Ziman nasname ye!

Nûçeyên Forum

În 18 Îlon 2026 - 07:00

  • Her ku diçe hê zêdetir girîngiya zimanê dayikê diyar dibe. Derdikeve pêş. Jixwe zimanê dayikê nebe nabe ye.

ADIL QAZÎ

Ya rastî me di jiyanê de dev ji zimanê xwe berdaye! Ango “hebe jî dibe nebe jî dibe”! Her çende bi dehan sazî û dezgeyên me hene, tev jî yê ji bo pêşxistina zimanê Kurdî ne. Tev ji bo zimanê Kurdî nemire û hwd. Lê tenê ev di van saziyan de dimîne! Bi sedan, bi hezaran şagirt ji van saziyan kuta dibin, bawernameyên xwe digrin, bilind dibin digihîjin asta mamostetiyê. De baş e em qala bi hezaran mamoste û her wiha şagirt û xwendekaran dikin. Her yek ji malbatekê bihesibînin; ev di bajarekî de bi texmînî bi qasî rêjeya ji sedî 20-30 dike. Lê belê di bajarekî wekî Amed û Wanê de (ku her bajarekî bi milyonan gelheya xwe heye) heta em dikarin bibêjin li Kurdistanê ev herdu bajar hema bêje di gelek waran de diyarker in. Di van du bajaran de tenê em lê binêrin bes e. Ji bo em fêm bikin da Kurdî di çi rewşê de ye!

Gava Kurdî lawaz bibe Kurd û nasnameya Kurdan jî di lawaziyê de ye, lawaz dibe. Pêre pêre jî ew nasname winda dibe. Tenê di warê siyasî de di ramanê de û bi devkî; ango di gotinê de dimîne. “Zimanê Min Nasnameya Min e” ji devê me kêm nabe! Lê belê tenê gotin e, hew! Yanê di gotinê de dimîne. Tişta ku nekeve jiyanê tu nikarî qala wî tiştî jî bikî. Yanê ew nîne! Gotineke pêşiyan heye “kirin ji hezar gotinan çêtir e” yanê hela ku em Kurd ku aqiliê me di çavê me de ye. Em tiştan bi çavê serê xwe nebînin zû bi zû em wî tiştî napejirînin. Vêca zimanê dayikê em dibêjin dil û cerg e. Hest û çerm e. Lê zimanê biyanî; cil û kurk e li ser bedena mirov. Hest û dil ku nexebite, li gor cewherê xwe neherike ew dil û cerg yê wê bedenê di nava herikîna demê de diguhere, dejenere dibe, ji cewherê xwe dûr dikeve û êdî her çende beden biaxive bi zimanekî biyanî bibêje “Ez Kurd im” jî ew cewher wî zimanî fêm nake û ne ji bo fikir û ramanê Kurdan re xizmet dike ne jî ji hest û dilê Kurdan fêm dike. Bêguman di warê wêjeyê de jî heman tişt e.

Çawa ku Yaşar Kemal û gelek nivîskarên navdar hene; pênûsa wan di warê gerdûniyê de gelek xelat stendine. Rûmet digirin. Lê li ser wê nasnameya nijada wan, şexsan na. Li zimanê wan dinêre. Bi çi zimanî hatibe nivîsandin ew dikeve xana wêjeya wî zimanî. Ango nasname û nijad an jî wî gel î. Wekî mînak; em nikarin ji Yaşar Kemal re bibêjin nivîskar û wêjekarekî Kurd e! Lewra ew her çiqas di naverok û cewherê gelek romanên xwe de qala Kurdan bike jî sed mixabin vegotina wan xisûsiyetan bi zimanê biyanî ye. Ji ber vê ye xizmetguzariya wêjeya Tirkî dike. Ji wêjeya Tirkî re dibe paye.

Dîsa; Mîr Celadet Elî Bedirxan “Hey Kurdno, malxerabno yan mebêjin em Kurd in an jî bi Kurdî biaxivin” yanê ku em bi zimanê xwe biaxivin; her çi dibe bila bibe, li ku dibe bila bibe encax wê demê em dikarin bibêjin ‘rast e, zimanê min nasnameya min e’!

Di qada siyasetê de jî wisa; em bi salan têdikoşin, doza nasnama xwe dikin lê bi zimanekî biyanî! Heta derekê tê fêmkirin. Bêguman ev Nasnameya Kurd jî wekî etnîk-nijada Kurdan tişta nehatiye serê wan nîne. Encax ev Kurd e ku bi hezarê salan li ber xwe daye, têkoşiyaye û bedelên pir giranbuha dane û gihêştine vê qonaxê. Tevgera Azadiyê hema bêje ji çend salên destpêkê pê ve di nava tekoşîna çekdarî de jî zimanê Kurdî esas girtiye. Hewl daye ku di her qadê tekoşînê de bi zimanê Kurdî têkoşîn pêş bikeve. Digel ku evçend derfet hatine afirandin û îmkanê fêrbûna zimanê xwe zêde zêde hebe jî; carekê ku di dil û cewher de ew xwestek bêrîkirin, hezkirina ji wî zimanî re tunebe bi kampanyan, bi qedexekirinan, bi zext û zorê jî ziman nayê fêrkirin. Ma çima qey em zimanê xwe hêja nabînin? Yan zimanê me têra wêjeyê, çandê, siyasetê nake? Qey em zimanê xwe layiqê qesr û qonaxên fermî nabînin? Yan em ji zimanê xwe şerm dikin û hwd.

