Xelatên Rojnamegeriya Gûrbetellî Ersoz

Pêncşem 9 Cotmeh 2025 - 17:15

  • Xelatên Rojnamegeriya Jinan ên Gûrbetellî Ersoz ku îsal cara yekem ji hêla MKG'ê ve hatin lidarxistin. Di merasîmê rojnamegerên ku xelat girtin diyarkirin ku ew şopdarên şehîdên Çapemeniya Azad bin.

 

 

Xelatên Rojnamegeriya Jinan ên Gûrbetellî Ersozê ku îsal cara yekem ji hêla Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ve têne lidarxistin, li ÇandAmedê hatin pêşkêş kirin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), gelek rojnameger, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, dayika Gurbetellî Ersoz Fatma Ersoz, siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Komeleya Jinan a Rosayê û rêxistinên civakî beşdar bûn.

Merasîmê ji bo şehîdên Çapemeniya Azad bi deqeyekî rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê girseyê dirûşmeya "şehîd namirin" berz kir.

Pişt re Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Rojnameger Roza Metîna axivî. Roza Metîna diyarkir ku Gûrbetellî Ersoz di salên herî zor û zehmet de têkoşîneke bêhempa raber kir. Ruxmê ku gelek caran hat girtin, rastî zordestiyê jî hat, tu carî serî netewan. Gûrbeteliyê di heman deme de li hember zimanê serdest û baviksalar jî bi pênûsa xwe têkoşîn meşand. Bi vê berxwedana xwe ji rojnamegerên jin yên Çapemeniya Azad re mîrateyeke mezin hişt. Gulistan Tara, Hêro Bahaddîn, Nûjiyan Erhan jî xwendekarên Gûrbetellî Ersozê bûn. Em ê îro jî li hember polîtîkayên serdest, mêrperest li ber xwe bidin. Em ê tu carî serî li ber van polîtîkayên dewletê netewînin."

Piştî axaftina Roza Metînayê sînevîzyoneke ku behsa jiyan û têkoşîna Gûrbetellî Ersozê, zext û zordariya ku di salên 90î de li ser Çapemeniya Azad dihat meşandin hat nişandan. Piştî temaşekirina sînevîzyonê gel dirûşmeya ‘Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin’ berz kir.

Dû re dayika Gûrbetellî Ersozê Fatma Ersoz axaftineke kurt kir û got: “Me wek gelê Kurd pir bedelên giran dan. Êdî bes e. Em aştî û xweşiyê dixwazin. Ez ji we hemûyan re di têkoşîna we de serkeftinê dixwazim.”

Piştî axaftinan xelat hatin dayin û merasîm bi dawî bû. JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.