NURHAQ GULBAHAR
Ji bîrdanka têkoşanê wêneya ku ji bo vê heftê derdikeve pêşberî me ev wêne ye.
Di nav bihostek zemîna ku zinar derfetê meşeke bi zehmet didin de hewildana meşeke dîrokî heye li pêşberî me. Zinarên bi xof û dijwar ên weke çarenûsa erdnîgariyekê, zehmetiya meşê, hişyar bûn û ponijandina vê meşa sext di vî wêneyî de raza têkoşanekê nîşan dide. Awirên ku li erdê meyze dikin bi hemû şaneyên xwe ve dijwariya vê rêgehê diteyisînin. Rênîşaner bi tenêtiya xwe ya bi qasî zinaran dijwar, azadîxwazan xistiye nav tevgerê. Dîlemmaya bi qasî hebûnê kevnar derdikeve pêşberî me. Tenêtiya ku ji dem û mekanê xwe derbas dike û bi milyonan kesan dixe nav liv û tevgerê heye. Pêşeng bi qasî tenêtiya xwe zêde ye û bi qasî sextiya zinaran xwedî nermahiya sehekên xwe ye.
Mirovahî, timî bûye şahidên rêberên ku çarenûsa civakan diguherînin. Lê belê pir kêm caran ew kûrahî, ew barê giran û ew tenêtiya kûr a ku di dilê van rêberan de diqewime, bi rastî tê fêhmkirin. Ev wêne –ku tê de Rêber Abdullah Ocalan li Akademiya Mahsum Korkmaz di nav zinarekî kevnar û serhişk de bi tenê radiweste– ne tenê dîmenekî demkî ye; ew nîgarxaneya ramanekî ye ku di nîvenga herikîna dîrokê de radiweste.
Dîwarê zinarê yê li pişt wî, bi awayekî sembolîk astengiyên mezin, zehmetiyên dîrokî û bêdengiya cîhanê tîne bîra mirov. Di nava vê siruşt û zinarên asê de, sekna wî ya bi serê xwe û tewandina serî, ne nîşana bêhêvîtiyê, belkî nîşana kûrbûneke felsefî ye. Ew kûrbûn e ku qala avakirina jiyaneke nû ji nava kevir û zinarên hişk dike. Akademiyeke li ser van çiyayan, berî ku bibe navendeke leşkerî an perwerdeyê, dibe laboratuara ji nû ve avakirina hişmendiya mirovê/a azad. Ev sekin sekna simbilê dagirtiye, bi ax û av û germahiya rojê xwe kamil kiriye. Berhemdariya xwe zanînê ye.
Ji bo rêberekî ku dahatûya gelan û pergala jiyaneke nû dinivîse, ev ponijandina bi tena serê xwe ne tenê qutbûnek ji cîhanê ye; ew cihê herî rast e ku mirov rastiya cîhanê lê dibîne. Ew bi hezaran salên bindestiyê, êşên gel û hêviyên azadiyê di hişê xwe de hildigire. Ew sekna weke simbilan, ne ji berketinê ye, belkî ji ber giraniya fikrên kûr e ku ji bo siberoja mirovahiyê tên hûnandin. Di wêneyê de ev ponijandina bi tena serê xwe, mirov dikişîne nava ramanekî kûr: Rêberek çawa bi dehsalan bi tena serê xwe li hemberî tarîtiyê ronahiyê ava dike? Duh li Akademiya Mahsûm Korkmaz, îro li Girava Îmrali her heman banga têkoşana azadiyê ye.
Ev wêne ji me re dibêje ku rêbertî ne tiştekî ewqas hêsane, Rêbertiya ku hatiye kirin di nava zinarên seqem û di nava xweza û xaka welêt de xwe ava kiriye. Ew ponijandina bi tenê, piştre di nava milyonan de belav bû û veguherî bîreke kolektîf a azadiyê. Ew kesê ku li ber wan zinaran bi tenê tê dîtin, îro di dilê bi milyonan mirovan de dijî. Ew wêne wekî belgeya rasteqîn a berxwedaneke bêhempa, wekî bîrdanka têkoşîneke ku çarenûsa gelan guhert, di rûpelên dîrokê de cihê xwe digire.
parvê bike

Nivîsên Nurhaq GULBAHAR
Ji bîrdanka têkoşînê -3-
2 teşrînê
Ji bîrdanka têkoşanê-rênişaner -2-
26 cotmeh
Ji bîrdanka (arşîva) têkoşanê -1-
19 cotmeh
Çanda fikirandinê û xwendina zeman
12 cotmeh
Bihara Payîzê: Nagihan Akarsel
5 cotmeh
Berpirsiyarî û pêkanîn
28 îlonê
Hişmendiya li derdora sê peyvan
21 îlonê