‘Ne heddê we ye!’

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 8 Hezîran 2026 - 07:00

  • Ji xwe di bingeha vê bûyerê de kîna dengvedana vê serberziya jina Kurd a di cîhanê de ye. Daxwaza şîlokirina vê serberziyê ye. Tenê yek gotineke me heye; ‘NE HEDDÊ WE YE!’

Serwextiya fikirandinê bexteweriyeke hêja ye. Derbarê xwe, jiyan, peywendî, raman û hwd de fikirandin xelateke. Hizra xwe û ya cihana ku tê de dijî, mirov ji bedenbûnê derdixîne û digihîne wateyeke xwedî giraniyeke bi naverok. Ev giranahî di encama pêvajoyekê de bi dest dikeve. Bi kedê, bi fêhmkirinê, bi dîtin û xeyalkirinê û her wiha bi ezmûnan, pêvajoyeke ku mirov dide ber xwe û giranahiyeke bi serwextî ava dike. Yanî nîvenga mirovbûnê bi serwet û saman û her wiha bi jiyana ku di konforê de xenikiye pêş nakeve. Bi gotineke din serwextî xwe zanîne.

Ev çend roj in ji tevahî rojevên heyî cuda lê di heman demê de di wateya şane de mijara ku di nîvenga tevahî rojevan de cihê xwe digre, xwenezanîn û ziman û aqildirêjiya Rehmî Koçê sermayedar ku di şênberiya jina Kurd de, nîşandana aqlê bi jahr ên serdestiya kirêt e. Di vekirina nexweşxaneyekê de ku serokwezîrê kevin ên Tirkiyeyê jî amade ye, ev sermayedarê werimî, qaşo heneka ku tê de behsa jina Kurd dike dibêje. Xîreta me rê nade ku vê henekê binivîsin lê bawerim di vê dinyaya ku weke kefa dest lê hatiye de her kesekê henekê(!) bihîstiye. Kesên li dewrûbera sermayedarê werimî helbet ji bo ku dilê efendiyê werimî xweş bikin ji sermayedar bêtir dikenin. Jin û mêr, hemû bi hev re. Bi kenê xwe hevkariya xwe bi vî aqlî û erda ku efendî bi dilê xwe biperçiqîne ava dikin. Bêyî hizra gotinê lê li dijî Kurd li ser hevbeşiya hest û hişmendiya ku heta niha bi awayê herî zirav hatiye hunandin, bi kenên xwe, dilreşiyên dilê xwe digihînin hev. Ji xwe ew kenê Rehmî Koçê sermayedarê werimî ku her kesekê li pêşiya xwe rêz kiriye, pişta xwe dide vê hevbeşiya dilreşî û hişmendiya bi jehr. Dizane ev yek çiqas kur û şidiyayî hatiye hunandin.

Ev rastiya ku çend roje derketiye di hêla ramyarî û serwextî de herî baş ji hêla feylesofa sedsala 20an Hannah Arrendt ve tê rave kirin. Tê zanîn, Hannah Arendt derbarê qirkirinên ku di şerê cîhanê yê duwemîn de ji hêla Elmanyaya Nazî ya ku bi serpereştiyariya Hîtler pêk hatî de, bi vegotina xwe ya ku digot; ‘Jirêzêbûna xirabiyê’ zemîna ku dîktatoran ava dike, qirkirinan rewa dike û berpirsiyariya bêdengmayînê jî di asta herî diyarker de digre dest, nîşanî tevahî dinyayê da. Di berdewamiya ponijandina xwe de Hannah Arendt, dibêje; ‘Şêweyê herî ji rêzê yên xirabiyê, nefikirîne. Roja ku mirov dev ji fikirînê berdin, ew ê ew kêlî ji her cûre bêwateyiyan re li çepikan bidin.’ Rastiya ku Rehmî Koç û li derdora wî qewimiye, di hêla kurahiya mijarê de bi vî rengî ye. Dema ku fikirîn nebe wê demê çepikvan û çenebaz û heramxwir hevgirtina herî xeter a xirabiyan ava bikin. Sermayedar wê ji wê hêza xwe ya ketî û çepikvan jî wê ji wê hewildana xwe di pêşpirka çepikvaniyê de, di nav hevgirtinekê de bin.

Ev hevgirtin dirizîne, ava nake, hilweşîner û fersendperest e. Heddê xwe dibîne ku bi rûmeta hezaran salan a neteweyekê di bin navê henekiyê de li erdê bide. Ji xwe rêbazek ji rêbazên dijderketin an go êrişkirinê jî di bin navê henekkirinê de sivikkirin û daxistina rûmetê ye.

Helbet gelê Kurd him kes û aliyên vê hevgirtina xirabiyê nas dike û him jî hay ji xwe û rûmetên xwe heye. Dizane wê çi bersivekê hêjayî rûmeta xwe bide vê zimandirêjî û kirêtiyê. Em nakevin parastin û îspata berxwedêrî û rûmeta jina Kurd ku ji xwe li tevahî cîhanê deng vedaye. Ji xwe di bingeha vê bûyerê de kîna dengvedana vê serberziya jina Kurd a di cîhanê de ye. Daxwaza şîlokirina vê serberziyê ye.

Tenê yek gotineke me heye; ‘NE HEDDÊ WE YE!’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.