Tifaqa demokratîk mifte ye

Nûçeyên Forum

Duşem 22 Hezîran 2026 - 07:00

  • Tirkiye îro di çarçoveyeke dîrokî û çarenûssaz re derbas dibe. Li aliyekî daxwaza civakê ya ji bo aştî, azadî û rûmeta mirovî heye, li aliyê din jî hewldanên pergalê yên ji bo parastin, xurtkirin û kûrkirina desthilatdariya otokratîk heye.

MEHMET ŞAHÎN

Weke ku di her serdemên qeyranên mezin de rû dide, dewlet û civak li pêşberî du rêyan in. An ber bi otokrasiyeke mayînde û tarî ve çûn, an jî ber bi demokrasiyeke piralî, wekhev û rasteqîn ve gav avêtin. Di vê çarçoveyê de, pirsa Kurd û nêzîkatiya li hemberî vê pirsê, mifteya herî giring a vê hevkêşeyê ye.

Gotina "pêvajoya çareseriyê" an jî gavên ku di bin navê nermbûnê de tên avêtin, eger ne xwediyê naverokeke şefaf, zagon û destûrî bin, rîska herî mezin a herikîna ber bi otokrasiyê ve hildigirin. Desthilatdariya Erdogan û bloka li derdora wî, gelek caran pirsên herî bingehîn ên wekî pirsên gelan wekî amûreke polîtîk a rojane bi kar tînin. Heger ev "pêvajo" ne ji bo naskirina mafên rewa yên gelê Kurd, piralîbûna civakê û serweriya qanûnê be, berevajî wê ji bo konsolîdekirina (bihêzkirina) rejîmeke yek-kesî be, ew ê tenê otokrasiyê li ser tevahiya civakên Tirkiyeyê ferz bike.

Di rûbirûbûna vê metirsiyê de, Tifaqa Demokratîk ne tenê tercîheke polîtîk e, daxwazeke jiyanî û stratejîk e. Aştiya Kurd tenê bi hevdîtinên li pişt deriyên girtî pêk nayê. Aştî, dema ku bi daxwazên demokrasiyê yên karker, jin, ciwan, bindest û hemû beşên din ên civakê re bibe yek, dibe hêzeke civakî ya ku nayê şikandin. Tifaqa demokratîk, pira di navbera daxwaza azadiyê ya Kurdan û daxwaza edalet û demokrasiyê ya hemû gelên Tirkiyeyê de ava dike. Ev pir ji bo têkoşînê dibe bingeha eniyeke hevpar. Heke tifaq û eniyeke têkoşînê ya bi vî rengî berfireh neyê avakirin, desthilatdarî dê polîtîkaya "parçe bike û bi rêve bibe" berdewam bike û her sengerê mixalif yek bi yek bêbandor bike.

Komara ku di sedsala xwe ya yekem de li ser bingeha "monolîtîk" (yekperestî - yek ziman, yek netewe, yek çand) hatibû avakirin, îro bi qeyraneke avahîsazî re rû bi rû ye. Ev hişmendiya ku hebûna xwe li ser înkar û tunekirina piralîbûnê ava kiribû, êdî nikare civakê bi rê ve bibe. Ji bo ku komar biguhere û veguhere "Komara Demokratîk", divê gavên radîkal û jiyanî bên avêtin.

Veguherîn herî pêşî divê di qada hiqûqê de dest pê bike. Pêdivî bi destûreke nû ya sîvîl heye. Destûreke nû ya ku ne li ser bingeha "Etnîsîteyê", lê li ser bingeha "Hevwelatiya Demokratîk û Azad" hatibe avakirin şert e. Divê hemû nasname, ziman û bawerî di bin ewlehiya destûrê de bin.

Navendparêziya hişk a Enqereyê, çavkaniya sereke ya otokrasiyê ye. Guherîna komarê bi bihêzkirina rêveberî û xweseriyên herêmî pêkan e. Divê desthilatdarî ji navendê ber bi herêman ve were dabeşkirin daku gel li ser jiyana xwe bibe xwediyê biryarê.

Komareke ku bi rabirdûya xwe re, bi êşên ku anîne serê Kurdan, Elewiyan û hemû kêmneteweyan re rûbirû nebe, nikare pêşerojeke paqij ava bike. Ev rûbirûbûn, şerta sereke ya lihevhatina civakî ye.

Lihevhatina civakî û avakirina serdemeke nû, tenê bi guherandina hikûmetan an jî bi lîstik û dekdolabên sîstematîk pêk nayê. Ew pêvajoyeke avakirina civakî û çandî ye. Ji bo ku aştî û demokrasî bibin saziyên mayînde, divê sê stûnên bingehîn bên danîn:

Stûna yekemîn avakirina çanda hevjiyana azad e. Li şûna çanda "xetere" û "dijminatiyê" ya ku dewletê bi salan di mejiyê civakê de çandiye, divê çanda diyalog, fêmkirina hevdu û rêzgirtina li cudahiyan bibe bingeha perwerde û jiyana rojane.

Stûna duyemîn edaleta veguherbar e. Di serdema nû de, avakirina dadgehên serbixwe û mekanîzmayên heqîqetê pir girîng e. Divê hemû binpêkirinên mafên mirovan ên serdemên borî bên eşkerekirin û berpirsiyar bên darizandin daku baweriya civakê bi edaletê were avakirin.

Stûna sêyemîn dinamîzma civaka sîvîl e. Siyaset nikare tenê di nav çar dîwarên parlamenê de were meşandin. Sendîka, rêxistinên jin û ciwanan, komeleyên mafên mirovan û tevgerên ekolojiyê divê bibin motora sereke ya çavdêrî û parastina demokrasiyê.

Wekî encam; Tirkiye îro li ser devê şûr dimeşe. Hewldanên ji bo ferzkirina otokrasiyê di bin maskeya "çareseriyê" de, dê tenê qeyranê kûrtir bike. Rêya rizgariyê û her weha misogerkirina aştiya Kurd, di avakirina Tifaqa Demokratîk a herî berfireh de ye. Dema ku daxwaza azadiyê ya Kurdan û daxwaza demokrasiyê ya hêzên pêşverû yên Tirkiyeyê bibin yek, ne otokrasî dikare li ber xwe bide, ne jî pergalên yekperest. Ev tifaq, mifteya zayîna Komara Demokratîk û avakirina serdemeke nû ye ku tê de aştî ne xeyaleke,  bingeha jiyana me ya rojan ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.