Ji Dostoyevskî heta Îmraliyê heyîna rojê

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 13 Tîrmeh 2026 - 07:30

  • Helwesta Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û berxwedana gelê Kurd a ji bo nasnameyê, îspata herî mezin a wê yekê ye ku: Zanîna hebûna "rojê" (aştiyê), bi serê xwe jiyanek e û tu pêşîgirtinek nikare vê ronahiyê bitemirîne.

 

NURHAQ GULBAHAR

Romannûsê mezin ê Rûs Dostoyevskî, di pirtûka xwe ya newaze ya bi navê Birayên Karamazov (Bratya Karamazovy) de, di bin tîrêjên herî tarî yên girtîgehê de qêrîna hebûnê ber dide asîmanan û dibêje: " Ez heme! Di nav hezaran êş û azarê de – ez heme. Li ser dezgeha îşkenceyê di nav êşê de me – lê ez heme! Bi tena serê xwe li ser stûnekê rûniştî bim jî – ez heme! Ez rojê dibînim; hema nebînim jî, dizanim ku ew li wir e. Û tenê zanîna ku roj li wir e, bi serê xwe jiyanek e.’’ Ev qîrîn, ne tenê serpêhatiya karakterekî felsefî, di heman demê de çîroka gelên berxwedêr e jî. Yek ji van gelan, gelê Kurd û rêberên wî ne ku bi sedsalan di nav her şert û mercî de hebûna xwe diparêzin.

Îro gava em li Tirkiyeyê behsa "Pêvajoya Çareserî û Civaka Demokratîk" an jî hewldanên nû yên aştiyê dikin, ne gengaz e ku em vê felsefeya hebûnê ji daxwaza aştiyeke rûmetdar qut bikin. Kurd, tevî hemû polîtîkayên asîmîlasyon, qedexekirin û zextan, mîna Dostoyevskî gotin: "Em hene!" û êdî dor weke Xwebûn vegûhestina vê hebûnê ye.

Navenda herî rûniştî û girîng a vê qîrînê, bêguman Girava Îmraliyê ye. Rêber Abdullah Ocalan ku zêdetirî çaryek sedsalê ye di bin şert û mercên herî giran ên tecrîdê de ye, wekî wî stûnê ku Dostoyevskî behs dike ("Bi tenê serê xwe li ser stûnekê rûniştî bim jî – ez heme!") li ber xwe dide. Tecrîda li Îmraliyê ne tenê girtina fîzîkî ya rêberê gelekî ye; di heman demê de hewldana tarîkirina wê "rojê" ye ku her du aliyan ber bi aştiyê ve dibe.

Rêber Ocalan, di parêznameyên xwe de her tim balê dikşîne ser hêza ramanî û felsefeya jiyana azad. Ew di nava çar dîwarên tecrîdeke giran de jî, mîna gotina Dostoyevskî ya "Ez rojê dibînim; hema nebînim jî, dizanim ku ew li wir e’’, baweriya xwe ya bi aştiyê û vîna gelan winda nekiriye. Ji bo wî, "roj" azadiya civakê û çareseriya demokratîk a pirsê ye.

Heke îro ji bo vê hilbijarde û ferzkirina bi rûmet gav were avêtin, divê destpêkê deriyên Îmraliyê werin vekirin. Çarçoveya "Pêvajoya Çareseriyê û Civaka Demokratîk" nikare bi polîtîkayên rojane û taktîkî bi rê ve biçe. Çareserî, naskirina hebûna Kurdan a hiqûqî, siyasî, rêxistinî û çandî ye. Heta ku dengê Îmraliyê bi awayekî azad negihe nav civakê, gotûbêjên aştiyê dê her tim nîvco bimînin.

Ji hêla 30 gerîlayên ku weke xwedî raza hebûnê bin û ji nav dilê çiya derketin, di yekemîn salvegera şewitandina çekan de, derketina çend wêneyên sêdarekirina Seyît Rizayê pîr û hewrêyên wî ji tesadufekî wêdetir nîşana guhertina çarenûsa gelê Kurd û avakirina aqlê Kurd nîşan dide. Ji sêdareyê ber bi mêza guftugoyê di encama şerekî dijwar de, bi berdêlên giranbûha derket holê. Lê Rêbertiya vê jî xwedî daneheveke dîrokî û civakî bû.     

Weke encam, helwesta Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û berxwedana gelê Kurd a ji bo nasnameyê, îspata herî mezin a wê yekê ye ku: Zanîna hebûna "rojê" (aştiyê), bi serê xwe jiyanek e û tu pêşîgirtinek nikare vê ronahiyê bitemirîne. Pêvajoya rastî û mayinde ya çareseriyê tenê dema ku rûmeta aliyan were parastin û rê bide wê ronahiyê, dê dest pê bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.