
- Di zarokatiya xwe de her carê ku min li karta nifûsa diya xwe dinêrî, di dilê min de êşek ecêb çêdibû. Ji ber ku navê li wir nivîsandî, navê rastî yê diya min nebû. Wekî din ew nav jî yek ji tarîtirîn rûpelên dîroka mirovahiyê danî bîra min.
MÛSA KARBADAG
Navê diya min Nazê’ye!
Dayika wî ya ku ewî anîbû dinê, li guhê wî evî navî bangkiribû. Di gund de her kes wî bi vî navî nas dikir. Cîran, eqreb, heval… Ev navê ku germahiya Kurdîtî tê de hebû, parçeyek ji nasname, bîr û aidiyeta wî bû.
Lê dewletê dîya min bi navekî din penase û bi nav kiribû.
Di salên ku diya min hatibû dinê Kurdî qedexe bû. Axaftina bi Kurdî, gotin, stranên Kurdî, heta hilgirtina navekî Kurdî jî li ber çavên dewletê ne baş bû. Xebatkarekî li Midûriyeta Nifûsê, belkî di çend saniyeyan de, belkî bêyî ku tiştekî hîs bike, navê diya min guhert.
Nazê bû Nazî.
Tenê yek tîp kêm bû.
Lê bi rastî ne tenê yek tîp kêm bibû.
Zimanek kêm bibû, nasnameyek kêm bibû. Dîtina xelkekî kêm bibû…
Di zarokatiya xwe de her carê ku min li karta nifûsa diya xwe dinêrî, di dilê min de êşek ecêb çêdibû. Ji ber ku navê li wir nivîsandî, navê rastî yê diya min nebû. Wekî din ew nav jî yek ji tarîtirîn rûpelên dîroka mirovahiyê dianî bîra min.
“Nazî…”
Ev gotin, mirina milyonan mirov, kampên komkirinê, nijadperestî, înkar û siyasetên tunekirinê dianî bîra min. Rejîma Adolf Hitler, ziman, nasname û kokê mirov kiribû mijara serdestî û bindestiyê; tiştên cuda dixwest tune bike.
Bêguman a dîya min û Nazîzma Hîtler tiştekî hevpar tune bû.
Lê qederê îroniyek gelek bi êş afirandibû:
Di encama polîtîkayek dewletê ya ku zimanê me qedexe kir û nasnameya me înkar kir; navê ku li kaxezê nifûsa diya min hatibû nivîsandin, bû navê înkar û tunekirinê yên dîroka mirovahiyê.
Ev rewş bi salan di dilê min de wekî birînek kûr her tim axivî.
Ez her carî evî difikirîm:
Çima mirov nikare bi zimanê xwe navê xwe dayne?
Çima navê dayikekî nikare di tomarên dewletê de bi zimanê gelê xwe were nivîsandin?
Çima nasnameya zarokekî ji roja zayînê ve tê guhertin?
Bersiva van pirsan ne tenê di malbata min de ye, di dîroka nêzîk a Tirkiyeyê de veşartî ye.
Navên gundên Kurdan, bajarên wan, çiyayên wan hatin guhertin.
Navên ku dixwestin bidin zarokên xwe hatin qedexekirin.
Zimanê wan ji qada giştî hate derxistin.
Hebûna wan carinan hate înkarkirin, carinan jî hate paşguhkirin.
Lê zimanê mirov ne tenê gotinên ku ew dipeyive ye.
Ziman bîr e. ziman dengê dayika wî ye, ziman bêhna zarokatiya wî ye, ziman neynika ku mirov tê de xwe dibîne ye…
Ji ber vê yekê ez bi salan şûnde ev fêr bûm:
Zimanê min çermê min e, zimanê min welatê min e, zimanê min gerdûna min e.
Mirov carinan ji axa xwe tê qetandin, ji welatê xwe tê sirgûnkirin, ji memleketê xwe dûr dikeve. Lê ger zimanê xwe biparêze, hîn jî welatekî ku tê de bijî di hundirê xwe de hildigire.
Îro her kesê ku qala çareserkirina pirsgirêka Kurd dike, divê berî her tiştî vê rastiyê bibîne.
Çareserî ne di raporên ewlehiyê da ye. Di naskirina nasnameya mirov de dest pê dike.
Çareserî ne di çekandeye, di axaftina azad a zimanê dayikê de dest pê dike.
Çareserî ne di înkarêdaye, di qebûlkirinê de dest pê dike.
Ez dixwazim rojekê li ser kevirê gorîstana dîya xwe ne navê ku dewletê daye, navê ku dayika wê ango dapîra min daye binivsîm.
Ez dixwazim li şûna Nazî, Nazê were nivîsandin.
Ji ber ku navê rastî yê mirov ew nav e ku dayik li me kirine, ne ew nav in ku dewletê bi darê zorê daye me.
Û aştîya gelan wê bi wê rojê dest pê bike ku ew bi navê xwe, bi zimanê xwe û bi nasnameya xwe werin naskirin.
Dema ew roj hat, em em ê jî vê pirsê ku bi salan me di dilê xwe de hilgirtîye, careke din bipirsin:
Gelo çima Nazê bû Nazî?
Û di bersiva vê pirsê de em ê ne tenê bersiva çîroka navê dayikekê, di heman demê de ziman, çand û hafiza/bîra gelêkî ku hatîye înkarkirin emê bibînin û bibersivînin.







