Hêrsa me hêza me kêziyên me xofa we ye

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 16 Sibat 2026 - 07:30

  • Jinê xwe gihandiye wan kokên xwe yên herî kevnar û aqil û hesta wê hişmendiya azad weke helbestekê di nav keziyên xwe de hunandiye. Û vê dibêje; Kezî tenê ne xemla min lê sembola hişmendiya xwebûna min e. Hêrsa me hêza me, keziyên me xofa we ye.

Bi destpêkirina sala 2026an û vir ve, li hemberî hişmendiya reş a serdestên kujer a li Surî derket, daneheva hêrs, helwest û xîreta azadîxwazan li tevahî cîhanê deng veda. Di serî de jin havênê vê hêrsa hevbeş a çêker bûn û vê hişmendiya reş û tarî bi her awayî deşifre kirin.  

Sala 2026an bi erjengî destpêkir. Zext û zordariya li Îranê, desteserkirina Serokê welatê Wenezuelayê û serdegirtina her du taxên Kurdan ên li Heleba kevnar û di berdewamiya wê de berfirehbûna êrişên hovane yên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Surî pêlên li pey hev bûn. Çemka serdest a li ser hişmendiya kujeriya teqez xwe li gorî heyamê ji nû ve birêxistin kir. Ev rêxistinbûyîn bi serdestên xwe yên herêmî û yên kurewî di nav heman tifaq û hevgirtinê de li derdora raman û pratîkkirina çemka azadîxwaziya ku bi xwe re hêviyê diafirand girt û xwest hêviyê bifetisîne. Fişareke mezin, êrişeke hovane û bêexlaqiyeke bêsînor pêşket. Li hember vê bersiva derket jî berxwedaneke mezin, hêrseke tuj û sengergirtineke rûmetê bû.  

Di nav vê aloziyê de zilamekî bi kiryarekî xwe bi awayê herî xwerû, hov û bêhesap bi tevahî cîhanê da nasîn ku ev şer tenê ne şerê du hêza ne, di esasê xwe de şerê di navbera du hişmendiyan de ye. Ev kiryar jî jêkirina keziyê şervaneke jin bû. Tevahî hesap û hevkêşe, tevahî armanca vî şerê qirêj weke cewher xwe di vê rastiyê de nîşan dida ku esas armanca ji vî şerî tunekirina ramana azadiyê ya li ser bingeha jinê ye. ZAf xwestin veşêrin, ser bigrin, weke qayişê bikşînin cihên dûr lê bi destê zilamê xwe yê destqirêj armanca wan aşkere bû. Ji ber taybetmendiyeke heqîqetan heye, nikarin bên veşartin û her divê derkevin holê. Ev jî bi vî hawî bû.  

Di hebûn û xwebûna jinê de por cihekî xwe yê taybet, pîroz û bi wate heye. Jinê wateyeke xwebûnê li por barkiriye. Hêza jinê yên veşartî yên weke him xwedî jiyan û him jî qudreta mirinê, di porê jinê de, di keziyê jinê de xwe ava kiriye. Por an go kezî zimanê jinê yên bi tevahî zindîweran re ye. Hemêz dike, dibe star û sînorê dide diyarkirin. Por remza ramanê ye ku ji serî derdikeve, zeviya ramanên jinê ye, zûbizû destkarî lê nayê kirin. Peywendiya jinê bi por re taybete, xwedî zimanekî xwesere. Him zimanekî xweser û him jî zimanekî hevbeşe. Li xwe zêde dike. Serî radike, nayê radestkirin. Kurkirin û zêdekirina hişmendî û wateyê ye. Weke li Şengalê jî em dibînin kezî diyarî û nirxdayîna hezkiriyane ku li ser goran qevdên keziyan girêdayî ne. Ji bedenê diweşe lê divê her tayeke por were komkirin û di cihekî taybet de bê bicîhkirin. Razên kevnare yên jinê tê de veşartîne. Ji ber wê weke qadeke şer her tim êriş bi ser de hatiye. Êrişa herî tê zanîn jî kuştina Medûsa ye ku bi awayê herî dirinde û dijwar êriş çawa li ser jinê pêk hatiye heta roja me ya îro bi erjengî xwe nîşan dide. Êrişê ku herî dawî qewimîn, şopînerên heman hişmendiyê ne.  

Dikare bê gotin ku ne tenê ji bo jinê, ji bo tevahî gel, qewm û qebîleyên ku xwedî nirxên xwe yên xwerû ne jî por cihekî taybet digre. Wate li por barkirin, nirxeke hevbeşe. Ji ber vê bi taybetî êrişên dijwar û hov ên bi armanca helandin û tunekirina van gelên qedîm de, destdirêjiya li ser por, weke rêbazekî taybet ê şer hatiye bikaranîn. Dagirkerên Emerîkayê ji bo asîmîlekirina çermsorên parzemînê, dagirkerên Awustralyayê ji bo Aborjîniyên parzemînê, li Çîn û Japonya ji bo qebîleyên çiyayî, li Tirkiyeyê ji bo bermahiyên serhildanan ên sedsala 20an, yekemîn destdirêjî li ser por hatiye kirin. Ol vekirina deriyên bihûşt an dojehê, weke şertê jêneveger bi porê jinê ve girêdaye. Bi van destdirêjiyan xwestine jin û gelan ji kokên xwe, ji wateya xwe ya takekes û ya civakî, ji nirxên xwe yên hevbeş dûr bixînin.  

Ji ber vê tişta ku rû da xwedî paşxaneyeke dîrokî û hişmendiye. Ji rêzê nîne. Hişmendiya çemka kujerê kastîk e. Dixwazin vê hişmendiyê careke din li ser beden û xwebûna jinê bidin ava kirin.      

Lê vê carê ne weke berê ye. Jinê xwe gihandiye wan kokên xwe yên herî kevnar û aqil û hesta wê hişmendiya azad weke helbestekê di nav keziyên xwe de hunandiye. Û vê dibêje; Kezî tenê ne xemla min lê sembola hişmendiya xwebûna min e. Hêrsa me hêza me, keziyên me xofa we ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.