
- Birêz Ocalan bi israr dibêje,” Em çanda civaka demokratîk ava bikin”. Avakirina çanda civaka demokratîk ji şerê çekdarî jî zehmetir e. Çanda civaka demokratîk pir hêja û şoreşeke giranbuha ye. Lê berî herkesî pêwendî bi çanda demokrasiyê ya di nava pergalê de divê bê bicihkirin, heye. Ku bi hêsanî bigihêje armanca xwe û pêş bikeve.
SEHER YILDIRIM
Pêwist e ji bo pergala demokratîk têkoşînek bêhempa bi rêxistinkirina civakê re çi nirx, çi ol, çi hişmendî, nêzîkatî û tevger çi dibin bila bibin di nava mirov de berî her tiştî pêwistî bi lezgînî bi pergala demokratîk heye. Dê wê demê civak jî li hemberî hevdu bi rêzdarî nêzîkî hevdu bibin. Jixwe pêdiviya herkesî bi nirxê paqij bi rûmet û exlaqî ku ji her kesî re pewist dike heye. Li hember nêzîkatiyên qirêj û genî lazim e tim têkoşîn were dayîn. Di vî warî de parvekirina wekheviya hilberînê û aboriyê jî ji bo civakê pir girîng e. Lê ji bo mirovê demokrat berî her tiştî zanistî pêwist e. Di civaka demokrat de ji ber ku hişmendiya zanist bi mirovan re bilind nabe nêzîkatiyên bê rûmet pêk nayên. Di avakirina civaka demokratîk de çanda demokrasiyê ya herî girîng e. Mirov ku mafê azadiya xwe bi perwerdeyê, bi hişmendiyê û bi berpirsiyariyê pêk bînin û bi dest bixin ev serkeftineke mezin e. Di heman demê de din ava civakekê de çanda demokrasiyê pêş ketibe û wateya xweza, gerdûn, mirin, jiyanê baş bizanin li hember fikrên cuda jî natirsin û bi hêsanî fikr û ramanî xwe tînin ziman û parve dikin. Ger ku van daxwazan pêk werin jî lazim e her mirov, civak wek hevdu xwedî mafên bingehîn bin û li hember zagonan yek nêzîkatî û wekhevî pêk were û karibe xwe tevlî nava xebatên civakî bikin. Zayend jî çi jin çi mêr divê xwedî biryarên wek hev bin û êdî di tevlîbûna jiyanê de xwedî tevahî mafê azad û wekheviya çanda demokratîk bin. Wê demê mirov wê hêsantir tevlî nava civakek demokratîk bibin.
Mirov dema bi pêwendiya ku ji her hêlî jiyanê ve xwedî biryara parvekirina ekolojî, çandî û parvekirinên hilberîna civakî bin wê demê bi awayekî wekhev jiyan bêtir aram dibe. Di çanda demokrasiyê de çapemeniya azad jî girîng e. Ji bo civak azad be ev pirek e. Ji bo ragihandina di nava civakê de çapemenî xwedî mafê nêzîkatiya rêzdarî û rûmetê ye.
Mînakên gelek welatan hene ku bi çanda demokrasiyê têne birêvebirin. Ji ber ku bîr û baweriya zanistê li gel wan zêdetir e di nava aramî û bextewariyê de dîjîn. Elbet belavbûna çanda demokrasiye jî hêsan nîne. Çanda demokrasiyê çanda paqijiya bajarê xwe, çanda paqijiya fikr û ramanê xwe ye. Dema em hêza çanda demokrasiyê belav bikin wê demê dê jiyan jî bêtir hêsan, xweşik, bi wate û şêrîntir be.







