Yek ji lehengên bênav ê Kobanê bû

Pêncşem 9 Cotmeh 2025 - 18:00

  • Mûrat Karayilan Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Şivan Cîlo Gever ê ku 16’ê Hezîrana 2023’yan di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bû, bi bîr anî û got, “Heval Şivan ji bo rizgarkirina Kobanê bi roleke mezin rabû. Yek ji lehengên bênav ê Kobanê bû.”

Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Fermandariya HPG’ê Şivan Cîlo Gever (Yûnûs Demîr) ê ku 16’ê Hezîrana 2023’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bû, bi bîr anî.

Karayilan diyar kir ku şehîd Şivan Gever di têkoşîna xwe ya 31 salan de li her parçeyê Kurdistanê şer kiriye, fedekariyên mezin raber kiriye û anî ziman ku ji Dersimê heya Amedê, ji Kobanê heya Şengalê û berxwedana Zapê di gelek berxwedanan de bi roleke dîrokî rabûye. Karayilan destnîşan kir ku şehîd Şivan Gever di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgeriyê de 5,6 caran birîndar bûye, lê ti carî dest ji têkoşînê bernedaye û bang li gelê Geverê kir ku divê xwedî li vî şervanê bi wêrek derbikeve.

Nirxandina Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan a derbarê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Fermandariya HPG’ê Şivan Cîlo Gever bi vî rengî ye:

“Heval Şivan Cîlo Gever, Yûnûs Demîr hevalekî me yê endamê Komîteya Navendî ya Partiya me PKK’ê me bû. Di xebata me ya têkoşîna azadiya Kurdistanê de roleke mezin lîst. 16’ê Hezîrana 2023’yan li herêma Avaşîn a xeta Barzanê bi komek hevalan re şehîd bûn. Weke ewlekarî, Kerîm Amed, Şervan Kobanê pê re bûn. Bê guman ew ji bo me windahiyek cidî bû. Hevalê Şivan Cîlo di têkoşîna me de wek hevalekî kedkar û ji her karî re amade, dihat naskirin. Heval ji Geverê bû, li ser hîmê nirxên Kurdîtiyê û welatparêziya li Geverê mezin bûbû û ji malbateke kedkar bû. Bi xwe jî weke kedkarek dixebitî. Hostayê dîwar bû. Di karê feyans û hwd de wek kedkarek dixebitî. Li kêleka vê pêşveçûna Têkoşîna Azadiya Kurdistanê jî bala wî kişandibû. Lewma demekê hem xebitî û hem jî milîsî ji tevgerê re kir. Piştre ji hevalan bandor bû û di sala 1993’yan de li Zagrosê tevlî nava refên gerîla bû. Weke me got, heval Şivan hevalekî kedkar bû. Dibistan heya seretayî xwendibû. Ango dema tevlî bûyî, weke gelek hevalan ne kesek wisa rewşenbîr bû. Bi hestên welatparêzî, Kurdewarî û dilsozî heval Şivan tevlî nav refên me bû. Mirov dikare bêje koka dilê welatparêziya Geverê weke derketinek bû, hîn di sala 93’yan de wek ciwanekî Kurd ê 25 salî tevlî nava refên me bû. Ji roja tevlî bûyî û heya roja dawî, her tim ked daye. Bi kedkariya xwe tê nasîn. Çar salên destpêkê li Cîlo û giştî Zagrosê wisa Çarçela û her derê xebatê dimeşîne, tevlî şer dibe. Carekê li Geverê di çalakiyê de ji singê xwe birîndar dibe. Piştî wê derbasî herêma Xakurkê, Soran dibe. Sê salan jî li wir dimîne. Wek leşkerekî bi tecrube di gelek çalakiyan de cih girtî, bi taybet di çalakiyên êrîşê de cih girtî, wisa ji her karî re xwe amade dibîne. Heval Şivan ji bo rizgarkirina Kobanê bi roleke mezin rabû. Yek ji lehengên bênav ê Kobanê bû.

