‘Zevî sext û esman dûr’

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 1 Hezîran 2026 - 07:30

 

Heke tu xwedî welatekî çiyayî bî, wê stran û lîlanên te, li lutkeyên çiyayan bigerin. Wê esman û zevî li pey didara xwe ya bêdawî bin. Heke tu xwedî welatekî çiyayî bî, wê sermestiya evîneke xembar xwe li te rapêçe. Dualîteya jiyan û mirin, hêvî û kul, sebr û wefa weke deqên li ser laşê mirov wê xwe bi cîh bikin. Heke tu xwedî welatekî çiyayî bî, wê razên jiyanê bi destê jinekê, bi şîrê dayika pitika keçikekê wê xwe weke efsûnên qedîm di laşê te de veşêrin. Bêdengî wê bibe qêrîna herî bilind, lêgerîn wê te bibe quncikê herî çîrokane yê jiyana rasteqîn.

Filmê ‘Zevî sext û Esman Dûr’ vê heqîqeta welatê çiyayî, digihîne ber çavê bînerên xwe. Di dawiya film de hest û tahmeke welatê çiyayî bi bîner re dimîne. Çi bûn ev gelo, mirov çawa dikare vê bilêv bike? Dibe ku navê film bi xwe alîkar be ji bo vê yekê. Navê film bi xwe weke çarenûsa welatê çiyayî bi rastiyekê re mirov rûbirû dike û weke mifteya xwendina film e. Zeviyê sext Kurdistane û barê qedîm ê dîrokê û kêliyên dijwar ên roja me ya îro di hundirê xwe de dihewîne. Zeviyê sext ew welate ku weke Dayê Meryema ku di film de rolê sereke dileyze ji kurê xwe re dibêje; ‘Lawo, Kurdistan hemû çiya ye.’ Heke xwedî welatekî çiyayî bî wê çîrokên te jî ji bayên sext ên çiyayan avê vexon û dijwar û asê bin. Weke çîroka tahl a şerê Brakujiyekê ku di xewnên me de jî û çavvekirî jî her li pey me ne. Weke xewnerastiyên Harûnê di film de.

Zevî sexte li Kurdistanê. Ji ber wê Şîrîn bi gulavan pêşwazî dike qaçaxçiyên welatên xwe. Weke hemayîlekê di singa xwe de vedişêre roja xwe ya şahiyê. Ji gerîllayên jin re slava hêviyê dide. Raza jiyanê di deqîne di laşê xwe de.

Zevî sexte li Kurdistanê. Weke Azad pişta xwe dide evin û jiyanê û berê xwe dide şerekî badilhewa yê ji parsekiyê xirabtir.

Zevî sexte li Kurdistanê. Bi dengê ku ji bîra avê ya dilan derdikeve Dayê Meryem dikewîne brînên xedar ên hebûnê. Ku ew birîn ê qisasê kurê wê be jî.

Di heman demê de ‘Esman Dûr’ e. Weke hêviyên ku bi klam û qewlên dengbêjan û bi razên ku di perên pereselke û Tawisê Melek de veşartî her bi me re ne. Bi hêviya jiyanê ya ku li derdora jineke kevnare bi dilekî hebandî wê her hebe, em li siberoja xwe dinerin.

Filmê derhêner Hawraz Mihemed, bi sembolazîsyonan hewil dide sînorên Kurdistanê di nêv dilê me de pûç bike. Ji wêneyê Michelangeloyî rojavayî heta Şahmarana Kurdistanî, sembolên curbecur bi awayekî çîrokane di film de hatine bikaranîn. Ji ber ku heke tu xwedî welatekî çiyayî bî, divê filme te jî çîrokane bin. Heke tu qala şerê Brakujiyê jî bikî.

Film bi lîstikvaniyên hêja, hewil daye birîneke bi êş a dîroka me destnîşan bike. Li derdora xwebûna jinekê hunandina çîroka film û Kurdistanîbûna ew jina dîrokî, bînerên xwe dibe ber ew nirxên ku ji me dûr ketine. Ji bo berdewamkirina jiyanê xatirxwestina ji hestiyên ezîzên ber dilê xwe û bi awayê herî bi hêz li xwe mikûrhatin nîvenga filme û di jiyana rasteqîn de jî pêwistiya me ya sereke ye.

Ji ber heke tu xwedî welatekî çiyayî bî divê tu birînên xwe bi av û bayên çiyayan bipêçî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.