Dem dema Egîdbûnê ye!
În 16 Tebax 2024 - 02:35
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 392’an de bi koma 77’an didome. Merasîma dewrgirtina li saziya Malbata Şehîdan a Mexmurê bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 76’an Evîn Ehmed daxuyanî xwend û wiha got:’’Wek tê zanîn ev 26 sale tecrîdeke girankirî li ser Rêberê me tê meşandin û ev nêzî 4 sale bi tu şêweyî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Em ji bo tendirustiya Rêberê xwe di nava gûmanan de ne. Divê tavilê Netewên Yekbûyî û dewleta Tirk a dagirker daxwazên me cidî bigire, tecrîd bê rakirin û deriyê Îmraliyê heta dawiyê bê vekirin. Dermanê hemû pirsgirêkên ku li ser rûyê cihanê di qewimîn çareseriya wan di vekirina deriyê Îmraliyê re derbas dibe. Divê hemû cihan ji vê tecrîda li diji mirovahiyê re bêdeng nemine. Em li ser navê koma 76’emin silav û heskirinên xwe ji Rêberê xwe re dişînin. Navenda berxwedanê Îmralî ye. Bi ruhê 15’ê Tebaxê şerê li Zap, Avaşîn, Metîna û Bakurê Kurdistanê gihiştiye lûtkeya herî bilind. Gerîla bi ruhê fedayî û taktîkên demê, dijmin aniye rewşeke ku êdî nikare windahiyên xwe ji raya gişti veşêre. Artêşa dewleta Tirk rûbirûyî şikestinê hatiye. Xiyaneta malbata Barzanî nebe, yek roj nikarin li ser axa me bimînin. Bi rihê 15’ê Tebaxê û şerê gerila ve emê xiyanet û dagirkeriyê bişkînin. Bi hev û du temamkirina gel û gerila emê serbikevin. Pêvajo ji me Egîdbûnê dixwaze. Weke Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî em bi biryarin ku heta deriyê Îmraliyê vebe, emê têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.’’ Piştî xwendina daxuyanî çalakiya bi dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Îmralî ye’ nobetê dewrî koma 77’an hate kirin.
ROJNEWS/MEXMÛR