Berpirsiyarî û pêkanîn

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 28 Îlon 2026 - 07:30

  • Berpirsiyariya exlaqî zincîreke hevgirtî ye: Ji kûrahiya felsefî û biryara ferdî dest pê dike, di qada siyasî de dibe pîvana edalet û hiqûqê û di jiyana civakî de dibe tevnê hevsoziyê.

NURHAQ GULBAHAR

Dîroka raman û mirovahiyê, di heman demê de dîroka lêgerîna mirov ya li ser wateya "qenciyê" û "edaletê" ye. Di nava vê lêgerînê de, têgeha berpirsiyariya exlaqî ne tenê wekî pîvaneke ferdî, lê wekî pişta stûr a jiyana hevgirtî radiweste. Pirsa ku çawa mirov, desthilatiya siyasî û pêkhateya civakî dikarin erkên vê berpirsiyariyê hildin ser milên xwe, pirseke bingehîn e ku xeta navbera azadî û anarşiyê, edalet û zilmê diyar dike.

Her wiha peywendiyeke şidiyayî di navbera berpirsiyarî û maf de heye. Ev têkilî bi awayekî ku karibin avakarê hevûdû bin bi bandor in. Di ber xwe de di ber civak û jiyanê de berpirsiyarî mafekî sereke yê her mirovekê/î ye. 

Di asta felsefî de, berpirsiyariya exlaqî rasterast bi têgeha azadî û viyana azad re girêdayî ye. Heke azadiya mirov di girtina biryaran de tune be, bi qasî axaftina derbarê berpirsiyariyê de jî bêwate dibe. Felsefe vê pirsê ji kûrahiya hiş û wijdanê diavêje holê. Lê tenê weke felsefe behskirin jî nabe. Mafê pêkanînê û ewlekariya parastina vî mafî jî şênberkirina hişmendiyê ye. 

Siyaset, qada ku exlaq tê de bi sazî dibe û avakariya biryar û qanûnê ye. Siyaseta ku ji berpirsiyariyê û exlaq hate dûrxistin, vediguhere amrazeke zilmê û xurtkirina hêzê.

Siyasetmedar û desthilatdar tenê ji niyetên xwe berpirsiyar nîn in; di heman demê de ew rasterast ji encamên kiryarên xwe jî berpirsiyar in. Vê yekê Sosyolog Max Weber wekî "Exlaqê Berpirsiyariyê" bi nav dike. Rêber Ocalan li ser temam dike û exlaqê berpirsiyariyê weke mafekî hebûnî deytîne pêşberî takekes û civakê. Biryareke siyasî ya ku îro tê girtin, dikare paşeroja gelek nifşan di xetereyê de bihêle an jî civakê bibe serkeftinê. Ji ber vê di bikaranîna vî mafî de tevgerîna bi nazenînî divê hebe.

Peymana civakî daxwaz û ferz dike ku rêveberî mafên bingehîn ên welatiyan—jiyan, azadî, ziman, nasname û edaletê û hwd—biparêze. Ji ber vê çendê, erkê siyasî yê herî mezin ê exlaqî rawestîna li dijî xirabiya bi sazîbûyî, parastina nirxên mirovahiyê û afirandina zemînekê ye ku hemû beş û hêmanên civakê tê de bi wekhevî bijîn. Ji bo tevahî nasnameyan di heman mesafeyê de cîh girtin rêgezeke bivênevê ye.

Civak ne tenê komele an loda mirovan e; ew toreke piraliye ku bi norm, pîvan û nirxên exlaqî ve li ser piyan disekine. Berpirsiyariya civakî tevgerek e ku azadiya ferdî bi berjewendiya giştî re li hev tîne. Ji ber vê ferd bi qasî yekanebûyîna xwe civakî, komî û polîtîk e.

Di vê hêlê de, berpirsiyariya exlaqî xwe di hevsozî, ekolojî û nifşên paşerojê de nîşan dide. Hevsozî erkê civakî ye ku nahêle yekbûna civakê ji hev biqete. Hêza civakê ne bi dewlemendiya dewlemendên wê ve lê bi parastina aliyên herî mexdûr tê pîvandin.

Her wiha berpirsiyariya exlaqî ya nûjen sînorên dema niha derbas dike. Parastina xwezayê, çavkaniyên avê û jîngehê erkê civakî ye li hemberî pêşeroj û nifşên ku hêj nehatine cîhanê.

Berpirsiyariya exlaqî zincîreke hevgirtî ye: Ji kûrahiya felsefî û biryara ferdî dest pê dike, di qada siyasî de dibe pîvana edalet û hiqûqê û di jiyana civakî de dibe tevnê hevsoziyê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.