Serhildana li Îranê meşa azadiyê ye

Yekşem 11 Çile 2026 - 14:10

  • Endama PJAK'ê Zeyneb Xurasan bûyerên li rojhilatê Kurdistan û Îranê weke "meşa azadiya gelan"  bi nav kir û tekez kir ku îlhama bingehîn a têkoşînê felsefeya "Jin, jiyan, azadî" ye.

Xwepêşandanên li dijî rejîmê Îranê ku 14 roj in berdewam dikin, ji Rojhilatê Kurdistanê heta Belucistan, Tehran û gelek derên din belav bûne. Gel li kolana ye û li ber xwe dide. Di êrişên hêzên rejîmê de heta niha 50'î kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî sê hezar kes hatine binçavkirin û bi sedan kes jî birîndar bûne. Xwepêşandan ne tenê bertekek li dijî krîza aborî ye, di heman demê de li dijî zextên siyasî ne û di heman demê de nerazîbûnek berfireh li hem şêwazê jiyanê yê ku ji hêla rejîmê ve tê ferzkirin e.

Endama Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zeyneb Xurasan, têkildarî geşedanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê axivî.

Zeyneb Xurasan, diyar kir ku ew xwepeşandanan weke meşa azadiyê pênase dikin û hemû çalakvan silav kir. Zeyneb Xurasan, destnîşan kir ku bi qasî ew dizanin zêdetirî 50 çalakvan hatine qetilkirin, ji sê hezar kesan bêtir kes hatine binçavkirin û bi sedan birîndar hene. Zeyneb Xurasan wiha domand: “Em ji wan birîndaran re jî şifayê dixwazin. Em ê di riya şehîdan de vê serhildanê tacîdar bikin. Xwepeşandan kete 13 rojan û bêrawestandin ji Kirmaşan heta Xorasanê, heta Mako û heta Tahranê gel di nav pêvajoyeke berxwedanê de ne. Em ji vê re tenê nabêjin serhildan, em ji vê re dibêjin meşa azadiyê ye. Encax bi berxwedanî mirov dikare biser bikeve. Ji dîrokê heta îro gel bi berxwedanê bi se rketine. Bi yek sedemê em dikarin bi ser bikevin ew jî encax bi berxwedanê pêkan e. Hêzên desthilatdar, hêzên dîktator ê ku gel nas nekirîne bi berxwedana gel û serhildanên gel têk çûne. Tu despot ê ku gelan nas nake nikare hebûna xwe bidomîne. "

Di berdewama axaftina xwe de Zeyneb Xurasan destnîşan kir ku berxwedana ku tê dayin ne tenê ji bo gelên Rojhilat e lê ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Zeyneb Xurasan, bi berdewamî got ku dê berxwedana wan bi serkeftinê tacîdar bibe û wiha domand: “Em li gel gelê xwe ne. Weke zarokên vî gelî bi taybetî Kirmaşan û Îlam, îlhama xwe ji çiyayên Zagrosê girtin. Gelê Zagrosan serî tewandinê qebûl nake. Gel bi vî ruhî di meşa azadiyê de ye û ev meşe roj bi roj girseyî dibe. Berxwedaneke gelek mezin hate kirin, li taxan, li bajaran, li kolanan tê dayin û em di vê berxwedanê de ji gelê xwe re serkeftinê dixwazin. Ev berxwedane ne di rojekê de çêbû. Ev berxwedana ku îro tê kirin ji bo hemû mirovahiyê ye û ji bona hebûna mirovahiyê ye, ji bo nasnameya gelan e. Li Îranê pergaleke dîktator, serdest heye û ji bo ku mirov bi zimanê xwe nejî her tiştekî dike. Hemû rojan mirov bi tirs dijî. Li ber çavê dayik û bavan zarokên wan tên darvekirin. Ev serhildana gel neqebûlkirina rejîmê ye."

Zeyneb Xurasan, bi lêv kir ku wan di şoreşa “Jin, jiyan, azadî” de dît ku dema berxwedan tenê li cihekî be bi ser nakeve û ev tişt anî ziman: “Dema ku gel hemû bû yek û di heman berxwedanê de cih girt, dewlet nikare tiştekî bike. Lê dema ku gel sar bû, sist bû û çû mala xwe bi hezaran kes girtin, bi hezaran kes darve kirin. Di zindanên Îranê de gel tê darvekirin, gel tê îşkencekirin. Jinan bi fikrê Rêber Apo pêşengiya şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ kirin. Bi bîrdoziya bi xwe re civakê rizgarkirin esas girtin. Îro di rojhilatê Kurdistanê de gel pêşengiya vê dike."

Zeyneb Xurasan, bi lêv kir ku di encama berxwedana gel de dê rejîm hilweşe û axaftina xwe wiha qedand: “Felsefeya Rêber Apo, fikra ‘Jin, jiyan, azadî’ ji me xwe birêxistinkirinê dixwaze. Çend roj in ku rojhilatê Kurdistanê û Îranê bê ceyran hatine hiştin û hemû medyayên civakî qut kirine. Di dema serhildana ‘Jin, jiyan, azadî de jî heman rêbaz ceribandibûn. Em ji gelê xwe bi bawer in, em pişta xwe didin gelên xwe. Dê hêzên desthilatdar bi bin bikevin. Em ji Rojhilatê Kurdistanê re, ji gelê Îranê tevahî re serkeftinê dixwazin.” MA / WAN / ZEYNEP DÛRGÛT

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.