Parçebûna siyasî û pirsa azadiyê li herêma Kurdistanê
Nurhaq GULBAHAR nivîsand —
Duşem 9 Mijdar 2026 - 07:30
- Her wiha destnîşan dike ku azadî û pêşeroja gel bi hegemonya yekalî nabe, lê bi avakirina jîngeheke siyasî ya demokratîk, pirdengî û hevpar gengaz e.
NURHAQ GULBAHAR
Di 21ê Îlona 2026an de, Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî yekbûna hemû hêzên Pêşmerge di bin konê Wezareta Pêşmerge de ragihand. Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr, alîkarê serokwezîr, wezareta peşmerge, rayedarên ewlekariyê yên Iraq û nûnerên hêzên hevpeymaniya navdewletî jî di merasîmê de amade bûn. Di nav Kurdistaniyan de vê yekê kêfxweşiyeke mezin ava kir. Hêzên leşkerî yên di bin serpereştiyariya her du partiyên sereke yên li Başûrê Kurdistan êdî dibûn hêzeke hevbeş di bin heman banî de.
Ev yekbûna hêzên pêşmerge bi xwe re bendewariya avakirina hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî anî. Ji ber ku hilbijardina dawî ya parlamentoya Başûrê Kurdistanê 20ê cotmeha 2024an de çêbibû lê heta vê kêliyê jî encamên vê hilbijartinê weke damezrandina hikumetekê pêk nehat. Bi awayekî deryasayî hikumeta pêş hilbijartinê herêma Kurdistanê birêve bir. Ev yek bi xwe re valatiyekê jî anî. Rojhilata Naverast ku Başûrê Kurdistanê jî di nav de, ji nav agir derbas dibû lê di encama hesaben hizbayetiyê yekrêziya ku pêwîst dikir, dernedikete holê. Lê zerara herî mezin ji bo gel ava dikir. Bi gel re baweriya ku dikare bigûherîne û bi destê xwe rayeya birêvebirina xwe daye aliyên siyasî dişkand ku di hêla demokrasiya temsîlî ve jî şikandina vê baweriyê diyardeyeke pir xirabe.
Di encama fişara hundirîn û derve herî dawî Parlamentoya Herêma Kurdistanê piştî 2 sal û 15 rojan, di 4ê Mijdarê de kom bû. Vala Ferîd weke Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê hate hilbijartin. Her wiha Muna Qehweçî jî bû Sekretera Parlamenta Herêma Kurdistanê û Ramî Nûrî jî weke Cîgirê Serokê Parlamentê hat hilbijartin. Bivê yekê re Desteya Serokatiya Parlamenta Herêma Kurdistanê hate avakirin.
Lê ev kombûna parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo dîtina krîza siyasî ya aliyan bû eynikek. Ji ber ku di navbera PDK û YNK de bazariyên avakirina hikûmetê bi ser neketibûn, ji ber vê YNK, Nifşê Nû -ku berê demekê bi YNK re tifaqek ava kiribû-, û Komala Dadgerî vê kombûnê boykot kirin û beşdarî kombûna parlamentoyê nebûn. Ji bo vekirin û hilbijardina desteya Serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistanê hejmara pêwîst ji hêla parlamenterên PDK û çend parlamenterên YNK û Niwey Nû yên beşdarî boykota partiyên xwe nekiribûn, pêk hat. Dîmen weke vekirina parlamentoya PDK bû.
Rojek piştî kombûna parlamentoyê jî Serokê YNK Bafil Talabanî ragihand ku ew xwe ji hikûmetê vedikişînin, ev hikumet hikumeteke feşil lê hatiye û li beramberî vê helwêsta PDK a ne demokrat êdî ewê jî li herêma ku YNK deshilatdare wê sazî û dezgeyên birêvebirinê û hilbijardina kesên van dam û dezgehan pêk bînin. Yanî bi kurtahî wê Herêma Kurdistanê êdî di bin rêveberiya PDK û YNK de weke du herêmên cuda were birêvebirin. Weke ku gel dibêje herêma zer û herêma kesk ku weke rengên van her du partiyan tê zanîn.
Ji yekbûna pêşmerge em gihaştin qeraxa parçebûna siyasî. Helbet di hêla sosyo-polîtîk ve ev yek nirxandineke kur dixwaze. Çima wisa dibe? Perçeyê Kurdistanê yê ku statuya xwe bi dewleta navendî re herî fermî pêk aniye û ji hêla hêzên navdewletî ve jî heta radeyekê tê qebûlkirin çima îro bi vî hawî derdikeve holê? Di serdema ku herî zêde em behsa yekîtiya Kurd a çar perçeyan dikin, çima di perçeyê herî xwedî statu de jî ev yekîtî pêk nayê?
Di heman demê de destgirtina sosyo-polîtîka vê meselê jî grîng e. Ruxmî ku Başûrê Kurdistanê di hêla statuyê de weke nîv-dewletok jî tê pênasekirin lê di hêla azadî, demokrasî, pêşwazîkirina bendewariyên gel û xwe birêvebirinê de rengekî çawa diteyisîne? Dikare bê gotin ku di navbera xwedîbûna dewletê û azadî de lihevhatineke mecbûrî tune ye. Pîvana azadiya gelan, beriya ku xwedî dewleta xwe bin an nebin, ev e ku di derbarê pêşeroja xwe de heta çi astê xwedî gotin û biryar in. Mixabin li Başûrê welêt ev rastî heta dawî li paş e.
Peyama herî girîng a ji bo Başûrê Kurdistanê ew e ku divê bal neyê ser sînorên teng ên desthilatdariya klasîk, lê belê li ser avakirina jiyaneke siyasî ya azad û demokratîk be. Îro li Kurdistanê, divê krîza di navbera PDK û YNKê de ne wekî şerekî li ser post an jî parvekirina malê dewletê, lê wekî kêmasiyeke sîstematîk a di çanda nûnertî û demokrasiyê de bê xwendin.
Wekî encam; qutbûna siyasî ya heyî û kêmbûna saziyên destûrî nîşan dide ku pêdiviyeke lezgîn bi "çareseriyeke demokratîk a navxweyî" heye. Azadî û pêşeroja gelê Kurdistanê ne bi qutbûn an jî xurtkirina hegemonya yek alî ve, belkî bi avakirina jîngeheke siyasî ya pir-dengî, hevpar û li ser bingeha lihevhatina demokratîk gengaz e.
Di vir de pirs ev e; gelo hêzên heyî çiqas ji vê yekê re amade ne?
parvê bike

Nivîsên Nurhaq GULBAHAR
Ji bîrdanka têkoşînê -3-
2 teşrînê
Ji bîrdanka têkoşanê-rênişaner -2-
26 cotmeh
Ji bîrdanka (arşîva) têkoşanê -1-
19 cotmeh
Çanda fikirandinê û xwendina zeman
12 cotmeh
Bihara Payîzê: Nagihan Akarsel
5 cotmeh
Berpirsiyarî û pêkanîn
28 îlonê
Hişmendiya li derdora sê peyvan
21 îlonê