Dibe ku komîsyon vê mehê biçe Îmraliyê
În 10 Cotmeh 2025 - 16:15
- Endama Komîsyona DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, der barê serdana komîsyonê ya Îmraliyê de axivî û got: “Nikare bê qebûlkirin ku aktorê di vê mijarê de hewldanek mezin dide, neyê gûhdarkirin. Bawer im ku wê vê mehê de komîsyon biçe serdanê. Di van serdanên me de jî hewayek erênî heye.”
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan û endama Komîsyona Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş der barê xebatên komîsyonê de axivî.
Meral Daniş Beştaş da zanîn ku mijara Kurd hemû civaka Tirkiyeyê eleqeder dike û wiha got: “Beguman em nûnerên gel, her gava xwe bi baldarî davêjin. Em kevneşopiyeke ku dizanin xwerexnedayîna xwe bidin. Tiştek wisa hebe em dikin. Li holê manpûleyek heye û em bi tabloyeke dijberê Kurdaye re rû bi rû ne.”
Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku di çareseriya mijarê de divê her kes rola xwe bilîze û di zemîn û hevkariyekê de ev bê kirin. Meral Daniş Beştaş wiha anî ziman: “Ev ne tenê mijara partiyekê, desthilatdarî an jî muxalefetê ye. Em hebûna muxalefetê ya di komîsyonê de girîng dibînin. Salek di ser pêvajoyê de derbas dibe. Bi hemû partiyan re hevdîtin hat kirin. Muxalefet 1’ê Cotmehê de nehat meclîsê. Di encamê de her partî biryara xwe dide. Yên ku îsal helwesta DEM Partiyê rexne dikin ne ji dil in. Ne objektif in. Nêzîkatiya ku me wek alî dibînin dirûti ye. Em ji bo çareseriyê bi her partiyê re tên gel hev.”
Meral Daniş Beştaş balkişand ser xebatên komîsyonê û ev tişt anî ziman: “Der barê rapora divê bê avakirin û nexşerê de hîna nêrînên partiyan nehat pêşkêşkirin. 2 an jî 3 hefteyên din hîna wê guhdarkirin bidomin. Hevdîtin û rojev niha vê nîşan dide. Beriya meha cotmehê biqede divê di komîsyonê de guhdarkirin biqedin. Ji bo me çend guhdarkirinên din hene. Li gorî me hefteyê ne rojekê du sê roj, çar pênc, heft rojan jî em dikarin bicivin. Divê em di vê mijarê de lez bin.”
Meral Daniş Beştaş wiha domand: “Mafê hêviyê dikare di vê qanûnê de jî hebe. Dikare qanûnek serbixwe ya yekser be jî. Bi xalên din re jî dikare bibe yek û gav bê avêtin. Biryara Komîteya Wezîran aşkera ye. Di vê mijarê de peywir da ser milê komîsyonê. Her wiha Qanûna Têkoşîna bi Terorê re divê bi giştî ji holê rabe.”
Meral Daniş Beştaş balkişand ser hevdîtina komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re û ev tişt vegot: “Hevdîtin divê pêk bê. Banga 27’ê Sibatê çavkaniya pêvajoyê ye. Abdullah Ocalan aktorê sereke ye, aktorê siyasî ye. Divê bê guhdarkirin û pêşniyarên wî bên girtin. Bêyî vê pêvajo jî baş wê nemeşe. Berovajî vê nabe. Dema Birêz Ocalan diaxive mafê hêviyê hîn mezintir dibe. Nikare bê qebûlkirin ku aktorê di vê mijarê de hewldanek mezin dide, neyê gûhdarkirin. Bawer im ku wê di vê mehê de komîsyon biçe serdanê. Di van serdanên me de jî hewayek erênî heye.”
JINNEWS/ENQERE/MELEK AVCI