
- Roja duyemîn a 5emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên ji bo zarokan û bernameyên çandî berdewam kir. Di çarçoveya festîvalê de, di saetên serê sibê de ji hêla tîma Gerok Ma ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê çalakiyên cûrbecûr ji bo zarokan hatin organîzekirin. Gelek zarokan beşdarî performansên hunerî, lîstikan bûn û heyecana festîvalê jiyan.
Beşdarên festîvalê di nava rojê de ji bo çand û nirxên Kurd bidin nîşandan heta Şaredariya Herêma 10emîn a Parîsê meşiyan. Di meşê de stran Kurdî hatin gotin û govend hat gerandin. Niştecihên semtê eleqeyek mezin nîşanî meşê dan.
Di bernameya ku li ber şaredariyê hat lidarxistin de rengînîya çanda Kurd hat pêşkêşkirin. Aliyê herî balkêş ê bernameyê pêşandana cilên neteweyî yên ji herêm û qadpn Kurdan ên Kurdistanê bû.
Bi taybetî cil û bergên herêmên Botan, Amed, Rojhilat, Colemêrg, Koçgirî û Serhedê hatin pêşkêşkirin. Cilên bi destan hatibûn xemilandin ên Botanê, cilên bi qedîfe û sîmê hatibûn xemilandin ên Amed û rengên geş ên Rojhilat bala temaşevanan kişand. Kemer, serêş û nexşên kevneşopî yên taybetî yên Colemêrgê dewlemendiya çandî ya herêmê nîşan dan, di heman demê de cilên bi motîfên Koçgirî hatibên nexşandin çanda gelêrî ya Kurd nîşan dan. Clên hirî û bi nazikî hatine xemilandin ên ji herêma Serhedê şêwaza jiyana herêmê nîşan dan.
Di defîleya ku dîmên rengîn derket holê de bal kişandin ser mîrata çanda gelê Kurd a li erdnîgariyên cuda hat nîşandan û girîngiya veguhestina van cilên neteweyî ji bo nifşên pêşerojê.
Bingehek girîng çêkir
Bernameyên di çarçoveya festîvalê de hatine organîzekirin ji bo pêşvebirin û veguhestina çanda Kurdî ji nifşên pêşerojê re bingeheke girîng çêkir. 5emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê wê di rojên pêş de bi çalakiyên çandî û hunerî yên cûrbecûr berdewam bike. Beşdarên festîvalê di nava rojê de ji bo çand û nirxên Kurd bidin nîşandan heta Şaredariya Herêma 10emîn a Parîsê meşiyan. Di meşê de stran Kurdî hatin gotin û govend hat gerandin. Niştecihên semtê eleqeyek mezin nîşanî meşê dan.
Rengîniya çanda Kurdî derket pêş
Di bernameya ku li ber şaredariyê hat lidarxistin de rengînîya çanda Kurd hat pêşkêşkirin. Aliyê herî balkêş ê bernameyê pêşandana cilên neteweyî yên ji herêm û qadên Kurdan ên Kurdistanê bû. Bi taybetî cil û bergên herêmên Botan, Amed, Rojhilat, Colemêrg, Koçgirî û Serhedê hatin pêşkêşkirin. Cilên bi destan hatibûn xemilandin ên Botanê, cilên bi qedîfe û sîmê hatibûn xemilandin ên Amed û rengên geş ên Rojhilat bala temaşevanan kişand. Kemer, serêş û nexşên kevneşopî yên taybetî yên Colemêrgê dewlemendiya çandî ya herêmê nîşan dan, di heman demê de cilên bi motîfên Koçgirî hatibên nexşandin çanda gelêrî ya Kurd nîşan dan. Clên hirî û bi nazikî hatine xemilandin ên ji herêma Serhedê şêwaza jiyana herêmê nîşan dan. Di defîleya ku dîmên rengîn derket holê de bal kişandin ser mîrata çanda gelê Kurd a li erdnîgariyên cuda hat nîşandan û girîngiya veguhestina van cilên neteweyî ji bo nifşên pêşerojê.
Bernameyên di çarçoveya festîvalê de hatine organîzekirin ji bo pêşvebirin û veguhestina çanda Kurdî ji nifşên pêşerojê re bingeheke girîng çêkir. 5emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê wê di rojên pêş de bi çalakiyên çandî û hunerî yên cûrbecûr berdewam bike.
NAVENDA NÛÇEYAN







