Ahmet Kaya hat bibîranîn

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 18 Mijdar 2023 - 00:11

Hunermendê Kurd Ahmet Kaya yê ku li sirgûnê wefat kir, di salvegera 23‘yan a wefata xwe de li ser gora xwe ya li Parîsê hat bibîranîn.

Hunermendê Kurd Ahmet Kaya, di 16'ê Mijdara 2000’î de li paytexta Fransa Parîsê li sirgûnê wefat kir. Bi pêşengiya TEV-ÇAND-Ewrûpayê li ser gora xwe ya li Goristana Pére Lachaise a li Parîsê, hat bibîranîn. Hevjîna Ahmet Kaya, Gulten Kaya, Osman Baydemîr, hunermendên TEV-ÇAND’ê Farqîn Azad, Deza Amed, derhêner Şehram Alîdî, helbestvan Selîm Temo û kesên ji Ahmet Kaya hes dikin, tevlî merasima bibîranînê bûn.

 Li ser daxwaza hevjîna Ahmet Kaya, Gulten Kaya strana Mîr Perwer ku par beşdarî bibîranînê bûbû û di Kanûna 2022’yan de li Parîsê hatibû şehîdkirin, hat lêxistin.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.