Hilbijardeya me serfirazî ye

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 23 Sibat 2026 - 07:30

  • Em weke Kurd û gelên din ên azadîxwaz û daxwaza jiyaneke hevpar û bi rûmet, serfiraz bin bi vê hişmendî û hilbijardeyê. Di vê tarîtiya tîr de rohniya ji stêrka me difûre, bêtir diçirise û ferqa me ya herî mezin jî ev hilbijardeya me ye.

Hişmendiya Neteweya Demokratîk a ku ev 12 salên dawî bi awayê şênber li Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi gewde bû, li ser du hîmên binyadî derkete holê. Hîmeke bingehîn a vê hişmendiyê hilbijardineke bi zanîne. Hîmê din jî ferzkirina kurahiya dîrokê ye ku rîşeyên bi kok ên civakbûna li ser nirxên hevbeş vê hişmendiyê weke derketinekê nîşanî mirovahiyê dike. Heke em van her du diyardeyan ji hev derxin emê baştir grîngî û wateya hişmendiya Netewa Demokratîk a Gelan fahm bikin.

Ev hilbijardin him xwendineke bingehîn a serdemê û politikaya erdnîgariyê ye û him jî pêşbîniya dahatuyeke hêjayî mirovahiyê ye. Her wiha tekane rêya derketina ji cendere û kirasê hesinî yên li dinyayê lê bi taybetî li Rojhilata Navîn e. Cendere û kirasê hesinî ya ku li tevahî erdnîgariya Rojhilata Navîn tê kirin netewperestî, olperestî û mezhepperestiye ku weke amûrên qet kevin nabin tên bikaranîn. Weke bazineke ku qet nayê şikestin, weke ku çarenûs be û nayê guhertin, weke benê tim û tim di stuyê xwar de be li ser dîroka vê erdnîgariyê tê ferz kirin. Kurd, Ereb, Tirk, Faris, Cihû, Ermen, Aşur û tevahî gelên din li hemberî hev tên bikaranîn û her car berdêlên giranbûha yên bi êş didin. Heke ev ne guncaw be, ol vê carê dibe tovê herî baş ji bo zeviyên bi xwînê tên avdan. Cihutî, Mesihî, Îslamiyet her di nav heman geramolê de tên û diçin. Hin caran jî qelîştoka herî baş a vê dojehê jî mezhepgeriya heyî ye. Mezhebên Sunnî, Şîa, Elewî û yên dîtir. Bi van diyarde û hincetan erdnîgariya Rojhilata Navîn weke dojehekê lê hatiye.

Ya duwemîn ku di cewherê xwe de zemîna kur a felsefîk, xwendina dîrok û baweriya ku hilbijardeyeke.

din pêşkêşî gelan dike, ferzkirina rîşeyên dîrokê yên li derdora nirx û wateya hevbeş a mirovahiyê ye. Nirxên hevbeş ên mirovahiyê hene. Di nav van nirxan de yê herî sereke parastina jiyanê ya li derdora jinê ye. Yanî bi gotineke din parvekirina nirxên jinê, jîndarkirina jiyana civakî û hevdû naskirin û qebûlkirine. Ev jiyana komunalî, him li hemberî hev û him jî li hember xwezayê xwedî rêzeke bi kok û berfirehe. Ceribandina mirovahiyê ya li ser vî esasî pêk hatiye û gengaze. Heta niha jî berdewamiya jiyanê hê jî bi saya serê van nirxên binyadî ne. Ji ber wê derketina ji cendere û xefka li derdora erdnîgariya di wateya dojehê de, ev ferzkirina dîrokê paşxaneya hişmendiya netewa demokratik a Rêber Ocalan ava dike. Bi naveroka nirxên hevbeş û bi rêzdarî jiyaneke bi hevre gengaze, nîşanî me Kurdan, gelên herêmê, baweriyan û tevahî cîhanê kir. Tişta ku li Bakûr û Rojhilatê Surî qewimî ev hilbijardeya jiyanê bû, pratîk û hewildana serxistina vê bû.

Ji ber wê di cewherê xwe de şerê ku di sere vê salê de li Helep û Bakûr û Rojhilatê Sûrî qewimî ev bû. Têkbirina vê hilbijardeya bi hişmendî a jiyanê bû. Li hemberî vê bi tevahî tevna dezgehên bazarê yên bi xwîn ketin nav liv û tevgerê û xwestin vê hişmendiyê ji holê rakin. Ji ber wê li kêleka êrîşên çekdarî, dest bi êrişeke dijwartir a hişmendiyê kirin. Xwestin careke din vê hilbijardeya jiyanê û pratika wê di nav diranên hesinî yên çerxa netewperestiyê de perçe wesle bikin. Ji ber ku bi hevre jiyankirina gelan û baweriyan ne di berjewendiyên qirêj ên vê bereyê ne. Ev bere gelan bi gelan dide qirkirin, bawerî, ol û mezheban bi hev dide qirkirin û berjewendiyê xwe li ser vê esasî parve dike. Yê ji gelan re dimîne, mirin, xwîn, koçberî, sirgun, di nav deryayên nepen de xeniqandine.

Ji bo naskirina dijberê xwe rêya herî baş a naskirinê, şer e. Rêber APO li hemberî vê pergalê him weke hişmendî û him jî weke çekdarî şerekî henase bi henase birêve bir. Hê jî dibe. Ji bo wê xwedî naskirineke herî berfireh û kur e. Ji ber vê naskirina kur, di heman demê de xwedî wê hişmendiya avakirina hilbijardeya jiyana jîndar e. Di rewşa heyî de wateya vê hişmendiyê bêtir derkete holê. Ferqa di navbera her du çemkan de bêtir xwe nîşan da. Ji ber vê xwedî derketina hişmendiya ku di encama Aqlê Kurd ên ji parzunka dîrokê hatiye sefandin de pir grînge û weke erkekê li pêşberî me ye.

Em weke Kurd û gelên din ên azadîxwaz û daxwaza jiyaneke hevpar û bi rûmet, serfiraz bin bi vê hişmendî û hilbijardeyê. Di vê tarîtiya tîr de rohniya ji stêrka me difûre, bêtir diçirise û ferqa me ya herî mezin jî ev hilbijardeya me ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.