Dixwazin kurdan ji holê rakin

Pêncşem 29 Çile 2026 - 03:45

  • Berdevka çapemeniyê ya PJAK’ê Gelawêj Ewrîn geşedanên dawî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nirxand û got komkujiya hatiye jiyîn ji texmînan zêdetir e û got: “Zîhniyeta ku li ser îmha û înkara Kurdan xwe ava kiriye li Rojava û Rojhlat polîtîkaya tunekirina Kurdan xistiye dewrê. Ev êrîşa wan bi ser keve wê hemû gelên Rojhilata Navî bikevin xetereyê."

Bi pêşengiya DYA û Israîlê hewl tê dayin ku pêşî li pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin bê girtin û li Rojhilata Navîn kaosê didomînin. Ligel êrîşa HTŞ û çeteyên paramîlîter ên bi piştgiriya Tirkiyeyê yên li ser Rojava, êrîşên rejîma mola ya Îranê ya li ser gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, kaosa giran nîşan dide.

Bandora çalakiyên ‘Jin Jiyan Azadî’ yên piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ya di 16’ê Îlona 2022’yan de pêk hat hîna didomin û ji 28’ê Kanûna 2025’an heta niha jî gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî windabûna nirxê pere li kolanan e û li berxwe didin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafê Mirovan a Îranê (HRAMA) heta niha 5 hezar û 848 kesî di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane û 41 hezar û 283 jî hatiye binçavkirin.

Berdevka Çapemeniya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Gelawêj Ewrîn der barê geşedanan de axivî.

Gelawêj Ewrîn di destpêkê de bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û got li hember Rojava û Rojhilat polîtîkaya qirkirina gelan di dewrê de ye û wiha got: “Zîhniyeta ku li ser îmha û înkara Kurdan xwe ava kiriye li Rojava û Rojhlat polîtîkaya tunekirina Kurdan xistiye dewrê. Ev êrîşa wan bi ser keve wê hemû gelên Rojhilata Navî bikevin xetereyê. Ji ber vê ewil êrîşî Kurdan dikin. Em hîna jî nizanin çend Kurd hatine qetilkirin. Niha êrîşên tên kirin yên tunekirinê ne. Polîtîkaya tunekirina Kurdan di dewrê de ye. Polîtîkaya îmha û înkarê di dewrê de ye.”

Gelawêj Ewrîn bal kişand ser çanda berxwedana li Rojava û wiha anî ziman: “Felsefeya Rêber Apo di 14 salan de li Rojava şîn nebûye, ev felsefe xwe dispêre 30 sal berê. Rêber Apo bi salan li wir ma, kedek mezin da. Gelên wir bi Rêber Apo mezin bû. Ji felsefeya wî îlham girt.”

Gelawêj Ewrîn balkişand ser provakasyonên li dijî Rojava û got divê li dijî vê baldarî hebe û wiha domand: “Çalakiyên li her çar alî cîhanê û Ewropayê rewşeke xurt derxistiye holê. Hinek hêz dixwazin vê pêvajoyê tehrîk bikin. Di vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd hedef tê girtin. Êrîşên mezin li ser Rêber Apo hene. Nîqaşên ku Rêber Apo bi komîsyona meclîsê re kiribûn di rayagiştî de hat parvekirin. Biryar hat girtin ku ev girtek 10 salan neyên parvekirin. Gelo wisa be çima hatin parvekirin? Dewleta Tirk a êrîşê me dike çima gavên provakatîf davêje. Di serî de çapemeniya azad divê em her yek li dijî van êrîşan bin. Rêber Apo gotina ‘Rojava xeta me ya sor e’ bikar anî. Rêber Apo ji sekna xwe ya Rojava tawîz neda, serî netewand. Ji ber vê êrîşî Rojava kirin. Divê tu kes neyê provakasyonan. Di vê mijarê de rola çapemeniyê girîng e.”

Gelawêj Ewrîn li ser êrîşa HTŞ’ê ya li hember jinan û birîna porê şervaneke jin a YPJ’ê jî sekinî û wiha daxuyand: “Li Rojhilat jî tiştên pir xerab hatin jiyîn. Rejîm li Rojhilat êrîşên hovane dimeşîne. Hîna ne diyar e lê tê gotin ku ji 50 hezarî zêdetir kes hatine qetilkirin. Ji ber porê Jîna Emînî xuya kir hat qetilkirin. Zîhniyeta Jîna Emînî qetil kir niha li Rojava ye. Jinên Kurd bersiveke zelal da wan. Bi qetilkirina Jîna Emînî re şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ pêk hat. Ev dirûşme dirûşmeya Rêber Apo ye û jinên Rojhilat li alî vê tercîha xwe kirin. Vê dirûşmeyê hîmên şoreşa jinê avêt. Bedelên şoreşê giran bûn. Gelên cîhanê dizanin ku ne tenê Kurd tên qetilkirin. Em behsa qetilkirina gelek gelan dikin. Ji ber vê helwesta navneteweyî girîng e. Niyeta li Rojhilat û Îranê dixwaze pêşî li yekitiya gelan bigire.”

Gelawêj Ewrîn nirxandina xwe wiha domand: “Li vir komkujiyên mezin hatin jiyîn. Ji texmînên me mezintir hatin jiyîn. Gel niha li vir wek girtiyên di zindanan de ne. Ne telefon, ne înternet, ligel vê rewşa aborî pir xerab e. Gel ji bo cenazeyên xwe bigirin li berxwe didin. Gelê Îranê li dijî zîhniyeta çavsor serhildanê baş dizane.”

JINNEWS / WAN / OZNÛR DEGER

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.