
- Heke helbest xwe bi helbestnivîsan didin nivîsandin, naxwe em ji ked û cefeya helbestvanan re çi bêjin? Ev pirsa gelo helbest xwe dide nivîsandin, an helbestvan wê dinivîsin ji gelek hostayên helbestê hatiye pirsîn.
KAMRAN SIMO HEDILÎ
Ji Octavio Paz jî dipirsin, ew wiha bersivê dide; “Danasîneke bi vî awayî xetereke mezin e. Ji ber di rastiyê de helbest nîn e, helbestvan hene.” Lê yekî din jî, bi hêsanî dikare bêjê helbestvan tune, helbest heye. Shelley dibêje; “Helbest di nava we de tune be, hûn wê li ti derên din nabînin.” Belkî Shelley rast dibêje, ji ber mirov xwedî raman e, hestyar e, dihizire, xeyal dike, dikene, digirî û dixwaze pêşerojê plan bike, di nava her kesî de helbest heye. Nêrîna Shelley ji min re rast tê, helbest, di nava helbestvan de ye. Hin wê dibînin û baş dizanin bigirin, hin baş nabînin di girtinê de lewaz dimînin. Yên wê hestê dibînin û wê dinivîsin dibin helbestvan. Ew çirûskê di nava xwe de digihînin û paşê tînin. Mîna hêk di nava mirîşkan de digihin û mirîşk nikarin hêkên xwe nekin. Her wisa dema di nava helbestvanan de jî helbestên wî/ê gihîştin û xwestin werin helbestvan nikarin wê neyîne. Lê ji anîna û nivîsandina helbestê re hostatiya helbestnivîsan pêwîst e. Da tiştê di nava wan de dilebite zanibin bikin helbest. Ev xisusiyet bi wan re nebin, ew dibin wek kesên din yên di dema lebita êş û janan de an digirîn, an jî bi mey vexwarinê dixwazin êş û janên xwe ji bîr bikin. An jî weke kesên demên şadî di nava wan de dilebitin, bi ken derbas dikin û nizanin wan bikin helbest.
Helbestnivîsên hostayên hestgirtinê bin, dema di nava wan de hest dilebitin, wan hestan digirin û dikin helbest. Ya herî girîng ew e, zanibin lebita hestan bi zimanê helbestê bînin ziman û binivîsin. Helbestvanê kurd Çerkezê Reş, di derbarê hatina helbestê de wisa dibêje; “Ez texmîn dikim wekî hîsek têne min û tiştek heye, lê tiştekî berdest tune ye. Pêşî gotinek di serê min de diçe û tê, piştre jî ew gotin ji nişke ve dibe rêzek, ev rêz ji nişke ve rêzeke din tîne, bi vî awayî hew dibînim, ez dinivîsim...” Hinek jî dibêjin, helbest bêyî ew zanibin di nava wan de digihê û tê. Gihîn û hatin tiştek e, lê hest wergerandina helbestê tiştekî din e. Hin kes hatina hestan bi ax û ofan û hin kes jî, bi çepik û ken dikujin. Helbestvan dizanin, hest kengî tên û çawa wan binivîsin. Ahmed Şamlu di vê der barê de wisa dibêje; “Helbest bêbalkêşiya min, di nava min de haveyna xwe digere, laşê xwe dibîne, kamil dibe, mîna fêkiyekî gihayî dikeve û tê... Tu deman min peymana tiştekî binivîsim nedaye. Bi tenê pêwîstiya nivîsandinê hîs dikim û ew kêlî jî, dema helbest di nava min de digihê ye...” Gelo hêjabûna helbestê îlham e, an keda helbestvan e?
Gelek gengeşî li ser rola îlhamê di helbesta hêja û nehêja de hatine kirin û hê jî têne kirin. Di dîtina min de gotina helbesta hêja an nehêja ne rast e û divê em ji gotinên wisa dûr bikevin. Helbestên yekî/ê nivîsandin, tu kes nikare ji hêja an nehêjahiya wan re biryarê bide. Tiştekî wisa gelo dibe mirov bêje, di vê an di wê çarçovê de pêwîst e helbest were nivîsandin? (Mebesta min helbesta azad e, ya jê re helbesta nûjen tê gotin.) Ez bawer nakim saziyeke hebe, vê biryarê bide. Helbestvan jî nakevin nav hestên wisa, çawa dikarin helbesteke hêja binivîsin. Ji ber hemû helbestên dinivîsin li ber dilên wan hêja ne. Ji bona helbest karê hest û ramanên wê kêliya hatî nivîsandin e. Rast e demeke dirêj kar li ser hûnandin, rêstin, form û naveroka helbestê tê kirin. Lê di bingehê de helbest, raman û hestên kêliya pêşîn e. Hin kes helbestên hêja wisa didin nasîn; “Helbestên di nava xwe de arişî ye (manewî) dihewînin ji mirovan re asoyên nû vedikin û hezkirina jiyanê zêde dikin hêja ne.” Hin kes jî dibêjin; “Helbesta ji îlhama helbestvan be hêja ye.” Yên din dibêjin; “Helbestvan çi qasî kedê bidin, ew qasî helbesta wan dibe helbesteke hêja.”
Ez dibêm, mirov nikare bêje, ev helbestên hêja û ev nehêja ye. Bi tenê mirov dikare li aliyên wan yê hunerî binêre bê huner heye an tune ye û nirxandineke hunerî bike. Li gorî min her helbesta hatî nivîsandin hêja ye. Ji bona heta ew hestên xweşik ji mêjiyê helbestvan têne ziman kedeke mezin pêwîst e.
Hêjahiya helbestê li gorî rewşa civata helbestvan di nav de dijî ye û çi qasî ava giyanê çanda civata wan di raman û hestên wan de li pêş diherike ye. Ji ber helbestvan cewherê binhişîna civatê derdixin derve, mîna kolana bîrê bi zehmetî helbestên xwe dihûnin. Li gorî min helbestên hêjayî xwendinê, helbestên li dijî çerxa deman radiwestin in. Helbestên bûyerên serdema helbestvan nîşan bidin bi sedsalan tên xwendin û xwe didin xwendin hêja ne. Ji ber bi xwendina helbestên wisa re xwendevan ji rewşa wê kêliya tê de ne dûr dikevin û diçin nav deryaya hestan. Mîna ava bê asteng diherike, bê giyanê xwendevanan bi êşînin bi awayekî nazik wan dibin nav cîhana xwe hêja ne.
Hêja û nehêjahiya helbestê bi tenê dîrok dikare biryarê bide. Ji ber wê divê helbestvan vî aliyê zehmet bibînin û dengê henasa dema xwe bigihînin civatên li pey wan tên.