Bi kurtasî hevalê Şivan, hevalekî wisa bû. Gelekî mutewazî bû. Her tişt ji bo gel û rêxistinê dikir. Û çi qas dikir jî xwe hîn jî weke deyndar didît. Yanî dinya jî fetih bikirina, Şivan tim Şivan bû. Tu caran dev ji mutewazîbûna xwe bernedida û pir sade, durist û xwezayî bû. Dinya jî fetih bikira, dîsa hema weke leşkerek û neferekî bû. Hevalekî wisa bû. Piştre dema ku Kobanê rizgar bû û tevgera li gundan dest pê kir û piştî wê jî jixwe di pêngavên Minbic û Tebqadê de jî cih girt. Koordîneya giştî hebû lê belê ew jî weke fermandarê Kobanê beşdar bû. Hevalê Şivan jî di wan pêngavan de rola xwe lîst. Weke me anî ziman ew şerê gelekî wisa kollektîf bû û helbet gelekî hevalan tê de rola xwe lîst. Her wiha heval Şivan jî beşdarî pêngavan hemûyan bû lê belê tu caran qal nedikir. Piştre jî ji wir di sala 2017’an de derbasî Şengalê bû. Li Şengalê ji hevalê Egîd Jiryan ku ew jî ji egîdekî ji Geverê ye û weke navê xwe ew jî egîdek bû, ji wî erk dewr girt. Wê demê hevalê Egîd, li wir bû, erka xwe ya li wir temam kir û wî jî di rizgarkirina Şengalê û pêşîlêgirtina fermanê de roleke dîrokî lîst. Piştre dixwest derbasî Botanê bibe. Yanî daxwaziyeke wî ya wisa mezin hebû. Ji ber wê yekê jî heval Şivan çû şûna wî û wî jî erk dewrî Şivan kir. Û piştre jî hema bibêjin salekê heya salek jî temam nebûbû, ez bawer im di meha Nîsana 2018’an de bû, Tevgera me biryar da ku em weke HPG ji Şengalê vekişin. Vêca wê serdemê heval Şivan jî li gel hêza xwe yanî li gel hejmareke zêde ya hevalên xwe beş bi beş ji wir vekişiyan û piştre jî ew bi xwe hat. Wisa ji Şengalê hat û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li xeta Zap, Avaşîn û Xakurkê xebatên xwe meşandin. Heval Şivan ji sala 2018’an û heya şehadeta sala xwe ya 2023’yan li van herêman bû. Li wan deran jî kedeke mezin da. Her wiha di berxwedana Zapê ya di sala 2022’yan de heval Şivan dîsa koordîne bû.

Niha di şexsê hevalên Şivan û Ronî de tişta ku derdikeve holê çi ye? Bi taybet ya heval Şivan ew e ku qet neçûye dibistanê. Lê belê ger em li welatparêziya herêmê ya Colemêrg, Şemzînan û Geverê binêrin ku nûnerên wê yek jî hevalê Tekoşer bû ku ji eslê xwe ji Şemzînanê ye û li Geverê mezin bûye. Yanî tişta ku mirov têkildarî van hevalan dibîne çi ye? Welatparêziya kûr e. Ev heval dema ku fikir û ramana Rêber Apo nas dikin bi fesefeya Apoyî re dibin yek û dibin lehengên mezin. Di şexsê heval Şivan de ev yek tê ser ziman. Yanî weke kedkarekî bi rê ketiye û bûye Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê. Ev yek rola heval Şivan raber dike. Rast e. Lê belê di esasê xwe de hêz, fikir û ramana Rêber Apo raber dike. Apogeriyê raber dike. Yanî dikare kesekî jirêzê wisa bike pêşeng. Wisa hêz bidiyê. Heman tişt di şexsê hevalên jin de derbasdar e. Bo mînak em dikarin navên hevalên weke Berçem, Rojbîn û gelek hevalên din ên hêja yên ji wê herêmê bidin. Em nikarin navên hemûyan li vir bibêjin lê belê ev heval weke sembol temsîla hemûyan in. Yanî jina Kurd dema ku li ser bingeha welatparêziyê fikir û ramana Apogeriyê nas dike, dibe egîdek. Di pratîkê de ev yek hatiye îspatkirin. Jinên leheng, li vî welatî bi vî rengî derketine holê. Ev yek di dîroka Tevgera me de bi sedan caran, bi hezaran caran hatiye îspatkirin. Ev berxwedanên wisa di şexsê van hevalên leheng de pêş ketî, bi esasî pêşeroja gelê me, gelê Kurd ava kirin. Ev ne paşeroj in, ev pêşeroj in. Pêşerojê ava dikin. Gelê me û em roja îroyîn dikarin girêdayî bingeha van lehengan dikarin xwe bi her awayî ava bikin.” ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.