Pêşketina pêvajoyê qanûnan pêkan e
Şemî 26 Nîsan 2025 - 03:25
Hevserokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya banga Rêber Apo ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ nirxand û anî ziman ku divê hikûmet li gel aktorên Kurd ên siyasî diyalogeke zelal û jidil pêş bixe, aktorên civakî tevlî pêvajoyê bibin û nexşerêyeke eşkere were diyarkirin û got ku ji bo paşerojeke demokratîk divê êdî pirsgirêka Kurd were çareserkirin û ev yek neyê taloqkirin. Kaya destnîşan kir ku pêşeroja sed salî ya Tirkiyeyê ya têkildarî pirsgirêka Kurd û bawerînedayîna nêzîkatiyên dewletê gumanên gelê Kurd ên li hemberî dewletê zêde kirine û got:’’Fikarên têkildarî pêvajoyê di cih de ne. Li gel van fikaran divê em ji bîr nekin ku sedemên xurt yên hêviyê didin jî hene. Bi taybetî jî ji aliyê Kurdan ve dewleta Tirk bi hebûna xwe ve jî ji ber tecrûbeyên dîrokî bi serê xwe sedema fikaran e. Ji ber ku dema em li dîroka sed salî ya Komarê dinêrin, em dibînin ku dewlet di nêzîkatiya xwe ya ji bo pirsgirêka Kurd de bi awayekî bawerdêr û jidil tev negeriyaye. Ji ber vê yekê nêzîkatiya Kurdan û siyasetmedarên Kurd a li hemberî dewletê tê fêmkirin.’’ Ahmet Kaya anî ziman ku konjoktur û şert û mercên navneteweyî di pirsgirêka Kurd de zorê li Tirkiyeyê dikin û got:’’Hevsengiyên li Rojhilata Navîn guherîne, bandora Îranê ya li ser herêmê kêm bûye û ragêşiyên di navbera Ewropa û Emerîkayê de kûrtir bûne. Helwesta Îsraîlê ya li hemberî Filistînê ya êrîşkarî jî bûye sedem ku hêzên milîs ên li herêmê lawaz bibin. Ev geşedan Tirkiyeyê neçar dikin ku di hevsengiya herêmî de xwe ji nû ve bi cih bike. Ji ber wê yekê nêzîkatiya dewletê a ji bo vê meseleyê êdî bes ne bi parametreyên polîtîkaya navxweyî di heman demê de bi faktorên herêmî û navneteweyî jî şiklekî digire.’’
Divê girtiyên nexweş bên berdan
Kaya di berdewamiya axaftina xwe de îfade kir ku divê êdî li şûna gotina weke ’xwişk-biratiya hezar salî’ ên têkildarî pêvajoyê serî li polîtîkayên realîsttirîn bê dayîn û got:’’Di bingeha pêngavên dewletê de ji romantîzmekê zêdetir hêmanên weke neçarî, berjewendiyên stratejîk û berdewamî hene. Ji ber vê yekê divê aktorên pêvajoyê li gorî vê yekê tev bigerin.’’ Kaya diyar kir ku yek ji girîngtirîn pêngaveke pêvajoyê avakirina binesaziya hiqûqî ye û destnîşan kir ku divê mijarên çekberdanê û rewşa girtiyên siyasî werin zelalkirin û got:’’Ji bo ku ev dewlet vê pêvajoyê bi serkeftî bi rê ve bibe, neçar e ku sererastkirinên hiqûqî bike. A niha sererastkirineke têkildarî girtiyên siyasî bi taybetî jî tehliyekirina girtiyên nexweş di çarçoveya niyetbaşiyê de xaleke gelekî girîng e.’’
Divê şertên Ocalan sererast bibin
Kaya piştre anî ziman ji bo ku PKK xwe fesx bike û çekan berde divê rewşa Rêber Apo ya hiqûqî nebe mijara nîqaşê û got:’’Abdullah Ocalan aktorê sereke yê pêvajoyê ye. Şert û mercên wî ne guncavî vê yekê ne. Ji bo ku beşdarî pêvajoyê bibe û bi awayekî serkeftî pêvajoyê bi rê ve bibe divê rêyên ragihandinê vekirî bin. Li gel sererastkirina rewşa hiqûqî divê li gel hemû aktor û aliyên pêvajoyê di nava têkiliyê de be. Hin geşedanên dawîn erênî ne. Hevdîtinên li gel Wezareta Edaletê û bi taybetî jî daxuyaniyên Pervîn Bûldanê nîşan didin ku wê hin sererastkirin pêk werin. Ji meha Nîsanê û vir ve rasterast tevlîbûna Erdogan a li pêvajoyê, nîşan dide ku dewlet bi awayekî sazûmanî tevlî pêvajoyê dibe. Ji bo vê jî girîng e ku aliyê din jî bi temsîliyeteke bi heman rengî ya sazûmanî tevlî pêvajoyê bibe da ku pêvajo xetimandî nebe. Wezîfeyek mezin dikeve ser milê mûxalefetê. Bi taybetî CHP’ê, her çend pêvajoyê erênî pêşwazî dike jî, ne xwedî kapasîteya ku pêşengiya pêvajoyê bike. Nakokiyên navxweyî, pozîsyona ku li dijî desthilatdariyê girtiye û hevsengiyên civakî, nahêle bibe aktorek bi bandor.’’
Pêvajo derfeteke girîng e
Civak, pêvajoyê erênî pêşwazî dike. Divê aliyê Kurd ne tenê bi guman, di heman demê de bi awayekî çêker û ji xwe bawer pêvajoyê binirxîne. Ji ber bûyerên dîrokî bêbaweriyek çêbûye, ev yek tê fêmkirin lê divê bê zanîn şert û mercên îro ji yên berê gelek cudatir in. Eger ev ferq neyê dîtin, wê rê li ber xitimandina pêvajoyê veke. Divê aktorên Kurd helwesteke ku îradeya çareseriyê bide pêş, nîşan bidin.” Kaya, destnîşan kir ku pêvajo hem ji bo aştiya navxweyî û hem jî ji bo aramiya herêmê firsendeke girîng e û diyar kir ku ji bo çareseriyeke serkeftî divê binesaziya qanûnî û sazî were avakirin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN