Ahmet Kaya li Parîsê hat bibîranîn

Nûçeyên Çand/Huner

În 18 Mijdar 2022 - 04:05

Hunermendê Kurd Ahmet Kaya 16’ê Mijdara sala 2000’î li Parîsê, li paytexta Fransayê wefat kiribû. Ew bi pêşengiya TEV-ÇAND/Ewrûpayê li ser gora xwe ya li Goristana Pére Lachaîse a li Parîsê hat bibîranîn.

Hevsera Ahmet Kaya, Gulten Kaya, Akademîsyenê Kurd Selîm Temo, hunermendên TEV-ÇAND’ê Farqîn Azad, Mîr Perwer û Meral û dostên wî tev li bibîranînê bûn.

Di bibîranînê de hevsera Ahmet Kaya, Gulten Kaya got, “Daxwaza Ahmet ew bû ku gelê çar parçeyên Kurdistanê bê ba hev, bibe yek. Xebata wî ya li vir jî ji bo wê bû. Kurd malbatek in. Ya rast, her jina li Rojhilatê Kurdistanê tê kuştin, ez im. Li dijî nijadperestiyê divê em bi hev re bin.”

Ji miriyên hunermendên Kurd jî ditirsin

Di daxuyaniya li ser navê TEV-ÇAND’ê de jî hat gotin: “Ahmet Kaya di 16’ê Mijdara 2000’î de jiyana xwe ji dest da, belê di dilê bi milyonan kesan de ew gotina stranan dewam dike. Ahmet Kaya di 10’ê Sibata sala 1999’an de got, ‘Ez dixwazim straneke bi Kurdî bibêjim, klîbekê çêbikim.’ Bergîdana wê jî lînc, girtîgeh û dawiya dawîn mirin bû.

Par, kêlên gora Ahmet Kaya hatin şikandin. Ji miriyên hunermendên Kurd jî ditirsin.

Di salvegera 22’yan a wefata wî de, em careke din Ahmet Kaya bi bîr tînin. Bi zimanê zikmakî ku xeyal dikir, tevî hemû qedexe, zext û tinehesibandinan, em ê li gotina stranan dewam bikin.”

Bibîranîn, bi gotina stranên hunermendên Tev-Çandê bi dawî bû.

ANF/PARÎS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.