Keziyên me bi azadiyê tên hûnandin!
Duşem 26 Çile 2026 - 03:40

Li şûna ew keziyên ku hatine birîn, îro bi milyonan kezî tên hûnandin. Li wargeha penaberan a Mexmûrê jî bav, bira û hevjîn li dijî bêrêziya çeteyan kezî hûnandin û gotin wê her têlek keziyên jinan îrade û rûmeta wan bihêz bike.
Min ji dîrokê pirsî, hebûna mirov çawa bi wate û xweşik dibe? Dîrokê rûpelên xwe vekir û lê geriya, li hebûnê pirsî, li xweşikbûnê pirsî, li jiyanê pirsî, pirsî û pirsî, lê encama hemûyan wekhev bû, jin. Dîrokê qala jinê ji min re kir, got, jin hebûna wate û xweşikbûnê bi xwe ye. Jiyan di rehma jinê de dixuliqe, zindî dibe û gerdûnekê ava dike. Jinê her tim ava kir, parast û bi wate kir. Mirov dikare bêje hebûna jinê bi xwe şoreşek e li gerdûnê. Şoreşa jiyanê. Lê dema em lê dinihêrin jiyana ku bi destê jinê hatî avakirin îro dixwazin ji destê wê bigirin, ji bo wê bi her şêweyî êrişî jinê dikin. Bi taybetî jina Kurd ku îro temsîliyeta azadiyê ya tevayî cîhanê dike, li beramberî tevayî sîstema desthilatdar a hebûna jinê tine dike şerekî bê eman dimeşîne. Di her qadê de li kêlekekê berxwedan li kêleka din jî têkoşîn, jina Kurd şer dike.
Şerê ku jina Kurd dide, şerê jiyanê ye. Şerê afirandina jiyanê ye, ku hêza xwe ji hezkirina welatê xwe digrin. Di bin her şert û mercî de bi hêza xwe ya ji welatê xwe girtine têkoşîn dikin. Çiyayên welatê xwe dikin palpişt, deşt û zozanan dikin rêheval û bi hûnandina keziyên xwe şoreşê dimeşînin. Keziyên ku ji dayika me mîras mayî, îro di çeperên herî pêş ên şer de îradeya me, hebûna me temsîl dike. Bi taybetî keziyên ku nasnameya jinê îfade dike, îro li Rojavayê Kurdistanê li hember çeteyên dijminê jinê, destanan dinivîsin. Dema em li çanda Kurdî dinihêrin, di çanda jina Kurd de hûnandina keziyan ne tenê xemilandin e, rûmet, nasname û berxwedan e. Li hember zehmetiyan bi qasî heybeta çiyayên Kurdistanê, sekinîn û têkoşîn e.
NÛJINHA / MEXMÛR / BERJÎN KARA







