Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 15 Kanûn 2025 - 07:30

  • AZADÎ xewna me ya kevnare, her çiqas dixwazin bi me bidin jibîrkirin jî lê ew di şaneyên me de veşartiye. Wateya mirovahiyê bi azadiyê xwedî ferqa herî mezine. Îmrali wargeha vê ferqê ye.

Avakirina hişmendiyê pergalek dixwaze. Ji wê kêliya ku di nav civakê de serdestî hatiye avakirin û heta roja me ya îro berdewam dike, hişmendiya serdest her di nav avakirina pergalê de bûye. Pergal bi navên curbecur lê bi heman armancê xwe birêxistin kiriye. Derbarê pergalê de gelek serêşandinên ramyaran, hewildana avakirina pergaleke din ji hêla aliyên dijpergalê ve, her hebûne. Û wê her hebin jî. Pergala serdestiyê avakirina hişmendiyê ye. Hişmendiya serdestiyê deshilatdariya mutleqe û ev teqeziya deshilatdariyê bi serê xwe armanceke. Ji bo vê armancê her rêbaz û rê û amûr di oxira rê de xwedî mafdariyekê ye. Vê mafdariyê jî bi hêzên weke serbazî, qanûnî, perwerdeyî, aborî, ragihandin û hwd diparêzin.

Pergalên ku bi darê zorê xwe li ser lingan dihêlin ên lawazin. Di encama dîrokeke dijwar, ev ji hêla hişmendiya pergalê ve hate fahm kirin. Li gorî vê rêbazên cuda lê yên bêtir karîger hatin peyda kirin. Êdî ne bi darê zorê lê bi tetmîn û daxwaz, takekes û civak bi pergalê ve tên girêdan. Pergal her kêliyekê mêjî û hest mijûl dike. Di her kêliyekê de lêhûrbûnê belav dike. Serê her qelîştokekê digre ku ji derveyî pergalê hizrek an hestekî li dijî pergalê derkeve. Pergal her hişyare, hişyariya pergalê bi armanca tevizandina aqil, hest û hizrê ye. Gurkirina daxwazên takekes, ew her birçî hêştin û li gorî xwe ew têrkirin, sêhrabaziya herî serkeftî ya pergalê ye.

Di encama van de hêza mirov a xeyalkirinê xav dibe, daxwaza pêkanîna xewnan jibîr diçe û jiyaneke her di nav xumamiyekê de derdikeve holê. Vê yekê bi avakirina rojevê tacîdar dike, ev jî dibe rupoşa herî xwirt a ku ser rastiyê girtiye. Êdî rastî an go heqîqet ne xeme ku daxwaza xwe gihandina heqîqetê rêwistiya herî bedew a mirovahiyê ye. Li şuna xema rastiyê êdî xem tenê şahî û şahi ye.

Heke hizr û bala her kesekî/ê belave be wê demê kesek li hember pergalê nabe gef û xeteriyê ava nake. Rojevên ku di roja me ya îro de li ser me tên ferz kirin, armanca xwe ya sereke ev e.        

Warê Îmrali, di kesayetê Rêber APO de, li gorî vê rastiyê dema ku em mêze bikin, ji bo xwe ji feraset û hişmendiya pergalê dûr bixe, dibe wargehê dijpergalê. Îmrali rojeva xwe ava dike. Ne tenê rojevê ava dike, di heman demê de heqîqeta ku rêwitiya herî bedew a mirovahiyê ye, şênber dike. Ku ew jî AZADÎ bi xwe ye. Di encama dûdirêj an demkurt tevahî pevçûn û şeran de bi rêbazekê lihevkirin an go aşitî her pêk tê, Ev armanceke diyarkirî ya ji bo dema li pêşiya me ye. Lê wateya Îmrali, AZADÎ ye ku ji tevahî lêhûrbûnan vê heqîqetê weke diyarî pêşkêş dike. Qelîştoka pergalê Îmrali ye. Rojeva Îmrali bi xwe heye. Girtiyê Îmrali weke paradokseke dîrokî di kesayetê xwe de azadiyê ava dike, azadiyê dibîne, hizir dike û pêk tine. Xwedî li rojê, li kêliyê derdikeve. Vê rastiyê jî li ser esasê hişmendiya kur a dîrokî pêk tine. Her wiha ji bo siberojê jî xwedî xeyalek û xewneke rasteqîne.

AZADÎ xewna me ya kevnare, her çiqas dixwazin bi me bidin jibîrkirin jî lê ew di şaneyên me de veşartiye. Wateya mirovahiyê bi azadiyê xwedî ferqa herî mezine. Îmrali wargeha vê ferqê ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.