Li dijî îdamê rawestin!

Nûçeyên Forum

Şemî 27 Hezîran 2026 - 10:00

  • Di demên dawî de li Îranê bi awayekî pergalî keç û xortên kurdan tên îdamkirin. Her roj em bi nûçeyek îdamê hişyar dibin. Li Îranê ev kiryar bûye karekî rûtîn û ji rêzê lê pêwist e ev yek di bîr û binhişiya me de nebe tiştekî ji rêzê.

 

AHMEDÊ BILOKÎ

Em Kurd di vê hêlê de pir kêm û bêgav dimînin. Dengê me qels û nîvco dimîne. Bi rêbazên piralî em bi ser vê kiryaryara erjeng de naçin ji lewre ev mijar zêde nabe rojev. Wexta ku dibe rojev jî pir zû tê jibîrkirin. Ji bo ku ev yek di wîjdanê cemaweriyê de bi awayekî berfireh û kûr cihê xwe bigire û wergere teşeyekî sereqetî pêwist e bi rêbazên cur bi cur mirov têkeve nava liv û tevgerê.

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de balê bikşînim ser van rê û rêbazan. Pêwist e em bi wêjeyî li ser vê yekê rawestin. Minak Şîrîn Elemholî hate îdamkirin, jiyana vê jina Kurd hem dewlemend bû hem jî berxwedêr û serhildêr bû. Û bêguman diramî bû. Dikarîbû bibûya mijara fîlmên giranbiha. Ez bi dilekî pir rehet dibêjim ku heke ev fîlm bihata kişandin û bi konsepteke rast bihata vesazkirin belkî îro rewş cuda bûya. Ma cuhuyan xwe bi vê rêbazê negihandin asta herî jor? Dîsa weke tê zanîn Ferzad Kemanger jî xwediyê kesayateke wisa mezin û dilberz bû. Ma li ser rûyê vî erdî çend kesên mîna  mamoste Ferzad Kemanger çûye îdamê û li peyî xwe ewqas name û nivîsên zanyarî hiştiye? Îcar gelo çima jiyana van kesên hêja û qedirbilind nabin fîlm û di cemaweriya cîhanê de cihê xwe nagirin ? Bi salan e em navê Zeyneb Celaliyan dibihîsin li zilmgehên Îranê, tiştekî ku nehatibe serê wê nemaye û hîn jî ev sepandin, kiryar didomin.

Di demên dawî de em navê Pexşan Ezîzî dibihîsin. Pexşan dayika du zarokan e. Her roj dilê wê bi hezkirin û bêrîkirina wan dilerize. Her kêlî, her çirk û her saet ji bo ku tenê carekê wan bibîne di hundurê xwe de diqilqile. Lê heke îro jiyana Pexşan Ezîzî bûbûya fîlm belkî a niha biryara wê ya îdamê nehatibûya erêkirin. Di vê serdemê de mirov ne ji bihîstinan ji tîditinan bawer dikin. Ev yek weke rastiyek dijwar li pêşberî me radiweste.

Divê em baş zanibin ku em tenê bi nasnavên ramyarî nikarin heqîqetê û rastiyên tên jiyîn bînin ziman. Ji lewre li gor raya min pêwist e ku em giraniyê bidin ser vê yekê. Nemaze ji bo îdamên li îranê tên kirin. Ez bi vê boneyê careke din dixwazim bibêjim; em tev dengên xwe li dijî vê zilmê bilind bikin. Em bi hev re li dij îdamê rawestin !

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.