Şervana heqîqetê

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 24 Tebax 2026 - 07:30

  • Yê ku dilê xwe kiriye war ji heqîqetê re êdî rengekî din, raman û hişmendiyeke din û xwedî ken û gotineke din in. Her wiha xwedî navekî din in ku diyariyek ji diyariyên herî xweşik ên heqîqetê ne. Navê diyariya me Gulistan e û hevpara xewna bedew Hêro ye.

Heqîqet agirekî wiha ye ku tenê di dilê mirovan de vêdikeve û tîhna xwe ji ber xwe ve dide derdorê. Piştî vêket şun de êdî ew xwedî çarenûseke serbixwe ye. Diyariyeke ku ji dilê kon lê vedaye, şane bi şane helandinê û xwe ji nû ve afirandinê dixwaze. Heqîqet diyariyeke dijware, sotîner û hilweşîner e. Bi qasî dijwarî, sotînerî û hilweşînerî, baskê bi hêz ê ji bo azadiyê ye, sînornenas û avakirina Xwebûnê ye. Ji ber wê dagirtiye heqîqet û bi helandina şane bi şaneyan ji nû ve avakarên heman şaneya ye. Yê ku dilê xwe kiriye war ji heqîqetê re êdî rengekî din, raman û hişmendiyeke din û xwedî ken û gotineke din in. Her wiha xwedî navekî din in ku diyariyek ji diyariyên herî xweşik ên heqîqetê ne.

Navê diyariya me Gulistan e û hevpara xewna bedew Hêro ye.     

Dijberbûn hêzeke avakariyê ye. Ji ber wê dijbertiya nebûn û hebûnê jî di wateyekê de avakariya wateyê ye. Hebûna mirov bi qasî valatiya ku li pey xwe dihêle bi hêz e. Bi gotineke din valatiya te hebûna te ye. Şervana heqîqetê Gulistan û şagirt û hevpara xewna bedew Hêro valatiyeke ku qet nayê dagirtin li pey xwe hêştin. Yên mayî di her kêliyekê de di her tîpeke nivîsê de, di her henaseyekê de, di her çav û dilekî de hest bi vê valatiyê dikin. Di nîvenga warê xewnan de Gulistan û Hêro, di awirên bêdeng de li ser bijangan dîsa ew her du hene. Valatiya ku li pey xwe hêştibûn bi tu awayî nacebire. Ji xwe divê birîna hin wateyan jî qet û qet necebire.   

Dibêjin helbest havênê gotinê ye; gotin têr nake, dibe ku helbest gotinên me yên di dil de baştir rave bike;

Darberûyek dabû ser rêwitiya xwe ya qedîm

Peyda bike ji kesek re ku bibe pişt

Ji bayê bakûr hêviyê meyand

Ji têhna rojava destê hevgirtinê

Ji başûr û rojhilat tevna çarenûsê

 

Ba xeyîdî bû ji çiyayê xwe

Dîdara baranê bi zeviyên zuha re şikestibû

Berfa çilspî li esmanê çilsayî asê mabû

Û darberûyê di hembêza kesera xwe de

Rêwitiyeke bi tenyayî dabû ber xwe

Xeyda baranê ji çiyayan

Xunavkên lâl ava dikir ji pelçîmên diriyayî

 

Darberû ji ava Dîcle û Feratê gerand taqeta xwe

Li hewşeke têrzarok veda konê qedîm û qewîm

Ba, baran û berf bi zeriya rojê ew mezin kirin

Ku bibe dareke rojhilatî ji sebra qedirnasek re

Hewşa têrzarok wê helbet, helbet bêpar nehêşta ji hevaltiyê

Helbet wê yek bihata û pişta xwe bidaya ji bo

Sirra efsûnî ya ji pistepistên dapîran pêk hatî

 

Sirra efsûnî wê nivişta dapîran bigihanda ber guhê zarokekê

Zarokek li pey ba baran û berfê

Zarokek bi evîna çiyayan sermest bûyî

Zarokek ji neviyên çavkildayî

Dibe ku navê yek ji wan Gulçiya, Gulbahar,

Gulistan, Gulnaz an Çîçek be

Weke mohra xemrî yên bi ewran re firiyayî

Dibe ku di kenê zarokan de veşartî û razayî

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.