Ev pêvajo ji bo Tirkiyeyê şansek e

Sêşem 2 Kanûn 2025 - 03:35

Şêniyên Mexmûrê diyar kirin ku çavên giştî gelê Kurd û cîhanê li dewleta Tirkiyeyê ye ka tişta ku di komîsyon û meclîsê de bikeve ser milên wan wê pêkbînin yan na.”

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî hevdîtinên herî dawî yên li gel Rêbertî û nêzîkatiyên CHP’ê yên li beranberî biryarên komîsyonê  axivîn û banga yekîtiyê li Kurdan kirin daku zextê li dewleta Tirkiye bikin ji bo ev pêvajo bigihije serkeftinê.

Mamoste Gulistan Tûnc diyar kir ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û got: “Ev pêvajo heta astekê hatiye û tê meşandin. Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê helbet cihê kêfxweşiyê ye. Belkî bi dehan caran di astên çareserkirin û agirbestan de pêvajo hatine destpêkirin, lê yek alî û li ser milê Tevgera Kurd û gelê Kurd dihat meşandin. Lê mirov dikare bêje vê carê pêvajo heta nêzî çareseriyê hatiye. Ya girîng ew e ku hêzên xwe xistine ber vî barî, nehêlin ev pêvajo bê xirabkirin. Mînak, di demên meclîs û çareseriyan de yê herî xwe nêzîkî hêzên Kurd dida diyarkirin CHP bû, lê em dibînin ku xwe ji şandeyê qutkiriye û di meclîsê de xwe nedaye ber barê çûyîna Îmraliyê. Dil dixwest çûyîna Îmraliyê bi dengê hevbeş yên hemû partiyan çêbiba, lê disa jî ji siyan du zêdetir deng hatin dayîn û çûn Îmraliyê. Ev cihê kêfxweşiyê ye, ji ber yê ku çareseriyek mayînde bide çêkirin wê Rêber Apo be.”

Mehmûd Ripinî jî têkidarî banga Rêbertî, gavên ku PKK’ê avêtine û komîsyona hatî avakirin wiha nêrînên xwe anî ziman: “Serokatî 27’ê Sibatê bangawaziyek kir partiyê agirbest îlan kir, piştî wê kongreya xwe kom kir û fesix ragihand, piştre çekên xwe şewitandin û ya herî girîng jî ji Zapê ku 5 salin şer tê kirin, xwe vekişandin. Dewletê heta niha jî ti gavên ku Kurd pê îqna bibe neavêtine. Dewleta Tirk li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab û Cirablûs çidike? Eger li gel gelê Kurd diyalok yan danustandinek bikiriba, pêwîst bû xwe ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê vekişandiba daku gel jî bizaniba niyeta wî ya aştiyê heye. Heta niha jî dewletê gaveke ku baweriyê bide gelê Kurd ne avêtiye. Eger dewlet me wek terefek yê şer nebîne û fikrên Rêbertî esas negire, ev pêvajo pêş nakeve. Mirov dikare bêje, ev şansa dawiye ku Rêbertî daye Tirkiye, eger dewlet vê şansê bikar neyîne hem wek ixtidar hem jî wek mûxalefet, êdî ti şansek din nayê dayîn.”

ROJNEWS/MEXMÛR/XURBET TALLÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.