Divê Ocalan azad bibe

Sêşem 7 Cotmeh 2025 - 03:50

Profesorê Sosyolojiyê ya Zanîngeha Kalîforniyayê William I. Robînson, ji ber Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, peyameke piştgiriyê ji Rêber APO û DEM Partiyê re şand. Robînson di peyama xwe de bal kişande azadiya Rêber APO û destnîşan kir ku ev yek di paşeroja Tirkiyeyê de jî xwedî roleke girîng e.

Di peyamê de îşaret bi girîngiya Konfederalîzma Demokratîk jî tê kirin û wiha tê gotin:’’Ez ji bo piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê ku li Tirkiyê tê meşandin, ji bo Lîderê Kurd Abdullah Ocalan û DEM Partiyê re vê nameya xwe dinivîsînim. Em di qonaxekê re derbas dibin ku di nîzama cîhanê de krîzeke kûr û veguherînên girîng tên jiyan kirin. Ev qonax, li gel xeteriyên mezin, di heman demê de derfetên nû di xwe de dihewîne. Ev rewş dihêle ku em di mijara têkoşîna azadiyê ya di civaka me ya gerdûnî de ku bi êş û bêderfetiyên mezin dagirtiye, jinûve bifikirin. Ew ezmûna gelê Kurd ê Konfederalîzma Demokratîk a di salên dawî de, ev yek nîşanî me da. Têkoşîna xweseriyê ya xwe dispêre demokrasiya yekser û ji jêrê tê rêxistinkirin, dikare di şertên herî zehmet de jî li dijî zexta baviksalarî, dagirkeriya çînî û tahakûma polîtîk, alternatîfeke xurt ava bike.

Îro PKK pêşniyar dike ku ji têkoşîna çekdarî derbasî tevgereke civakî ya aştîxwaz û sosyalîst bibe. Ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê, divê çend gavên girîng bên avêtin. Ya yekemîn; beriya hertiştî divê li Tirkiyeyê gavavêtineke siyasî ya ku derfetê bide veguherînê pêk were. Ya duyemîn; ew têkoşîna Kurdan a li dijî zexta etnîkî tê meşandin, bi têkoşîna çînî ya ku proleterya ji bo veguherîna civakî dimeşîne, bigîhên hev û ev têkoîn di qada sivîl de, veguhere seferberiyeke girseyî. Aştiyeke rasteqîn encex bi edaleta civakî dikare pêk bê. Herî dawî Abdullah Ocalan ku lîderê bênîqaş ê pêvajoya aştiyê ye û di paşeroja Tirkiyeyê de xwedî roleke navendî ye, divê azad bibe.’’

‘Bi rêzdarî, William I. Robînson, Profesorê Zanîngeha Kalîforniyayê. Santa Barbara.’’

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.