
Aden hebûna xwe weke bajarê çand û ronakbîriyê û cihekî dîrokî ji bo rêbertiya jinan ku berxwedana xwe li hemberî veguherîn û krîzan îsbat kiriye, berdewam dike. Her çendî bajar bi riya gotin, muzîk û hunerê bi bandorên şer û krîzên wî re rûbirû dimîne jî rastiya çandî ya heyî pirsên girîng li ser pêşeroja beşdariya jinan di jiyana giştî de û rola wan di şekildana çandî de derdixe holê.
Ev rastî di heman demê de deriyê pirsek berfirehtir vedike: Huner heta çi radeyê dikare bibe amûrek ji bo ji nûveavakirina tiştê ku ji ber şer wêran bûye û ji bo avakirina cihên nû ji bo îfade, azadî û hêviyê?
Rêvebera Giştî ya Ofîsa Çandê ya Adenê, Semîra El-Meşcarî hûrgiliyên dîmena çandî û hewldanên ji nûveavakirinê pêşkêş dike. Semîra tekez dike ku qada çandî şahidiya vejîneke berbiçav di çalakvaniya jinan û daxwaza wan a rastîn ji bo beşdariya afirîner dike.
Semîra El-Meşcarî destnîşan dike ku Ofîsa Çandê bi baldarî dixebite da ku van jêhatiyan bi riyên cûrbecûr, bi taybetî hunerên dîtbarî, bikşîne û bi pêş bixe û wiha dibêje: "Hunermendên dîtbarî yên jin bi berhemên afrîner ên berhemdar beşdarî dewlemendkirina çandî û hunerî dibin. Lê piraniya wan ji malbatên kêmdahat tên, ev yek wan hewceyî piştgiriya hikûmetê dike ku jêhatiyên wan diparêze û ji wan re hawirdorek guncav peyda dike da ku nûjen bikin.
Ofîsa Çandê dê komek muzîkê ya jinan damezirîne
Di warê muzîkê de, performans şahidiya hebûna dilsoz a muzîkjenên jin dikin, di heman demê de ofîs nêzî damezrandina yekem koma muzîkê ya bi tevahî jinan e. Endamên wê di bin çavdêriya komeke bijarte ya muzîkjenên payebilind de perwerdeyeke dijwar dibînin, di nav hewldanên bidestxistina piştgiriya hukmî û navneteweyî de ku dê bibe alîkar ji bo pêşxistina jêhatiyên wan û bilindkirina ezmûna wan a hunerî.
Di warê şanoyê de rola jinan
Der barê şanoyê de, di mehên dawî de gelek berhemên ku jinan tê de rolên girîng lîstine hene. Lê dijwariya herî mezin ew e ku senaryo û nivîsên şanoyê werin pêşxistin da ku bi hebûna jinan re li hev bikin, pirsgirêkên diyalog, jinan û mirovî werin çareserkirin. Bi vî rengî hebûna wan di dîmena şanoyê û çandî de were xurtkirin.
Semîra El-Meşcar wiha didomîne: "Dema ku ez behsa jinan dikim, behsa hebûnên xwedî hişmendî û çalak ên heyî dikim. Her gava ku derfet tê dayîn, afrîneriya wan di hemû waran de jî bi awayekî geş dibiriqe."
Stûna piştê
Samîra El-Meşcarî der barê ezmûna xwe ya rêvebirina saziyeke girîng a serwer û çandî di bin şert û mercên awarte de vedibêje. Ew astengiyên ku jin di pozîsyonên biryardayînê de biwan re rûbirû dimînin, venaşêre û rave dike ku çavkaniyên darayî yên sînorkirî astengiya herî mezin in û dabînkirina fînansmanê ji bo bidestxistina bandorek rastîn a civakî girîng e, ji ber ku bêyî dabînkirina hêmanên bingehîn ên piştgiriyê, vejîneke çandî çênabe.
Di dema ku Ofîsa Çandê bi gefa tecrîd û paşguhkirinê re rûbirû maye de, amadekariyan dike ku platformek ji bo jinên afrîner ragihîne. Armanca vê platformê ew e ku hemû jinên xebatên çandî di nav bajaran de dewlemend kirine bi hev ve girê bide û bikşîne. Ofîsê û jîngeha hunerî ya sereke ku wan hêzdar dike ber bi pêşerojeke domdar ve biçin.
Şikandina stereotîpan û avakirina aştiyê
Semîra El-Meşcarî behsa rola gotûbêjên çandî di şikandina stereotîpan û xurtkirina hevkariyên siyasî û civakî de kir. Semîra bawer dike ku yekbûna teşwîqkirina saziyan û veguhestina medyaya nûjen hesteke berpirsiyariya civakî diafirîne ku hişmendiya giştî ji nû ve şekil dide, hêza xwe ji taybetmendiyên erdnîgarî û civakî yên bêhempa yên Adenê digre.
Der barê rola hunerê ya di aştiya sivîl de, Semîra El-Meşcarî wiha dibêje: "Şano amûreke girîng e ji bo pêşvebirina ewlehî û serdestiya qanûnê. Li gorî biryarên navneteweyî yên ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve li ser jin, aştî û ewlehiyê hatine pejirandin. Der barê destpêşxeriyên meydanî de, ew ji sehneyê wêdetir diçin, ji bo çalakkirina klûbên jinan, kirina serdanên meydanî yên dibistan û zanîngehan û lidarxistina atolyeyan."
Vegerandina bîra hunerî bi perspektîfeke jinan a wêrek
Semîra El-Meşcarî der barê kêmbûna formên hunerî yên klasîk ên weke stranbêjî û lêxistina amûrên muzîkê yên jinan di bin giraniya krîza aborî û şert û mercên siyasî de jî got: "Ew nîşaneya dîrokî ya bêdawî ya jinên Adenî tîne bîra me."
Jinên Adenî careke din şiyana xwe ya veguherandina zehmetiyan ji bo qadên berxwedanê îsbat kirine û baş dizanin ku veberhênana di hunerê de, ji bo avakirina aştiyê ne luksek rewşenbîrî ye li ser pêşerojeke bi toleranstir û mirovîtir e.
FATIMÊ REŞAD-JÎNHA/ADEN







