- Baweriya hêza raman û gotinê teyisandina herî xwirt li tevgerînê dike. Ev jî serwextiyeke bêhempa bi xwe re tîne. Serwextî heqîqeta wateyê ye. Divê her dem were parastin. Em Kurd di roja me ya îro de parazvanê vê heqîqetê ne.
Yê gotinê dide diyarkirin raman in. Ji ber wê divê mirov hay ji ramanên xwe hebe û her tim bi awayê herî baş ew gurçupêç bike. Raman serwextiya mirov a derbarê xwe, jiyan, gerdûn û mirinê de nîşan dide. Ev serwextî di zimên de teşe digre. Gotina derbirîna ramanê ji nav tevahî şîlobûn û xumamiya me mirovan de serwextbûneke bêhempa bi xwe re aniye. Ev jî weke enerjiyek, gyanek dikare were pênasekirin.
Gotin jî bi xwe re tevgerînê tîne. Ji ber ku ne raman û ne jî gotin bi tena serê xwe têr nakin. Serwextî tevgerînekê dixwaze. Çima? Ji ber ku enerjî formekê dixwaze. Tevgerîna mirov a di encama raman û gotinê de bi civakbûn, nirx, etîk û estetîka jiyanê ve teşe digre. Tevgerîn li gorî vê dibe ferqeke pir mezin a me ji hev cuda dike. Ev cudatiye ku baweriya ji bo hin raman, gotin û tevgerînê, di tevahî serpêhatiya mirovahiyê de milyonan kesî daye pey xwe, bandor kiriye, teşe daye jiyanan û bûye sedemên guhertin û veguhertinên mezin. Bawerî, çemkên hişmendiyan, pêşketinên zanistê û hwd ji bo vê yekê mînak in.
Tevgerînên me dibin terzê jiyanê ku tevahî ev pêvajo bi xwe re kesayet ava dike. Di nav çerxekê de ev rastî pêş dikeve. Kesayet û jiyana ku di encama ramanê de ava dibin û teşe digrin, piştî demekê êdî li qeraxekî diterpilin. Dûriyanek derdikeve pêş. Ew jî hewildana hişkkirin û qerisandina enerjiyê an jî guhertin û veguhertinê ye. Ku ji bo vê yekê raman, navên çarenûs û diyalektîkê lê kiriye. Enerjî, gyan an jî raman êdî çi nav lê kirin bila bê kirin, li gorî xwezaya xwe li dijî hişkbûn û qefaltinê ye. Her tim di nav guhertin û veguhertinê de ye. Lêgerîna hilbijardeyan heta dawî li pêşberî me ye.
Di encam de ramanên me kesayetên me ava dikin, her wiha civak û heqîqeta me jî. Guhertin û veguhertineke hevgirtî, bi xwe re hilbijardeyên herî çêker tîne. Hişkbûna di ramanê de hilbijardeyan jî ji holê radike. Tirsa ji guhertin û veguhertinê diqûtifîne. Xetereyeke herî mezin a li pêşberî pirsgirêkên kevnar û yên qerase ev tirs e. Ji bo çareseriya pênase û destgirtina pirsgirêka Kurd a li çar dewletan lê di serî de li Tirkiye, bingehê xwe ji vê tirsê digre. Aqlê dewletê di serî de di hêla raman de qeyd û benden xwe venake. Ramanên çareseriyê di asta ku çareseriya herî mayîn de pêk bîne de pêş naxe, ji bo vê ev raman xwe nagihîne hêza wateyê û wate jî tevgerînê pêş naxe. Ramanên kulek, gotinên kulek û tevgerînên kulek, guhertin û veguhertinên bingehîn pêş naxin. Ji bo rapora komisyona ‘xwişk û biratî û ya demokrasiyê’ ku piştî xebateke bi mehan derkete holê bi vî hawî şîrovekirin wê ne şaş be. Tirs û hişkbûna di raman û hişmendiyê de nagihîje nermbûn û hêza guhertin û veguhertina Rêber APO ya ku di her gavekî de dihejîne. Baweriya hêza raman û gotinê teyisandina herî xwirt li tevgerînê dike. Ev jî serwextiyeke bêhempa bi xwe re tîne. Serwextî heqîqeta wateyê ye. Divê her dem were parastin. Em Kurd di roja me ya îro de parazvanê vê heqîqetê ne.
parvê bike

Nivîsên Nurhaq GULBAHAR
Hilbijardeya me serfirazî ye
23 sibatê
Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)
22 kanûnê
Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-
15 kanûnê
Serpêhatiya wate û çandê bi jinê re
8 kanûnê
Îmralî: Muxatabiya hêza heqîqetê (10)
24 teşrînê
Îmralî - Berpirsiyariya Azadiyê (9)
17 teşrînê
Îmralî-Werçerxiya Dîrokê (8)
10 teşrînê