Li Rojava û Îranê gel dîrokê dinivîse

În 30 Çile 2026 - 03:52

  • KJK, li hemberî êrîşên qirkirinê yên li Rojava û Rojhilatê yên ku kûr dibin, berxwedana gelan silav kir. KJK bal kişand planên emperyalîst ku Rojhilata Navîn dike Xeze û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku bikeve tevgerê.

KJK di derbarê serhildanên gel ên li Îran û Rojhilatê û êrîşên qirkirinê yên li dijî Rojava de daxuyaniyek da. Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:“Li Rojhilat bi gelê Kurd re hemû gelên Îranê protestoyên xwe destpê kirine û ev dîrokî ne. Em serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi biryardarî û rêxistinkirina mezintir, daxwazên azadiyê bi dengekî bilindtir dibêjin, em silav li berxwedana rûmetdar a gelan dikin ku ji bo jiyaneke wekhev, azad, dadperwer û demokratîk radibin ser piyan. Sala borî Rêber Apo, ji bo bêbandorkirina metirsiyên vê serdema kaotîk, pêvajoyeke têkoşîn-muzakereyê da destpê kirin. Bi muzakereyê li şûna qirkirinê vebijêrka çareseriya demokratîk danî pêş. Pêvajoya çareseriyê ya Rêber Apo bi taybetî ji bo rakirina metirsiya qirkirina nû ya ku bi HTŞ’ê dest pê kiriye hatiye pêşxistin. Hişyariya Rêber Apo ya ‘ger tedbîr neyên girtin 50 Xeze tê jiyîn’ jî kurtasiya vê metirsiyê ye. Rêber Apo li dijî siyasetên emperyalîst ên ku gelan ji hev vediqetînin û dike dijminê hev, pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kiriye. Îro li Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên herêmî û hegemonîk ve hemû deriyên dojehê hatine vekirin. Ev hêzên ku cîhanê li gorî berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk vediguherînin textê setrencê, ji hemû komkujî, koçberî, wêrankirin û komployên li herêmê berpirsiyar in. Bêîstîqrarbûna Iraqê, qirkirina li Xeze, şer û komkujiyên bêdawî li hemû parçeyên Kurdistanê, dewletbûna DAIŞ’ê li Sûriyê û gelek bûyerên din encamên van siyasetên emperyalîst in.

Dezenformasyona li dijî Rêbertiyê

Ji bo guhertina rejîma Îranê jî hêzên selefî têne pêşxistin û bi tifaqa herêmî ya Sunî re wê li Îranê mudaxele çêbibe. Ev tifaq li ser bingeha erêkirina qirkirina Rojava û Kurdan destpê kiriye. Peymana Parîsê qonaxeke nû li Sûriye û Rojava vekiriye. Ev peymana qirêj a di navbera Îsraîl-DYA-Sûriye-Tirkiyê de, careke din Sykes-Pîcot û Sevrê nûjen kiriye. Ji pêşkeftinan tê fêmkirin ku îrade û daxwazên gelan têne paşguhkirin, hemû nerazîbûnên rewa bi xwînê têne tepisandin û rejîmên faşîst têne avakirin. Divê em wek gel vê pergala lanetkirî ya ku sedsalekê li me daye wendakirin derbas bikin. Rêya esasî ev e ku aqil û têkoşîna hevpar a gelan ava bikin. Ger ev plana hov, zordar û tarî neyê rawestandin, wê li Sûriyê ne tenê Xazeyek, 50 Xeze bên jiyîn. Pêwendî û hevkariya ku dewleta Tirk li Sûriyê bi hêzên cîhadîst re daniye xeternak e. Dewleta Tirk dikeve xeletiyeke dîrokî ya ku telafîkirina wê zehmet e. Divê neyê jibîrkirin ku êrîşên îro li Sûriyê ne tenê bi Kurdan re sînordar dimînin; ger ev metirsî neyê rawestandin, wê di nav gelan de dijminahiyê belav bike. Dezenformasyona ku îro dewlet û hêzên tarî li dijî Rêbertiyê û pêvajoyê dimeşînin jî bi armanca hilweşandina şoreşa Rojava tê kirin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî van hewldanên dezînformasyonê, Rêber Apo û Rojava biparêzin.

Rejîma Îranê ne rewa ye

Rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê, serhildan û mudaxaleyên derketine holê, bûye mijara sereke ya gelek rojev û peymanan. Pêşkeftinên li qada Sûriyê jî bi vê yekê ve girêdayî ne. Heta niha li Îranê bi deh hezaran kes beşdarî serhildanan bûne, jiyana xwe ji dest dane, birîndar bûne û hatine girtin. Divê gel, jin û Kurd siyasetên riyakar, pragmatîk û qirêj ên hêzên hegemonîk bibînin û rêbazên têkoşînê piralî bikin.

Berxwedana gelên Îranê, yên jin û Kurdan a li dijî rejîma Îranê hemû dîwarên tirsê hilweşandine û bi berdêlên mezin didome. Li Îranê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran hatine girtin û îşkence li wan hatiye kirin; îro duyemîn drameke Xeze tê jiyîn. Rejîmek ku gelê xwe bi vî rengî hovane qetil dike û êşkence dike ne rewa ye. Bêdengî û bêhelwestiya rayagiştî ya cîhanê mirinan vedixwîne. Ji bo rawestandina terora dewleta Îranê em bang li rayagiştî ya cîhanê, saziyên jinên pêşverû-çepgir-demokratîk, gel û jinên Îranê dikin ku di têkoşîna ji bo azadî, edalet, wekhevî û demokrasiyê de bibin yek.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.