Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 22 Kanûn 2025 - 07:30

  • Êdî fenomenolojiyek heye. Ew jî Fenomenolojiya Îmrali ye. Fenomenolojiya Îmraliyê heke em tenê di warê pirsgirêk û çareseriya Kurd de dest bigrin, emê bikevin nav şaşiyeke bingehîn û wê ev wateya Îmraliyê teng bike.

Mirov her dem pêwiste him hizir û ramanên xwe û him jî hizir û ramanên ji derveyî yên xwe kur bike. Ev rastiya xwerû, mifteya têgihiştina jiyanê ye. Lêgerînvaniya vê rastiyê, her dem bi xwe re zor û zehmetî û her wiha kêfxweşiyê jî ava kiriye. Zehmete ji ber ku divê her tim hest û zanîna ji bo xwe û derdora xwe bikî. Kêfxweşiye ji ber ku bi vî hawî ji refên ji rêzê derketin pêkane. Rênîşandana hizir û ramanê jî kesayetên xwe avakirî dixwaze. Ji bîrdozî heta aboriyê, ji siyaset heta hunerê, ji civaknasî heta dîrokê di her warekî de hêza têgihiştin û lihevanînê dixwaze. Her wiha bi awayê herî çeker hêza bihevgirêdana van qadan jî.

Îmrali, ev 27 salin bi me Kurdan û bi tevahî cîhanê vê rastiyê destnîşan dike. Rê û şopa xwe ya hizir û ramanê kur û ber fireh dike û di her warekî de, bi her awayî rê û şopandina hizir û ramanên ên derdora xwe, yên gelê xwe û yên cîhanê jî kur û berfirehtir dike. Êdî fenomenolojiyek heye. Ew jî Fenomenolojiya Îmrali ye. Fenomenolojiya Îmraliyê heke em tenê di warê pirsgirêk û çareseriya Kurd de dest bigrin, emê bikevin nav şaşiyeke bingehîn û wê ev wateya Îmraliyê teng bike. Heke em wateya fenomenolojiyê weke dîtin û hizra herî cewherî, xwerû û rast bigrin dest, di roja me ya îro de rêbertiya ku Îmrali dike tenê di çarçoveya meseleya Kurd de dest bigrin, wê neheqiyeke mezin be.

Weke mînak; bi xwendina xwe ya dîrokê ku li ser bingehê desteserkirina jinê û serdestiya mêr, digre dest û dîrokê dixwîne, ferqeke binyadî ya hizir û ramanê ye. Ev xwendina dîrokê sererastkirina herî xwirt a hişmendiya dîrokê ye. Her wiha weke şaneya kok, nirx û watedayîna komunê û bi vî hawî daxwaza guhertina dewletê, wêrekî û berpirsiyariyeke dîrokî dixwaze. Diyardeya çîn ne di wateya sereke de ye lê azadiya ku di şexsê jinê de ji civakê hatiye dizîn û desteserkirin, hizir û raman û têgihiştina ji bo tevahî mirovahiyê ye. Ji ber wê ramyariya ku ji Îmrali derdikeve bi tenê bi Kurdbûyînê bêdestgirtin wê tengavkirineke ne di cihê xwe de be. Fenomenolojiya Îmrali ji ber wê cîhaniye û bi nasnameyekê nikare bê tengavkirin. Nasname belkî dikarin xwe li gorî vê rastiyê bigrin dest û çêbikin. Her wiha di serdema ku nasname û nirxên mirovahiyê ku ewqas xav bûye de, rêya avakirin û israra di Sosyalîzmê de jî, ji bo çepgirên tevahî cîhanê jî qonaxeke hemdem a Sosyalîzmê ye.    

Ev heqîqet ji hêla beşeke hêja kesên ji derve ve jî tê ser ziman. Ji xwe mijara vê nivîsê jî di encama dîtina van ramyaran derkete holê. Ji Ewrûpa, ji Efrîqa heta Emerîka, Rojhilata Navîn û welatên curbecûr nîqaş li ser vê ramyariya Îmrali tên kirin. Him jî bi awayê herî rêzdar. Beşdariya kesên ku xwe weke endamek ji endamên komuna felsefe ya Rêber APO dibînin, rê û rêbazên xwe yên hizir û ramanan kur dikin.

Ji hêla me ve jî him kurkirin û him jî ceribandinên pêkanînê û iddiaya serxistinê wê bibe yekkirina gotin û pratîkê. Di her şênberkirinekê de wê hizir bibin xwedî beden û hebûn. Û di cewherê xwe de şoreş ev bi xwe ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.