Van hemû hişmendiyan di serê me de hatibû avakirin û bi rastî jî me ji zimanê xwe fedî/fihêt dikir ku biaxivin! Kengî? Kengî me biyaniyek didît di serî de em pê dikeniyan, pê re pê re jî me guhê xwe lê nîç dikir ‘ka çawa diaxivin’ lêguhdar dikir… pê re me jî xwe şiband wan biyaniyan. Di serî de bi cil û bergan me xwe şiband biyaniyan. Me dest ji şal û şapik/kofî û dêreyê xwe berda. Her ku em ber bi bajar ve çûn em ji koka xwe dûr ketin. Halbû şaristanî ji gundan dest pê kiribû. Serok Apo di nivîsek xwe de “… rast e, em ji şaristaniyê re biyanî bimînin jî me nasname û çanda xwe parastiye” dibêje.

Her kî bi çi zaravayî diaxive bila biaxive jî ew sedî sed Kurd e. Ji dîrok, wêje û nasnameya Kurdan re xizmetê dike… Di vê pêvajoya nû ya ku Serok Apo daye destpêkirin de tam wexta wê ye ku em bi heft destan lê wer bên ku encax wê demê ev nasname qewîn dibe, ev pêvajo jî di wê astê de wateyê dibîne. Weke mînak li Sûriyeyê nasnameya Kurdî bi awayekî siyasî bipejirînin, lê zimanê Kurdî bi fermî nepejirînin! Wek zimanekî biyanî bikin derseke bijarte! Di hefteyê de tenê 3 saetan ! Ev nepejirandina nasnameya Kurd e. Yanê dixwazin bi awayeke zirav li me badin û bibêjin “li Sûrî berê Kurd nedihat pejirandin. Nedikarîbû ji xwe re li gor dilê xwe wekî Ereb li wê deverê bijî. (Maye ku ew der jî xaka Kurdistanê ye) yanê li ser axa xwe Kurd heta niha tunebû, lê niha hûn dikarin ji xwe re bibêjin em Kurd in, xanî ava bikin û zeviyan bistînin biajon”. Lê belê di dibistanan de zimanê sereke wê Erebî be. Ji bilî wî dê zimanê Îngilîzî, Fransî, Tirkî bê dayîn lê di hefteyê de 3 saetan jî Kurdî kî dixwaze fêr bibe dikarin wê dersê vebijêrin! Dibêjin.  

Yanê bi milyonan Kurd; li ser axa xwe nikare her wext bi hawê dilê xwe, bi zimanê xwe biaxive, binivisîne, perwerdeyê bibîne û hwd! Navê vêna jî dê Entegrasyona Demokratîk be! Ev nayê qebûlkirin. Di Entegrasyona Demokratîk de; di serî de divê her alî ji nirxên hevdu yên esasî re rêzdar bin. Ev ji bo herdu aliyan jî derbasdar e. Rêzdariya herî mezin jî bi zimanê xwe jiyîn e. Yanê her çi wê bijî divê bi zimanê xwe yê dayikê pêk were. Ger em dibêjin ziman nasname ye, wê demê ev peyman, lihevdukirin an aştî her çi dibe bila be lazim e bi wê nasnameyê re rû bi rû bin. Werin ba hev. Di civîn û guftûgoyan de jî lazim e her alî bi zimanê xwe biaxive û di wir de reng jihevdu kifş bibin. Divê bi rengê xwe diyar be. Kî çi ye, çi kes e û hwd.

Ev feraset bêguman li Tirkiyeyê jî dê welê be. Gav bi gav em ber bi wir ve diçin. Ji bo em destê Serok Apo xurt bikin jî divê em di vê xalê de, yanê di xala ziman de zêde zêde hesas bin û her kes xwe berpirsiyar bibîne. Pêşengiya vî karî bike. Em tenê bi Kurdî biaxivin (hemû zarave tê de) li ku dibe bila bibe, di bazarê de be, di kargeheke fermî de be, li derek fermî Dadgeh be, Meclis be, her çi tê bîra we li wan hemû deveran em bi zimanê xwe biaxivin teqez dê ev bê dîtin û rêz jê re were girtin. Lê divê berî herkesî em xwe bi xwe ji zimanê xwe re rêzdar bin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.