- Enfal û ferman, tevî ku di dem û cihên cuda de qewimîne jî, di çarçoveya "bîreweriya tahl" de bi awayekî kûr bi hev ve girêdayî ne û ji bo civaka Kurd dersên gelekî giran ên dîrokî di nava xwe de dihewînin.
Di navbera salên 1986 û 1989an de, di bin serokatiya rejîma Baas a Sedam Huseyn de, li Başûrê Kurdistanê li dijî gelê Kurd bi navê "Enfal"ê 8 pêlên qirkirinê pêk hatin. Elî Hesen El-Mecîd pêşengtiya van pêlên qirkirinê dikir. Her çend di navbera van salan de amarên teqez nebin jî û aqûbeta hin kesan hê jî ne diyar be û dem bi dem zanyariyên nû bi dest dikevin, nêzîkî 182 hezar welatiyên Kurd (jin, zarok, kal û xort) hatine qetilkirin û wendakirin. Her wiha 4.500 gund hatine wêrankirin, şewitandin û talankirin, û bi dehan bajarok û navçe hatine valakirin. Di wê heyamê de zêdetirî 1 milyon kes neçar man ku warên xwe biterikînin.
Pêla 8. a Enfalê di meha Tebaxa sala 1988an de, bi taybetî di navbera 2 û 12ê Tebaxê de, li herêma Barzan dest pê kir. Artêşa Iraqê, hêzên sîxuriyê û hevkarên rejîmê —bi gotineke din, cehş— bi piştgiriya balafirên şer û çekên kîmyewî derdora herêma Barzan girtin. Tenê di vê pêlê de 8 hezar mêr û xortên devera Barzan hatin girtin û wendakirin.
Derbarê vê karesata mirovî ya ku gelê Kurd jiyaye de, li bajarê Silêmaniyê li Muzexaneya Emnî Sureke ku di serdema rejîma Baas de navenda îşkence û lêpirsînê bû, ji bo ruhê pak ê her şehîdekî/ê perçeyek awêne û ji bo her gundekî jî lampeyek hatiye bicîhkirin. Navên kesên wendayî û her wiha wekî remz bermahiyên qurbaniyan di vê muzexaneyê de cihê xwe digirin. Ji bo bîreweriya dîroka nêz cihekî wisaye ku her Kurdek divê bibîne.
26 sal piştî vê karesatê, dîsa di heman rojên meha Tebaxa havîna germ de, li Başûrê Kurdistanê vê carê li Şengalê, rêxistineke tarî ku bi kiryarên xwe xof ava dikir, bi navê DAIŞê, bi heman hişmendiya qirkirin û tunekirinê kete nav herêmê. Ji çekên destan bêtir, çeka wan a herî bi hêz xofa ku li ser mirovan ava kiribûn bû. Şengal û civaka Êzidî bi taybetî hatibûn hedefgirtin. Ji ber ku Êzidî bûn, rewavabûna kuştina wan wekî hişmendiyekê li cem DAIŞiyan hebû û di heman demê de wekî erdnîgarî qadeke gelekî stratejîk bû da ku armancên xwe pêk bînin.
Şengal û Şengalî li hemberî vê êrîşê ne xwedî amadekariyeke cewherî bûn. Herêm ji hêla hêzên ewlehiyê ve ku girêdayî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûn, dihat parastin. Li hemberî her fikareke Şengaliyan, rayedarên PDKê yên li herêmê bawerî didan wan ku wê tiştek bi serê wan de neyê û wê werin parastin.
Di 3ê Tebaxê de DAIŞ kete nav Şengalê. Yên ku xwe dabûn ber erkên parastinê û ewlehiyê, li pêş kamerayan bêserûber li erebeyan siwar bûn û pişta xwe dan Şengalê. Wekî ku digotin ferman ji Duhokê ji wan re çûye da ku paşve bikişin. Fermana ji Duhokê hatî, ji bo pêkneanîna helwêst û xîreta dîrokî bûbû hincetek û neviyên qurbaniyên ku hê bêhna Enfalê ji wan dihat, beşek ji gelê xwe ku xwedî baweriyeke kevnare bûn, li ber devê gurê har ê bi navê DAIŞê hiştin û çûn.
Civaka Êzidî li ber destê hovîtiyê bi tenê hate hiştin. Ev yek ne tenê wekî têkçûneke leşkerî, di heman demê de wekî pîvana "terkkirinê" û windakirina baweriya bi hêzên parastinê hate xwendin. Ruxmî tevahî astengiyan jî, gerîlayên Kurdistanê yên bi hewara Şengalê ve çûn, xwedî li wê helwêst û rûmeta xwe ya kevnar derketin û Şengal ji destê DAIŞê rizgar kirin.
Enfal û ferman, tevî ku di dem û cihên cuda de qewimîne jî, di çarçoveya "bîreweriya tahl" de bi awayekî kûr bi hev ve girêdayî ne û ji bo civaka Kurd dersên gelekî giran ên dîrokî di nava xwe de dihewînin.
Ji bo gelê Kurd, ev her du karesat jî ne tenê bîranînên salane ne; ew di heman demê de hişyariyek in ku nîşan dide çendî girîng e ku pergaleke parastinê ya neteweyî, hewldana ji bo yekîtiyê û berpirsiyariya exlaqî li hemberî gel hebe. Ji ber ku bîreweriya tahl a van bûyeran, divê bi hişmendiyeke rast a bi edalet, rûmet û parastineke durust pêş bikeve; ger na, dê her dem wekî sîwaneke reş li ser dîroka nûjen a Kurdan bimîne.
parvê bike

Nivîsên Nurhaq GULBAHAR
Wêneyek û hêza peyv û hevrêtiyê
27 tîrmehê
Ji Dostoyevskî heta Îmraliyê heyîna rojê
13 tîrmehê
Gotin û kirin
6 tîrmehê
Zîlan; Hevalyara Şahmaranê
29 hezîranê
Çar çirayên Kurdistanê
22 hezîranê
Teyisandina wateya peyvê
15 hezîranê
‘Ne heddê we ye!’
8 hezîranê