Xwendina pêvajoyê -2-

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Şemî 28 Adar 2026 - 07:00

Newroz, Fransa /foto:AFP
  • Di roja me ya îro de Kurd xwedî hêza avakirin û xirakirina hevsengiyane. Ev yek bi avakirina serwextiyê pêk hatiye. Vê serwextiyê kur û berfirehkirin wê bi gelan bide qezenckirin.

Di nivîsa pêş vê de derbarê rewşa heyî de herî dawî me gotibû; ‘Pergal bi palpiştiya inşaya netew-dewlet, bi pevçûnên ol û dewlet û bi erjengî dagirkirina hemû dewlemendiya jêrerd û sererd heta roja me xwe anî. Lê krîz çareser nebû. Di rastiyê de li tevahî cîhanê di roja me ya îro de tişta diqewime, sepandina xofa vê yekê ye.’

Lê aşkere bû ku krîzên vê serdemê êdî bi vegotin, pratîk û rê û rêbazên kevn wê çareser nebin. Ji ber vê li derdora Trump ku zilamê herî xas ê pergalê ye, bereyeke dijwar a şer anîn ser kar. Lezgîniya mudaxeleyê hebû û ji ber vê jî çawa ku ev bereya şer a pergalê hate ser kar bi hemleyên xwe yên bêpîvan, nepêkan û nayê texmînkirin dest bi pêvajoya herî dijwar a ji bo vê kêliya herî bi krîz a pergalê kirin. Ev bere çi nirx û pîvanekê nas nake û rastiya vê yekê li Filîstînê, Venezûela, Surî, Bakûr û Rojhilatê Surî û herî dawî jî li Îran bi awayê herî aşkere xwe nîşan dide. Ji xwe dema ku navê Wezareta Parastinê ya Emerîka hate guhertin û kirin Wezareta Şer, niyeta vê bereyê derkete holê. Dikare bê gotin ku ji bo pergal ji rewşa heyî bi krîz derkeve û pergala xwe ya nû misoger bike pêwistî bi bereya şer a bi serkirdetiya Trump hebû. Rastiya ku diqewime di pêşengtiya Trump de bi awayê herî bêperwa û bêexlaq, weke bangeranekî di ser her astengiyekê de çûyîne. Ji derveyî berjewendiyê xwe çi nirxekî hevbeş ê mirovahiyê li gel vî bereyê tune ye. Di vê mijarê de bi çavsorane di nav hilweşandinê de ne.     

Di nav vê gengeşeya kaosî de bi xwendina xwe ya dîrokî û ya rojane, her wiha destgirtin û watedayîna paradîgmasal û pêşxistina pêşengtiya pratîk-polîtîka di şexsê Rêber Ocalan de, ferqa herî mezin a gelê Kurd e. Aqlê Kurd ê ku pêşketiye, di nav vê krîzê de rêya herî baş û mezin a derketina ji vê krîzê ye. Pêxirtengiya li Rojhilata Navîn demdirêje heye. Di nîvenga vê rastiyê de cîhgirtina rastiya Kurd û Kurdistanê heye. Bi têkoşîna nîv esrî Kurd ji amûrbûnê xwe gihandin kirdariyê. Ev guhertineke binyadiye.

Pergal dixwaze vejîna xwe li Rojhilata Navîn pêk bîne. Şerên demdirêj ên bi wekalet qediyan û êdî dora şerê hêzên esasîne. Pergal her dem, bi hêzeke dijber xwe mayînde kir. Ev di sedsala 20. de bereya Sosyalîzma Reel bû, pişt re bû Îran û sibe wê bibe hêzeke din. Bi 28ê Sibatê re mudaxeleyeke rasterast ji Îranê çêbû. Lê beriya vê mudaxeleyê li Surî bi armanca teşedayîna Kurdan mudaxeleyek pêş ket. Hesabên cuda yên k udi xwestin weke sed sal beriya niha dîsa li ser mêz û xetkêşan Kurdan di nav xwe de bikin amûrê bazarê, di encama aqlê Kurd negihîşt armanca xwe ya hilweşîner. Di rastiyê de daxwaza beralîkirina hêviya gelan bû mudaxeleya li Bakur û Rojhilatê Surî qewimî. Armanc di nav armanc de hunandî bû. Lê yek jî bi qasî kuştina hêviyê ne xeter bû. Dibe ku di pêşîgirtina van hesaban de ya herî bi hêz parastina hêviyê be. Hêviya ku çerxa bazinê mirinê dişkêne û jiyaneke hevpar pêkan dike. Bi vê hişmendiyê mêzekirin wê nirxa paradigmaya ku li ser wê axê heye bêtir bi wate bike.           

Di roja me ya îro de Kurd xwedî hêza avakirin û xirakirina hevsengiyane. Ev yek bi avakirina serwextiyê pêk hatiye. Vê serwextiyê kur û berfirehkirin wê bi gelan bide qezenckirin.

Di nav vê pêvajoya şer de du diyardeyên ku hêza pêwist û îradeyê heta dawî peşkeş dikin hene. Rastiya paradigmaya Rêber Apo ya ku meşaleya hêviyê pêşkêşî gelan dike û yekîtiya netewî ya ku gelê me piştî êrişa Helebê û şun ve nîşan da, ev her du diyardeyên jiyanî ne. Di tevahî dîroka me de ev momentum ango kêliyên werçerxî pir kêm pêş ketine. Ev dema ku em tê de jiyan dikin ji wan demên newazene. Veguhestina vê rastiyê bi polîtîk-pratîk a bi aqlê Kurd ji destkeftiyên şênber re, têkoşîneke kêlî bi kêlî dixwaze.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.