
- "Sî û heşt sal,dergevantîya çiya !” Sî û yek sal zîndan, li ber çavan nedixuya… Lewra nîrxekî pîroz dîtibû…Aramê biçûk kî bû û çima ew çav jê re germ û nas hatibûn?
OSMAN KAPAN
Li qada Mîhrîcanê digeriya. Piştî demeke dirêj ewqas mirov li deverekê didîtin.Biyanîyên deverê welê bû.Di wê qelebalixê de serê wî gêj dibû, heme welê bi çavên beloq derdor temaşe dikir, li çavên mirovan dinerî, bê ka dê kesekî nas bibîne an na.Pir çav jê re nas dihatin, heçku li devereke din dîtibûn! An jî wan çavan tiştek jê re digot. Belê çav,çav neynika mirov. Her tişt diçavan de dixuye. Berîya niha bi sî û pênç salan,rojekê bavê wî jê re gotibû: “ Kurê min, çav derewan nakin, ew her tiştî bi nerîna xwe eyan dikin, îca dema ku tu bixwazî yekî nas bike li çavên wî binere,ew çav dê her tiştî ji te re bêjin…”
Li çavan dinerî, çavên nas, çavên ku wekî yên wî li dost û hevalan digerin, çavên zîndanî,çavên çiyayî…Hingê li çavan dinerî, car caran an hilditepilî, an jî li hinekan diqebilî. Lê yên ku li Mihrîcanê hemû xweşbîn bûn, tu kesî dengê xwe nedikir.Carekê li Kurikekî neh-deh salî qelibî, kurik awireke dijwar dayê û got: “ Xalo hêdîka.” Çavên wan li hev aliqîn, ew çav jê re ne biyanî bûn. Heta di wan çavan de xwe dît. Erê erê ew di wan çavan de bû. Heme welê zîq li wan çavan nerî.
Wan çavan ew dikişian de nava xwe. Kurik jî lê dinerî. Nizanîbû ew çiqasî welê man, di wê navberê de dengek hate guhê wî digot: “ Aram.” Li xwe qulipî, tu kesî nas nedît, ma kê navê wî digot? Kurikê li hemberî wî bersiv da: “ Ez li vir im dayê.” Ber xwe ket. Lê keyfxweş bû. Lewra navê wî li zarokekî kiribûn.Dengê fermandarê wî yê ku berîya niha deh-diwanzde sala şehîd ketî, di guhê wî de olan da: “ Hevalno, em bi mirin jî navê me dê hezarê salan li ser vê axê bijî…”
Aram ê biçûk, pişta xwe dayê û ber bi dayîka xwe ve meşiya. Wî jî gera xwe domand. Hate ber standa pirtûkan li pirtûkan nerî.demekê serê xwe ji pirtûkan rakir, li hundir nerî.Jineke di temenê wî de,esmer û xwînşîrîn li ser kursiyekî rûniştibû. Bi carekê xwîna wî teviziyê û te digot qey bi salane wê nas dike.Ramî ya ew li ku dîtibû,çima di cî de jê re nas hat ? Bê çav niqirandin lê dinerî.Ew çav germbûn,dost û heval bûn ! Yê pirtûkfiroş ew nas dikir,hat merhebe dayê û ew jin nîşan da got: “ Hevalê Aram, tu û hevala saadet hevûdin nas dikin?”
Di wê kêliyê de yekî din xwest ku pereyê pirtûkên kirî bide,pirtûkfiroş bi wê hêlê ve çû, aram û Saadetê tenê li çavên hev dinerîn.Her du jî li hev digeriyan.Ew çav herikîne ser hev. Aram, ew dişibande hinekan lê ji xwe ne amin bû. Ji xwe re got: “Hevalên me hemû dişibine hev, em di hal heraket û hişmendiyê de bûne yek…” yê pirtûkfiroş hat destê xwe danî ser milê Saadet û got; “ Ev hevala Saadet te. Nivîskara; Bizim çoçuklar” e. Aram ew pirtûk di girtîgehê de xwendibû û hingî ecibandibû, ji hevalên xwe re gotibû: “ Divê piştî vê gere bîranîn neyêne nivîsandin.”
Îca ew hevala wî niha li hemberî wî bû. Pirtûkfiroş, gote Saadetê: Ev hevalê Aram e, Sî û yek salî di zîndanê de maye.” Bi gotina wî re, çavên Saadetê keniyan û Her dûyan hevûdin himbêz kirin.Hemnivşên hev bûn, hevûdin baş fam dikirin. Lewra nivşê wan nifşekî “ ewnda” bû. Ango nifşekî kêm mayî bû. Yên ku mayî ji sedî ne deh jî bûn.
Aram pirr keyfxweş bû, ya li hemberî wî, hem nivîskara “ Bizim Çocuklar ( Domanên ma)” bû hem jî nîrxekî sî û heşt sala dergevantî ya çiya kiribû, li hemberî wî bû.Demekê li ser çiya û zîndanê axifîn û xatir ji hev xwestin. Aram ji xwe re got: “ sî û heşt sal,dergevantîya çiya !” Sî û yek sal zîndan, li ber çavan nedixuya… Lewra nîrxekî pîroz dîtibû…Aramê biçûk kî bû û çima ew çav jê re germ û nas hatibûn?







