Li dij tundiyê xwerêxistinkirin divê

Duşem 24 Mijdar 2025 - 03:35

Jinên Wargeha Mexmûrê ragihandin ku eger jin xwe pêş nexe, xwe zana neke wê dîsa neheqî, li wan bên kirin, wê dîsa bi destdirêjî, tecawîz û qetilkirinê rû bi rû bimînin û gotin:"Ji bo vê jî tiştê ku ji jinan tê xwestin xweperwerdekirin û xwerêxistinkirin e. Jin ne dara şikestî ye, jin bingeha malbat û civakê ye."

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî re axivîn û da zanîn ku ger ew wek jin xwedî li xwe dernekevin kesek li wan xwedî dernakevin.

Hevberdevka Semta Şehîd Elî Şêr Gulîzar Şirîşeyî di serî de hemû cureyên tûndiya li ser jinan şermezar kir û got: “Bi sedan sal in destdirêjî, tecawîz li jinan tên kirin, jin tên qetilkirin û mafên wan ji destên wan tên girtin. Jinên ku di fabrîqeyan de kar dikirin, her çiqas demjimêrê wan yên karkirinê ji yên mêran zêdetir jî bû lê heqdestê wan kêm dida. Jin her tim di plana duyem de dihat dîtin. Mînaka herî berbiçav her sê xwişkên Mîrabel ku ji ber parastina mafên xwe serî hildan, li gel sedan jinan hatin qetilkirin bû. Beriya hezaran sal heta niha mêran qetil kirin, komkujî û kêmdîtina jinan ji xwe re maf dîtiye. Weke ku her tişt ji mêran re rewa be û ji jinê re qedexe be.”

Gulîzar Şirîşeyî balkişand ser rewşa jinê ya bi derketina Rêber Apo re û wiha peyîvî: “Beriya ku Rêbertî derbikeve, mêran ew maf di xwe de didît ku her roj jinan bikujin, lêbidin, ji malê bê par bihêlin û hwd. Jin paş perdeyê de bûn, mêvanek bihatiba qedexe bû jin bihatiba gel mêvanan. Mafê jinê tenê amadekirina xwarina wê malê û anîna zarokan bû. Piştî Rêber Apo û rêxistin derket û şûnde êdî jin hat dîtin, xwe nas kir û li hemberî mêran serî netewandin. Niha jin, di siyaset û şer de jî mil bi milê mêran e. Eger jin xwe pêş nexe, xwe zana neke wê dîsa neheqî, li wan bên kirin, wê dîsa bi tacîz, tecawîz û qetilkirinê rû bi rû bimînin. Ji bo vê jî tiştê ku ji jinan tê xwestin xweperwerdekirin û xwerêxistinkirin e. Jin ne dara şikestî ye, jin bingeha malbat û civakê ye.”

ROJNEWS/XURBET TALLÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.