Îran bi darvekirinê tola xwe digre
În 10 Cotmeh 2025 - 15:00
- Mersede Kaîdî got: “Rejîmên faşîst ên mîna komara Îslamî ya Îranê, darvekirinê ji bo parastina hêza xwe wek amûrê bi kar tînin. Bi nêrîna wan, ew ê bi darvekirinê bi tevgerên gel paş ve gav bidin avêtin.”
Roja 10’ê Cotmehê weke ‘Roja li Dijî Cezayê Darvekirinê’ tê zanîn. Di vê rojê de sazî û aktivîstên mafên mirovan, ji bo bidawîkirina vî cezayê dermirovî hewl didin. Lê belê li Îranê darvekirin hê wek amûra tepisandina civakê tê bikaranîn û her roj zêde dibe. Cezayê mirinê, îşkence û şertên girtîgehê yên dermirovî, ev zêdeyî 40 salan e ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, bûye amûra bêdengkirina civakê. Di hefteyên dawî de, bi taybetî piştî şerê Îran û Îsraîlê yê 12 rojan, rewşa girtiyan xirab bûye û hejmara dervakirinan di asteke cidî de zêde bûye.
Merseda Kaidî ya têkildarî mijarê axivî, got ku “Girtîgehên Îranê her dem xwedî şertên xirab bûn, lê belê piştî şerê 12 rojan, gelek girtî ji girtîgeha Evînê sewqî girtîgeha Qerçekê hatin kirin. Ev cih qada komkujiyê ye. Şertên tenduristî, xwarin û derdorê di asteke metirsîdar de ye. Beriya mirina Someye Raşîdî, rejîm neçar ma ku eşkere bike, nêzî 30 girtiyên jin ji ber kêmaniya mudaxeleyên tibî jiyana xwe ji dest dane.”
Merseda Kaidî destnîşan kir ku cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî hat birîn tolhildana ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye û wiha got: “Ev hersê jin tenê ji ber mirov in û parastina mafên karker, jin û zarokan kiriye mehkûmî darvekirinê hatine kirin. Lê belê ji aliyê Îtalyayê ve dayîna hemwelatîbûniya rûmetê ji bo hersê jinan, nîşan dide ku doza wan di asta navneteweyî de hatiye qezenckirin lê ev têr nake. Ev jin hê di bin xeteriyek mezin de ne. Bi taybetî di meşa karkerên kedkar a Kirmanşan û Gîlanê de, ala wan a azadiyê tê hilgirtin.”
NÛJINHA/NAVENDA NÛÇEYAN / ŞEHLA MIHEMEDÎ