- Avakirin, li ser van herdû hîman dimeşe. Pêkanîn û kirinên li gorî gotinê, dibin berhemên dîrokî. Lê gava ku kirin li gorî gotinê neçe, li naverasta jiyanê valahiyên mezin û birînên rûmetê çêdibin.
Di 20ê Hezîranê de, li bajarê Stockholmê yê Swêdê, galaya belgefîlma bi navê ‘Kî me Ez?’ ku di bin derhênertiya Esîn Akgul de hatibû amadekirin, pêk hat û derket pêşberî bîneran. Wekî ji navê wê jî diyar e, ev belgefîlm li ser jiyana helbestvan, rewşenbîr û zanayê mezin ê Kurd Cegerxwîn e û li gorî derfetên di destên ekîbê de, berhemdariyeke hêja ye. Helbet divê bê gotin; dema mijar keseyateke wekî Cegerxwîn be, destgirtina mijarê tenê wekî jiyaneke takekesî namîne. Bivê nevê, divê serdema ku helbestvanê mezin tê de jiyaye jî di nav hevsengiyekê de were hûnandin. Di vê mijarê de, ev xebat tevkariyeke girîng li bîra me ya civakî dike. Serdem Cegerxwîn ava kiriye, Cegerxwîn bixwe jî mohra xwe li wê serdemê daye.
Serdema Cegerxwîn, çi ji bo me Kurdan, çi ji bo gelên herêmê û çi jî bi herdû şerên cîhanê re, serdemeke bi êş, dijwar û erjeng bû. Di nav wê geremola dojehî ya serdemê de, Kurd jî di nav hewldana avakirina binyadeke xwerû de bûn. Lê belê, tevna xurt a bereya dijberan û lawaziyên navxweyî yên Kurdan wiha kir ku ew serdem li ser windakirin û belavbûnê bi rê ve biçe. Bû serdemeke wisa ku Kurd di nav de winda bû, li xwe geriya. Ji ber vê yekê, Cegerxwîn wekî helbestvanekî di kesayetiya xwe de dikeve pey pirsa ‘Kî me ez?’ û di encama vê pirsê de, dixwaze bersiva hebûna neteweyekê bibîne.
Di serpêhatiya lêgerîna vê pirsê de û di serdema Komara Mehabadê de, Cegerxwîn behsa serpêhatiyeke xwe ya bi Qazî Mihemedê nemir re dike. Kela şoreşê ya li perçeyekî Kurdistanê, dilê tevahiya Kurdan germ dike. Cegerxwîn dema ku li Ewropayê ye, vê hevdîtina xwe ya bi Pêşewa re tîne ziman. Ev beş di belgefîlmê de jî cih digire. Jixwe xala ku ez dixwazim di vê nivîsê de balê bikişînim ser, tam ev der e. Ji ber ku di nav vê bîranînê de rastiyeke dijwar a Kurd heye.
Ji devê Cegerxwînê nemir:
"Me ji Qazî Mihemed re şand û got: 'Em dixwazin şoreşekê li Kurdistana Tirkiyeyê bikin, lê em ji heq dernakevin, dixwazin ew bi me re alîkar be.' Wî jî got: 'Xerîteyekê çêkin; cihê av, çem û çiyayan tê de diyar bikin. Çek û sîleh ne tiştek in, ez dikarim ew ji we re bişînim.' Lê ne me çêkir û ne jî wî şand."
Jixwe dema ku hevoka xwe ya dawî dibêje, bi kenekî tal dibêje.
Bi dîtina min, di wê hevokê û di wî kenê tal de rastiya serdemekê, civak û hişmendiyekê veşartî bû. Ez pê êşiyam. Sedema vê êşê, bi awayekî zelal, xwerû û cewherî, rûbirûbûna bi rastiyê re bû. Ev, rastiya Kurd a wê demê bû.
Gotin û kirin… Avakirin, li ser van herdû hîman dimeşe. Pêkanîn û kirinên li gorî gotinê, dibin berhemên dîrokî. Lê gava ku kirin li gorî gotinê neçe, li naverasta jiyanê valahiyên mezin û birînên rûmetê çêdibin.
Ew erka ku Qazî Mihemed dabû pêşiya Cegerxwîn û hevalên wî piştî bi dehan salan ji hêla Tevgera Azadiya Kurdistanê ve pêk hat. Yên ku xwe dan ber vî karî derketin û rista xwe ya dîrokî bi awayê herî lehengane pêk anîn. Bûn bersiv ji wî kene tahl re. Xerîteya çem, av, çiya, gelî, newal û deştên welêt bi razandina bedenên xwe di dilê xwe neqişandin. Wan hewldan ku pirsa Cegerxwîn bi awayê herî serkeftî bibersivînin.
Niha li ser vê bingehê serdemeke din li pêşiya me ye. Serdema civaka azad û demokratik. Bêguman gihîştina vê serdemê ne hêsan bû. Lê belê, gotina vê serdemê jî bêyî kirinê bi ser nakeve. Xerîteya gotinê bi kamilî li ber destên me ye, niha inşaya wê jî li ser me ferz e. Êdî serwextiya me ya li ser dîrokê, ji her demê zêdetir û xurtir e.
parvê bike

Nivîsên Nurhaq GULBAHAR
Zîlan; Hevalyara Şahmaranê
29 hezîranê
Çar çirayên Kurdistanê
22 hezîranê
Teyisandina wateya peyvê
15 hezîranê
‘Ne heddê we ye!’
8 hezîranê
‘Zevî sext û esman dûr’
1 hezîranê
Xwendina pêvajoyê -2-
28 adarê
Xwendina pêvajoyê -1-
25 adarê
Parazvanên serwextî û heqîqetê
9 adarê