Jinan banga beşdarbûna hilbijartinê kirin

Sêşem 11 Mijdar 2025 - 03:10

Jinên ciwanên Kerkûkê qala giringiya pêvajo û beşdarbûna hilbijartinê kirin û gotin: “Divê bi awayekî berfireh biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin namzetên jin. Taybet divê ciwan beşdarî hilbijartinê bibin ku nûnerên bikarin mafê Kurdan biparêzin hilbijêrin.”

Li Iraq û Herêma Kurdistanê roja sêşemê hilbijartina giştî ya dema şeşem a Parlamentoya Iraqê dê were lidarxistin. Ji giştî 7 hezar û 769 namzetan, 2 hezar û 248 namzetên jin ji bo bidestxistina kursiyên parlamentoyê di pêşbirkê de ne. Têkildarî giringiya pêvajo û beşdarbûna hilbijartinê, jinên ciwanên Kerkûkê axivîn.

Nişteciha parêzgeha Kerkûkê Naz Umêd li ser mijarê wiha nêrînên xwe anî ziman: “Wek keçek Kurd û ciwanek Kurd, ez bang li jin û ciwananên Kurd dikim ku beşdarî hilbijartinê bibin. Ji ber ku bi dengdayînê gelek tişt tê guhertin. Divê dengê xwe bidin namzetên Kurd da ku hêza me ya li Bexdayê zêdetir bibe. Ji ber ku çiqas hêza me li Bexdayê zêde be, ji bo Kurdan ewqas başe. Ger rêjeya nûnerên Kurd li Bexdayê zêde bibe, nikarin proje yasayên dijî Kurdan derbixînin. Ev yek wê ji bo Kurdan jî bibe piştevaniyek.”

Jina ciwan Lavan Suncî ku yekem care beşdarî hilbijartinê bibe, bang li ciwanan kir ku dengê xwe karbînin û wiha axivî: “Em bi dengdayînê dikarin gelek tişt biguherînin. Li gel vê gelek giring e ku dengê xwe bikarbînin, ji ber ku em dikarin bajarê xwe biguherin. Ti kes nikare dijî Kurdan raweste. Hêvîdar im deng bidin Kurdan, ji ber ku em li bajarê Kerkûkê ne û Kurd in.”

Şehla Ebdulrehman balkişand li ser giringiya beşdarbûna jinan ya di pêvajoya hilbijartinê de û wiha domand: “Em ê di wê rojê de berê xwe bidin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin lîsteya ku em dixwazin. Her ku jin bêhti biçin ser sindoqan, mafên wan dê zêdetir werin mîsogerkirin.”

ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.