Wê kampanya berfirehtir bibe

În 10 Cotmeh 2025 - 15:15

  • Endamê rêveber ê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê diyar kir ku kampanyaya navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" dewam dike, li ser astên siyasî, dîplomasî û girseyî berfireh dibe û got divê sala bê ji bo gelên Kurd û Tirkiyeyê bibe sala azadî, aştî û demokrasiyê.

Di 10ˊê Cotmeha 2023ˊyan de kampanya navneteweyî ya bi diruşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî", hemwextî salvegera komploya navneteweyî ya di 9ˊê Cotmeha 1998ˊan de li dijî Rêber Abdullah Ocalan, hat destpêkirin.

Piştî 2 salan ji destpêkirinê, kampanya bi planên nû yên bi armanca berfirehkirina çarçoveya xwe ya siyasî û dîplomasî dewam dike, da ku bigihîje armancên xwe yên bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pêşvebirina rêya aştî û çareseriya demokrasiyê.

Girêdayî mijarê, endamê rêveber ê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û şehîdên azadiyê yên di oxira parastina wî de canê xwe daye bi bîr anîn û got: "Armanca ji komployê bêparhiştina gelê Kurd ji azadiyê, hepiskirina fikrên Rêbertî yên ronakbîrî bû. Lê gelê Kurd û Rêbertî bi vîna xurt li hemberê sekinîn. Êdî Rêbertî îro sembola cîhanî ya azadî û aştiyê ye."

Munzur da zanîn ku xebat ji bo berfirehkirina tevlêbûna li vê kampanyayê didomin da ku zexteke siyasî û dîplomatîk li navendên biryardanê yên Tirkiyeyê û Ewropayê bê kirin.

Munzur got: "Divê em pêkhatinên di 2 salên borî de binirxînin û bizanin kampanya gihîştiye ku derê, çi encam bi xwe re anîn, da ku em planên nû yên bilindkirina asta çalakiya siyasî û girseyî jê re deynin."

Munzur diyar kir ku Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê wê çalakiyên xwe yên siyasî, dîplomasî û hiqûqî bi hevkariya saziyên Ewropa û navneteweyî re bidomîne û got: "Ew bi hêvî ye sala bê ji bo gelê Kurd û tevahî gelên herêmê bibe sala azadî, aştî û demokrasiyê."

ANHA /QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.