- Çerxa mirinê li dora stuyê gelan pêçaye. Tişta ku divê were dîtin ev yeke. Rastiya ku li ser Rojhilata Navîn tê ferzkirin rastiya mirinê ye. Rastî eve lê wê ev rastî çawa bê beralîkirin?
Nirxandineke pêvajoya ku em tê de dijîn, ji ber leza geşedanên kêlî bi kêlî pir zehmet dibe. Em di nav rastiyeke dîrokî de di nav serûbinbûneke dijwar de şahidî ji pêvajoyê re dikin. Geşedanên di kêliyê de diqewimin xwedî taybetmendiyên çarenûsîne. Di nav vê aloziyê de dîtina pêşiya xwe û li gorî wê jî pêngavên pêwist pêşxistin, nîşandana helwêst û li gorî wê jî tevgerîn pir grînge. Ev yek di hundirê xwe de derfetên serxistinê jî û her wiha zemîna wendakirinê jî dihewîne. Di nav vê rastiyê de ji bo serxistinê hişmendî û aqlekî hevbeş, hêza nirxandineke xwînsar û rast û her wiha pêngavên bi sebir ên ji bo avakariya siberojê pêwist dike.
Ev dema ku em tê de dijîn weke kêliya kaosê dikare were binavkirin. Hilweşîn û hevgirtinên di kêliyan de çê dibin, di heman demê de dijbertiyên ku pêş dikevin û erjengiya van rastiyan di kêm deman de derketiye holê. Tekane rêya derketina ji vê çerx û nîvenga rewşa kaotik pêşxistina hişmendî û aqil û hizra dahatuyeke cuda ye. Li ser vê erdnîgariyê gelek car bi navê ol, mezhep, netew û hwd bi hincetên cûrbecûr, gelan berdane hev û ji bo berjewendiya pergalê ew bikar anîne. Ev rêbaz gelan daye qirkirin, her tim di nav rewşa awarte ya pevçûnan de wergirtiye, her tim hizra neyînî ferz kiriye, gelan bêhnçikandî hêştiye û mixabin divê bê gotin ku her tim jî encam wergirtiye. Çerxa mirinê li dora stuyê gelan pêçaye. Tişta ku divê were dîtin ev yeke. Rastiya ku li ser Rojhilata Navîn tê ferzkirin rastiya mirinê ye. Rastî eve lê wê ev rastî çawa bê beralîkirin? Mixabin ji derveyî Tevgera azadî ya Kurd, hewildana pêşxistina serwextî û pratîka derketina ji vê çarenûsa mirinê, bi tu aliyekî re nîşaneyek dernakeve holê. Ew jî bi saya Rêber APO ya ku bi têkoşîn û xwendina dîrok û rojaneyê û her wiha hizra dahatuyê ya bi dehan sal ev yek pêk hatiye. Rehendê kur ê pirsgirêkan, nirxa vê derketina bêhempa rojane nîşanî me dide.
Pergala dinê di nav pêxirtengiyên mezin de ye. Di rastiya xwe de ev pêvajoya ku em tê de hewildana pergalê ya ji bo derketina ji vê pêxirtengiya girane. Di rewşa dîtbarî de weke ku pergal hewil dide çerx û pergala xwe ya nû bide runiştandine. Lê di rastiyê de keftûlefta pergalê ya ji bo daxwaza derketina ji pêxirtengiya xwe ya binyadî ye. Pêxirtengî an go bi gotineke din krîz û kaos ewqas kur û xwedî rehendên di nav hev de ne, ruxmî bi salane destpêşxerî ji hêla pergalê ve tê kirin jî lê bi ser xwe de nayê, pêxirtengî derbas nabe û her diçe kurtir dibe. Diyardeyeke kevnar a dîrokê heye ku dibêje; ‘Çareseriyên duh, pirsgirêkên îro ne’ Ev rewşa bi krîz a ku pergal bi awayê şer, pevçûn û hilweşandinê li ser gelan ferz dike, di cewherê xwe de encama çareseriyên sed sal beriya niha ne. Kirasê hesinî yên ku di bin navê dewlet netewe de hate pêşxistin û yekdestkirina di navendekê de îro bi her awayî ji hev vediçire, ji hev dikeve û diterike. Ev çareserî çiqas qirfokî ne, çiqas li dijî azadiyê ne û bi mirinê hatine mohrkirin bi geşedanên rojane derdikeve pêşiya me.
Pergal bi palpiştiya inşaya netew-dewlet, bi pevçûnên ol û dewlet û bi erjengî dagirkirina hemû dewlemendiya jêrerd û sererd heta roja me xwe anî. Lê krîz çareser nebû. Di rastiyê de li tevahî cîhanê di roja me ya îro de tişta diqewime, sepandina xofa vê yekê ye.
Di nivîsa bê de li ser heman mijarê emê berdewam bikin.
parvê bike

Nivîsên Nurhaq GULBAHAR
Parazvanên serwextî û heqîqetê
9 adarê
Hilbijardeya me serfirazî ye
23 sibatê
Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)
22 kanûnê
Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-
15 kanûnê
Serpêhatiya wate û çandê bi jinê re
8 kanûnê
Îmralî: Muxatabiya hêza heqîqetê (10)
24 teşrînê
Îmralî - Berpirsiyariya Azadiyê (9)
17 teşrînê