Hikûmet divê zirara lehiyê pêşwazî bike

Şemî 13 Kanûn 2025 - 03:55

Di rojên dawî de li Başûrê Kurdistanê baranek zêde bariya û hîn jî bandora xwe didomîne. Ji ber barana zêde li gelek herêman lehî rabû û bû sedema zirarên mezin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser mijarê peyamek weşand. KNK’ê di peyama xwe de ragihand ku mixabin di nava çend rojên borî de li Germiyan û Çemçemalê lehî rabûye û got:“Di encama bûyeran de hinek welatiyan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Herwiha ziyanek mezin a madî jî gihiştiye sedan malbatan. Em weke KNK sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re dixwazin. Erkê hikûmetê ew e ku beriya van karesatan amadekariyan bike û erkê xwe yê li hemberî welatiyan bicih bîne. Divê hikûmet zirara hemû malbatan pêşwazî bike û carek din jiyana li herêmê asayî bibe.”

KNK’ê ji bo saziyên ku bi hewaran qurbaniyan çûne spasî kir û bang li hemû aliyan kir ku piştgiriya kampanyayên alîkariyê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.