Aştiya li mutaxabê xwe digere - III
Pêncşem 9 Cotmeh 2025 - 18:30
- Tevî ku Tevgera Azadiya Kurd ji serdema destpêkê û heta niha bi israr qala çareseriyê dike jî, dewleta Tirk gelek caran li Tirkiye û her çar parçeyên Kurdistanê operasyon pêk anî û komkujî kir.
Dewleta Tirk di serdema ku şerê herî dijwar diqewimî de li ser gel û PKK’ê êrîşên ku tu sînor û qanûnan nas nake pêk anî û bi rastî bang û hewldanên hêviya aştiyê mîna îro dîsa hatin rojevê. Tiştên ku îro diqewimin, serketina tevgereke ku ji roja yekem ve rêya çareseriyê nîşan daye û aliyê din ê ku di şer de israr kiriye, hatiye ser maseya ku Rêber Apo her tim nîşan daye.
Dewleta Tirk, bangên PKK’ê yên ji bo agirbest û çareseriya siyasî ku ji sala 1993’yan vir ve car bi car dikir, bi israr ji nedîtî ve hat. Israra li ser şer bênavber berdewam kir. Li hemû herêmên Kurdistanê êrîş û komkujiyên mezin hatin kirin. Li dijî gelê Kurd ên li Tirkiyeyê dijîn, êrîşên nîjadperest û faşîst hatin birêxistinkirin. Hem di êrîşên dewleta Tirk û hem jî yên çeteyên faşîst ên sivîl de bi hezaran kes hatin qetilkirin. Gundiyan avêtin çalên asîtê, di binçavan de winda kirin û di girtîgehan de hatin qetilkirin. Bi çekên kîmyewî êrîşî herêmên gerîla kirin. Wê demê êrîşa kîmyewî ya herî mezin a li hemberî gerîlayan di 16’ê Gulana 1994’an de li Çiyayê Bêzarê hat kirin. Şeş gerîla û 22 xwendekarên dersxaneyê yên ku dixwestin tevlî ARGK’ê bibin, bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin.
Piştî ku agirbestên di navbera salên 1993 û 1995’an de bi dawî bûn, Rêber Apo di hevpeyvîna ku bi Ertugrul Kurkçu yê rojnameya Ozgur Gundemê re kiribû de bi zelalî diyar kir ku aliyê ku aştî naxwaze dewlet e û “Agirbest ne tiştek e ku vala derketiye holê. Encamên wê yên pir girîng hebûn. Bi taybetî dema ku me eleqeya aliyê din dît, em bi hesasiyeteke mezin nêzîk bûn. Li ser navê me wan got, ‘Teslîm dibin, dev ji têkoşînê berdidin’. Madem ku derfeteke lihevkirinê hebû, me yê vê yekê binirxanda. Me nirxand, lê ji aliyê din ve bi komployekê terkî komployê hate kirin.”
Tevgera Azadiya Kurd diyar dike ku ji damezrandina xwe ve heta niha li hemberî nêzîkatiya aliyê din bi israr bikaranîna hêzê bersivê didin, dewleta Tirk li şûna ku alîgiriya çareseriyê bike, hem li Bakur û hem jî li deverên din ên ku gerîla lê bi cih bûne, operasyon pêk anî. Ji bilî operasyon, êrîş û komkujiyên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk aniye, li hemberî parçeyên din ên Kurdistanê gelek caran operasyonên ku wekî dersînor bi nav dike pêk anî.
Tevgera Azadiya Kurd a ku dem bi dem agirbest îlan kiriye, diyar kir ku di vê pêvajoya agirbestê de ew bi isar li aliyê aştiyê ne, wê pêvajoyên pevçûnê bi dawî bibin. Tevgera Azadiya Kurd heta niha di salên 1993, 1995, 1998, 1999, 2006, 2009 û 2013’an de agirbest û serdemên rawestandina têkoşîna çekdarî pêk aniye. AKP’ê pêvajoya aştiyê ya sala 2013’an sabote kir û bi destpêkirina êrîşan re bi dawî bû. Tevgera Azadiya Kurd heta banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an têkoşîna çekdarî ji nû ve dabû destpêkirin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN