike. Lê ger ku Kurdî hinda bibe û bihele, ne gengaz e ku liser koka zimanê Farisî xwe nû bike. Lewre Kurdî li gorî Farisî dewlemendtirîn e û rehên xwekûrtir e. Dîsa gotiye, ji ber ku di Kurdî de, pêşgir, paşgir, navgir, zayendên nêr û zayendên mêhene, zimanê Kurdî li gorî zimanên din dewlemendtirîn dike.
Vêca li gorî van daneyên giring û pîroz, em hinekî din jî ji dewlemendiya zimanê xweagahdar û haydar dibin. Bi pêşketina têknolojiyê re êdî weke berê tiştekî raz an jî xef û veşartî di bin cilê de namîne û rastî û heqîqet li ser dika dîroka mirovahiyê rewşen e. Astengî, qedexe, pişaftin û helandinên ku dewletên serdest li ser Kurdî pêk anîbûn jî, hetanî astekê ye. Belê tişta herî giring ew e, ku em kurd bi dewlemendiya zimanê xwe zanibin û di hemû qadênjiyanê de lê xwedî derkevin.







