- Di 19'ê Hezîrana 1947'an de li Bexdayê biryara sêdarekirina wan hat cîbicîkirin. Heta kêliya dawî, dirûşmên "Bijî Kurdistan" û "Bimre Koledarî" li ser lêvên wan bûn. Ji wê rojê şûn de, ew weke "Çar Çirayên Kurdistanê" hatin binavkirin.
Li navenda bajarê Silêmaniyê, ku weke paytexta rewşenbîrî, rûmet û qurbanîdanê tê naskirin, parkeke şaneşîn heye bi navê Baxê Giştî. Ev park, ji bo bêhnvedan û dîdareke ligel bajêr, bi ritma dilê wî radibe. Baxê Giştî ne tenê qadeke bêhnvedanê ya di bin siya darên her dem serbilind de ye; di heman demê de navnîşana gihandina dengê helwêstê û qada kombûna çalakgerên xwedî armancên pîroz e. Li destê çepê yê parkê, bazara zindî û dengvedayî ya Mewlewî, li pêşiyê jî cadeya Salîm weke rehekî sereke, tevahiya bajêr li derdora xwe kom dike. Li rûyê vê parkê yê ku li vê cadeya giştî dinêre, peykerê çar efseran bi cil û bergên wan ên leşkerî heye; çar efserên ku erka xwe ya nobedariyê ya di nava ritma dilê bajarekî de, her dem bi rûmet tînin cih.
Ev peykerê ku hemû çalakgerên bajêr pişta xwe dispêrinê, weke ku haya wan ji her tiştekî bajêr hebe, her dem şiyar, star û parêzvanên tevahiya rûniştvanan in. Lê ji ber çalakiyên ku di bin çavdêriya van efseran de pêk tên, ew êdî ne tenê aydî bajarekî ne; di heman demê de parêzvanên tevahiya Kurd û Kurdistanê ne. Çalakiyên ji bo çar perçeyên Kurdistanê, tevgerên jinan û bangawaziyên her aliyekî ku neheqî lê hatiye kirin û li pey mafê xwe ye, weke navnîşana sereke li derdora peykerên van çar efseran kom dibin.
Ev abîde, peykerê "Çar Çirayên Kurdistanê" ye.
Mistefa Xoşnav, Xeyrullah Ebdulkerîm, Mihemed Qudsî û Îzzet Ebdulezîz... Navê van çar efserên Kurd, xwedî serpêhatiyeke şayanî dîroka Kurdistanê ye; serpêhatiya şehîd û parêzvanên resen ên welatê xwe.
Çîroka van çar efseran, çîroka herikîna ber bi deryaya neteweperweriyê ve ye. Wan weke efser di artêşa Iraqê de, xwedî pile û payeyên girîng cihê xwe girtibû. Lê dema ku li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed Komara Mehabadê ava bû, wan bê fikar û bê dudilî, zanîn û hebûna xwe di avakirina Komara Kurd de weke xerceke ji dil û can pêşkêş kir. Sînorên ku li ser Kurdistanê hatibûn ferzkirin derbas kirin û berê xwe dan parastina vê şoreşa nazenîn a ku di bin dorpêçê de bû. Unîformayên artêşa Iraqê ji xwe kirin, pişta xwe dan her cure berjewendiyên kesane û berê xwe dan paytexta dilan, Mehabadê. Weke efserên niştimanperwer, çi zanist û ezmûneke wan hebe texsîr nekirin û herikandin nava dilê şoreşê. Di birêxistinkirin û parastina serbazî ya Komarê de bi roleke stratejîk û dîrokî rabûn. Hêvî geşbûnê, geşbûnê jî evîna avakirinê bi xwe re dianî. Şoreş; daneheva rabirdûyê, henaseya kêliyê û hêviya paşerojê bû. Ji ber wê, ev çar efserên ku xwe gihandibûn hawara şoreşê, ew bi dil û can dihonandin.
Lê belê, di encama ceribandineke bi qasî 11 mehan de, ji ber hesabên qirêj, konjonktûra navdewletî û êrîşên hov, Komar hate rûxandin. Çar efserên xwedî rûmet vegeriyan Başûrê Kurdistanê. Li vir ji aliyê dewleta Iraqê ve hatin girtin. Iraq ji fikra neteweyî ya Kurd û bandora Komara Mehabadê ditirsiya. Dewletê çar efser bi tohmeta "îxanetkirina li welat" û "alîkarîdayîna komareke din" lezûbez dadgeh kirin. Lê rûmeta wan a herî mezin, ew tohmet bi xwe bû; ji ber ku wan xizmeta Kurd û Kurdistanê kiribû.
Di 19'ê Hezîrana 1947'an de li Bexdayê biryara sêdarekirina wan hat cîbicîkirin. Heta kêliya dawî, dirûşmên "Bijî Kurdistan" û "Bimre Koledarî" li ser lêvên wan bûn. Ji wê rojê şûn de, ew weke "Çar Çirayên Kurdistanê" hatin binavkirin.
Peykerên wan îro li Baxê Giştî yê Silêmaniyê, zêrevaniya hişmendiya wan a welatparêzî, xîret û helwêstê dikin. Di bin çavdêriya wan a bêdeng de, ew ruhê Kurdistanîbûnê her zindî dimîne. Çar Çirayên Kurdistanê, pêşengên herdemî yên wî ruhî ne.
Rûmeta wan her zindî ye, û bîranîna wan dê di dilê Kurdistanê de heta hetayê her bimîne.
parvê bike

Nivîsên Nurhaq GULBAHAR
Teyisandina wateya peyvê
15 hezîranê
‘Ne heddê we ye!’
8 hezîranê
‘Zevî sext û esman dûr’
1 hezîranê
Xwendina pêvajoyê -2-
28 adarê
Xwendina pêvajoyê -1-
25 adarê
Parazvanên serwextî û heqîqetê
9 adarê
Hilbijardeya me serfirazî ye
23 sibatê